Xweparastin

Abdullah Öcalan

Di mijara parastina cewherî de di çapemeniyê de gotûbêjên ne rast derdikevin holê. Parastina cewherî wek artêşek cuda ya Kurdan tê nirxandin. Ev nirxandin û şîrove bi tevahî ne rastin. Parastina Rewa mafek xwezayî, qanûnî, zagoniye. Heta di qanûna bingehîn ya niha de jî Mafê Parastina Cewherî heye. Divê bi ci vînên kongre û konseyan, ev mijar bi dorfirehî werin nîqaşkirin û were gotin em mafê parastina xwe ya cewherî bikartînin. Wekî din jî mijarên parastina giştî ya kollektîf û parastina kesî ne rastin. Cudabûnek wiha ne raste. Ma qey wê kurd li hemberî wan êrîşên li dijberî wan tên pêşxistin xwe ne parêzin? Ma fikirandineke wiha dibe? Helbet wê xwe bi parêzin. Ya xwezayî û asayî jî eve.

07 Ocak 2011

Weke kes bihêzbûn bes nake, divê hûn weke sazî jî bihêz bibin; di her astê de artêşbûn û sazîbûnên xwe dema we çêkir, hûn dê li hember bandorên desthilatdariyên mêr û kesayetan jî bên rewşekî bi îda. Ji ber li pişt we hêz, bername û biryara we heye. Ev mafê we ye, ew bi kedê çêbûye, loma hûn dikarin daxwazên xwe bînin cih. Em li ser van mijaran kûr dibin. Dema me di vê bingehê de pêşketinek bi Tevgera Jin da çêkirin, hinek dîtir kûrbûn, hindek zêdetirîn radikalbûn û ji bo gihîştina hinek encamên bihêz derfet jêre çêdibe. Ev hewl û sebrekî pir mezin dixwaze. Jiyanek bimilîtanî dixwaze. Beriya her tiştî pêwîstî bi pêdiviya heyîna rêhevalên jin ên sexlem heye. Ji ber ku hûn dê artêşa jin çêbikin; divê hûn ji vê re bibin hêza veya Rêber, hêza biryar û hilberînê. Ji ber vê yekê hûn tên perwerdekirin û ji vê re tên amadekirin. Ez bawerî didim we ku hûnê vê gavê biserkeftî biavêjin. Dema me ev gav avêt, gengaze ku em gelek destkeftiyên girîng bişêweyek hîn balkêştir bijîn.

Êdî hûn azad terciha xwe dikin. Azadiyê dikin. Ji kê re nêzîkatiyeke çawa, çi tê axaftin, çi nayê nîqaş kirin, çi tê hezkirin, çi nayê hezkirin, ji çi re rêz tê dayın, ji çi re nayê dayin, çi tê pejirandin, çi nayê pejirandin wek van mijaran êdî hûn hatine astekê ku vana ji hev derbixînin. Hinek xapiyane, hinek jinitiya xwe ji bîr kirine, hinek wekî mêran bûne, hinek wekî koleyane û bi gotina hindek ji van jî tam bi jinitî nêzîk dibin. Dahûrandin dan nîşadan ku ev, tev bê wate û ne pêwîstin. Her wiha hatiye îspatkirin ku jin dikare bibe xwediya nasnameyeke azad, dê kevneşop, înkarker û seranser nebe, di têkiliyan de weke kesayetek  azad dikare xwe bide axaftin, ev hem ferz e hem jî gengaz e, jiyana partî vê ferz dike, kesayeta we jî ancax dikare bi vê hêz bi dest bixe.

