Li Şûna Wîlada Qeyserî (sezaryen) Wîlada Xwezayî baştire
Melîke Hassaf
Min di sala 1985 an de temrîd-hemşîretî xwend û piştre ebetî-Qebîle xwend. Di sala 1990 de min xwendina xwe temam kir û di sala 91 ê de di nexweşxana qamişlo de min dest bi xebata tendurustiyê kir. Ji wê demê û heya niha ez di beşa tendurustiyê ya wîladê de di xebitim. Di rex beşa tendurustiyê ya wîladê de min di beşê tendurustî qismê cerrahî, daxilî, îshaf de kar kir. Di van salên dawiyê de daketim nava karê emeliyatên lozatan. Niha jî qismê hestî yê ezmiyê de di xebitim. Lê bi taybet ez dixwazim behsa rewşa jinan ya qeyseriyê bikim.
Min got ez ji 1991 ê û heya niha di beşa tendurustî ya wîladê de cih digirim. Tevî xizmeta di nexweşxanê de ez li mal jî karê wîladê berdewam dikim. Di taxan û tevahiya qamişlo de gelek malbat û bi taybet jin di vê qada min ya zanistî de derbas bûne. Gelek zarokên ku bi destên min çêbûn niha bûne xortên temam û gelek ji wan zewicîne. Ez ji di vî alî de ji xebata xwe kêfxweşim. Gelek ciwan li ser destê min çêbûn û mezin bûn. Her wiha ez dayika hemûya me. Ji bo vê heskirina min hem ji bo jinan hem jî ji bo ciwanan ji bo karê ku ez dikim zêdetire.
Lê ji bo hinek rewşên nebaş yên ku niha jiyan dibin û pirsgirêkên tendurustiyê yên ku berdewam dibin ez dixwazim balê bikişînim ser hinek aliyan.
Di dîrokê de tê zanîn jin bi zanîn û pisporiya xwe zarokên xwe anîne. Bi awayeke xwezayî hem zayîna xwe bi xwe kirine hem jî jin bi hevdûre bûne alîkar. Di dermankirina hevdû û alîkariya hevdû de jinan zanînên xwe yên tendurustiyê û tibbî bi awayeke dewlemend pêş xistine. Piştî ku beşa tendurustî ji aliyê zilaman ve û pergalan ve hat desteserkirin ev qada zayîna xwezayî li gor nêrînên zilam û zîhniyeta pergalan hat veguhertin. Beşa tendurustî jî li gor van nêrîn û zanînên dijî tendurustiya xwezayî pêş ketin.
Jin li gor xwezaya bedena xwe zarokan tîne. Rehma jin û tupê fallop ango hêkên jin ji bo zarok anînê destdayîne. Lê belê zanîna tibbî ya niha jinan berbi qeyseriyê teşwîq dikin. Jin dema qolincî dibin li şûna ku ew jin hinekî li berxwe bidin û vê êşa xwe ya zû bi hêsanî derbas bikin tendurustiya li gor zanîna pergalê berê jina dide rêbazên qeyseriyê.
Bi latînî sezaryen (caedere) tê wateya jêkirinê. Bi Erebî qeyserî tê wateya
Jinên ducanî yên qolincî dibin bi bikaranîna zencefîl, nane, darçîn dikarin jana xwe bi awayeke xwezayî derbas bikin. Zencefîl, nane, darçîn di nava ava kelandi de hinek tê hiştin û vexwarin. Êşa jinên ducanî kêm dibe. Lê weke min got berê jinan hertim didin emeliyatên qeyseriyê ev rêbazên nebaşin.
