Pêwîstiya Tevgera Ekolojîst weke tevgera femînîst, bi zelalbûneke bîrdozî ya mezin heye. Divê rêxistin û çalakîbûna xwe ji kuçeyên teng ber bi tevahî civakê, bi taybetî ber bi civaka çolterê, çandinî û gund ve bibe. Ekolojî esas ji bo çolter, civaka gund û çandiniyê, tevahî niştecih û koçeran, ya bêkaran û jinan rênîşanera çalakiyê ye. […]