Ger mekanîzmayên jin ên xwe parastinê hebin, ger mêrek bixwaze bêmafî li jinekî bike jî, rêxistin dê biawayekî topyekun li hember van bêmafiyên zilam bisekine. Ger wisa bibe, mêr dê nikaribe bêmafî li jinê bike. Her roj bihezaran bûyerên bêmafiyê yên tên jiyîn hene. Yek yek bixwe spartina zêhniyeta mêr, bispartina nîyeta baş a hevserên xwe, yan jî kêm hevaltiyê ye. Jin bi vî awayî nagihêjin çareseriyê. Şêwaza herî rast û di cih de ewe ku bixwe spartina artêşa xwe û rêxistina xwe ve çareserî dîtine. Lêgerîna xwe ya bivî awayî, hezkirina xwe, dinyaya ku hûn diecibînin, dinyaya jin a ku hûn dixwazin bi civakê re yekbikin û dikarin bendewariyên xwe encax bi parastina xwe ya cewherî û rêxistinbûyîna xwe dikarin ava bikin. Rê heta dawiyê vebûye, jin diherikin nava refan. Ev vê dide nîşandan: rê ji rizgariya jin re heye, hêz kom dibe. Tişta ji vê û şûnde tê xwestin were kirin, pêkanîna vê, birêxistinkirin û ji vê re rêbertîkirin e. Ev jî wezîfeyek ku dikeve li ser milê we ye.

Ger jin di rewşekî xeterdebin, helbet weke Rêberên Rizgariyê hûnê wezîfeyên xwe yên rêveberiyê pêkbînin. Ger keçeke ciwan hîna di pir aliyan de xwe nas nekiribe, emê wê perwerde bikin. Rêxistina jin, artêşbûna jin ji bo armancê pêwîst e. Jin ne tenê ji bo bibe welatparêz û hindek kêrhateyan qezenc bike, bi taybet ji bo bibe kesayetek azad pêwîstiya wê bi rêxistinê heye û ev jin wê mêrê Kurd jî, bike mêrekî bi namûs. Beşekî girîng ya mêran bi pîvanên feodal û bûrjuwa nêzîk dibin. Ger serbest were berdan, ji têkiliyan re bi nêzîkatiyeke muezem a hember dê rê li ber bandoreke fetisok veke. Ji bo pêşiya vê were girtin pêdivî bi rêbazên xwe parastin û xwe rêxistinkirinê heye. Ji xwe ev mijara nîqaşêye, amûreke pîvanên xweşîkbûn û nêzîkatiyên wê derxistina hole ye, amûreke biryardariyê ye; li dijî pir çewtiyên mêr an amûra hêza amedekirinêye, amûra cîhana xwe bi bername kirin, cîhana xwe bi awayekî israr derbasê jiyanêkirine. Ev jî, ji bo azadiyê girîng e.

Abdullah Öcalan

Jin; xwediyê jiyanê, axê, rastiyê ye. Divê em bi navê dildariyê, pêşiya tevkuştina giyan û fizîka jinê bigirin. Divê di kesayeta jinan de rêgez hebe, lê ev yek bi kêrê, bi kuştinê nabe.

Min yekîtiya we û partîbûna we bi rêzdarî pêşwaz kir, ez bûm alîkar. Min her tim got, pêwîst e hûn bibin garantiya jiyana azad û xweşik. Wê rojekê misoger hûnê bigihîjin jina hêzdar ya ku bikare zilamê paşvero, derewîn û zordar bîne ser xetê; bi vê baweriyê min hewldana xwe heya dawî domand. Mirov bi malkirina jinan nambe zilam û mezin nabe. Ne min xwest wisa mezin bibim, ne jî min xwest ez bibim zilam; heta zilamtiya wiha min ji bo xwe bêrûmetî dît. Ez zanim, min jin xist rewşekî zor. Min jin anî warê parçeyek ji agir, ez vê jî dizanim. Ez zanim yên di nava xwe de dijminahî dikin, gelek bêmafî dikin jî hene. Min we tenê hişt, ez vê jî dizanim. Lê rastiyeke herî girîng ku ez dixwazim hûn bizanin; pêwîst e hûn qasî çarenûsa şer jî, aştiyê jî diyar bikin, bihêz bibin. Bê vê jiyan heram e. Bê vê dildarî nabe. Bê vê tu bêrî nayê derbaskirin.