Her jina ducanî tevî hevjînên xwe tên serlêdana wîladê dikin. Carna jî bi tena xwe tên serlêdan dikin. Serlêdanên emeliyata qeyseriyê ji serlêdanên zayîna xwezayî zêdetirin. Jinên ku bi awayeke xwezayî zarokan tînin pir kemin. Ev jin naxwazin ku bedena wan xera bibe, naxwazin êşê bikişînin, bi taybet bi emeliyatên sezaryen hewil didin zarokên xwe bînin. Jinên ducanî yên ku naxwazin bedena xwe xera bibin bi taybet ji bo zilamên wan jina duyem neyne wek tedbîrên xwe yên şexsî vê rêbazê di pejirînin. Ev jî nêzîkatiya zilam ji bo jina ku zarok tîne datîne ber çavan. Zilamê ku hevjîna wî du-sê zarokan di welidîne êdî wê jinê naxwazin û bi jineke din re di zewicin. Jin li hemberî vê rewş an jî nêzîkatiya zilam tedbîrên xwe digirin. Ev herdû nêzîkatî jî şaşin. Ev rewş her roja ku diçe zêdetir dibe.
Em dikarin wîlada qeyserî di alîyê tendurustiya zarok û dayikê de jî wiha binirxînin. Zarokên bi rêbazên sezaryen di welidin gelo di jiyana xwe de weke zarokên din bi tendurustî ne an na? Ev mijareke sosyolojîk ya civakî ye. Divê mirov balê bikişîne ser vê rewşê jî. Lê belê tendurustiya dayikê di van emeliyatan de gelekî zirar dibînin. Jinek çend zarokan bîne ewqasî tê emeliyat kirin. Ev cihên emeliyatê hertim birin dimîne û bi demê re di êşe. Heya di navbera emeletiyatê de 15-16 sal jî derbas bibin ev cihên ku hatine emeliyatkirin di êşin.
Bi awayeke giştî di her mehê de 100-150 jin bi emeliyata qeyserî zarokan tînin. Di her emeliyatê de em du-sê berpirsiyarê tendurustiyê amade dibin.
Di dema niha de tendurustîya cîhanê, doktorên pispor dibêjin divê zarok bi qeyseriyê werin çêkirin. Gelek doktor ji bo jinan bi tirsînin hinek nirxandinan dikin. Dibêjin rovîk li zarokê geriyaye, li ser zarokê dext heye, wê bi fetise, zirar bibine û bi vî awayî jinan teşwîqî welidandina qeyserî dikin. Lê ev nirxandin ne rastin. Gelek doktor dibêjin ava di rehm de kêm bûye, leke li ser hevalbiçûkê heye.
Heta li gor nirxandineke tendurustiyê ya tıbba niha tê gotin ku ji ber rehma jinan teng dibe û nikare zarokan bîne zarok bi qeyseriyê tên çêkirin. Her wiha ji vê nêrînê ev tê fam kirin. Ev jî dide diyarkirin ku jin peresin an jî veguhertineke nebaş jiyan dikin. Rehma wan biçûk dibin. Ev nirxandina bi navê tendurustiyê ku tê pêşxistin ne raste. Jin li gor xwezaya xwe dikarin zarokan bînin. Jiber van nirxandinên doktoran dikevin nava tirs û fikaran û bi lez diçin zarokên xwe bi qeyseriyê çê dikin. Ev hem ji bo berjewendiya qada tendurustiyê hem jî ji bo zanista tendurustiyê rêbazek ne başe.
Lê em wek beşa tendurustiyê ya wîladê neçarin van daxwazên jinan pêk bînin. Yanî wan bi emeliyata qeyseriyê emeliyat bikin. Gelek caran ji bo jinan em vê rewşê şîrove dikin û zehmetiyên emeliyata qeyseriyê gotubêj dikin, lê jin divê di van mijaran de hîn baştir xwe qanih bikin. Gelek caran ez ji wan re dibêjim însanên berê heya çar pênc mehan liberxwe didan û piştre jî bi awayê xwezayî zarokên xwe di anîn. Ev rêyên xwezayî ji bo hemû jinan baştir bûn. Lê ji ber şîroveyên şaş yên doktoran jin dixwazin zarokên xwe zû bi welidînin. Ez bangî jinan dikim ku hîn baştir bedena xwe nas bikin û van nirxandinên şaş yên doktoran ji bo xwe girîng nebinin. Ya hîn rastir jî heya 9 meh û 9 roj, 9 deqe, 9 saniya liberxwe bidin û bi vî awayî zarokên xwe bi tendurustî bi welîdinin.