We avêtine dervey civakê, dervey polîtîkayê bi taybet dervey artêşê; her wiha  hûn di hemû çalakvaniyan de hatine teng kirin. Em li ser bersiva ji pirsa divê careke din veger çawa be digerin. Ez bawerim ku ya herî baş hinek me kiriye. Heta ku em we ji nêzîkatiya mêr a fermî yanjî ji nêzîkatiya civakê ya di her astêde ya ku mêrê desthilatdar mora xwe lêxistiye rizgar nekin, ne gengaze ku hûn bi maf, adîlane, azad, wekhev û bi nasnameya xwe vekirineke bihêz bikin. Dibe ku bi hindek reforme kirinan re hûn bikaribin rewşa xwe baş bikin. Ev jî ne radîkalîzme, nabe çareseriyeke kokdar.

Wekî di her bûyereke cidî ya civakî de dibe, di vir de jî tiştekî ji we were xwastin hinek bi dildarî, bi pîrozî û bi bawerî nêzîkatiyek ji azadiya xwere dayîna nîşandan e. Di serî de hûn dê baweriya xwe bi vî karî bînin. Ez nabêjim mîna femînîstan bin, lê aliyê wan jî yên ji jê re rêz were dayîn hene. Wê hinek prensîbên we hebe, prensîbên we yên jin hebe. Prensîbên mêr yên mêranî hene. Dema ku dibêjin prensîbên mêranî, jinî, hema yekser prensîbên ketî tê bîra wan. Lê êdî divê prensîbên jin jî zelal bibin. Prensîba jinê çiye? Divê herkes hinekî viya fêm bike. Herku em prensîban çêbikin û şênberbikin, em dê nîşana destpêkê ya azadiyê bidin. Lê di bi destxistina prensîp û şênberbûnê de cûdabûn, zelal bûna we jî, nîne.  Rewşa we tevlîhev e. Her mêrekî li we binêre, wê prensîba desthilatdar hîm bigre, nabêje “li hember min heyîneke xwedî prensîp heye”. Jixwe hûn ne prensîbên jinê, ew presîbên jinitî ku civak hêjayî we dîtiye didin axaftin. Ez di we tevan de viya ferq dikim. Ez bi prensîba jinitiyê re jî şer dikim. Lê mixabin hûn tev jî bi prensıbên jinitiyê nêzîkê me di bin yanjî me tengav dikin. Halbûku pir aşkereye ku pêwîstî bi prensîba jin heye.

Hûn dibinîn ku prensîba desthilatdar a di civakê de li ser we tê ferz kirin û we dide meşandin. Ev prensîbên bisedan salin çêbûne, hûn weke çarenûsekî dibînin. Lê lêkolîn jî didin nîşandan ku ev ne fermaneke xudêye, ne taybetmendiyeke xwezayî ye, ne çarenûseke jî, fermaneke mirove. Hûn weke encama çalakiyên mirovan hatine vê rewşê. Rizgariya cînsê jin helbet pêwîste. Ji kû ve lê were nêrîn bila were nêrîn, hûn hatine rewşekî di şibe kîso û dixişikin. Di tevgera civakê de meşa we hema mîna meşa kîso ye. Gelo we anîna astekî hinek dibeze gengaz e? Li dewsa kîso, we veguhertina heyîneke li ser lingê xwe dimeşe ne gengaz e?

Mînak, çima mêrek nêzîkatiyên we cidî nagire? Herî mêrê we yê sosyalîst jî dema nêzîkê we dibe, prensîba jinitiyê hîm digre. Hûn jî rewşê tam jî li gorî wê eyar dikin. Hestên we, evînên we, têkiliyên we, ecibandinên we û red kirinên we her timî li ser vê bingehê pêşdikeve. Heta niha min mezinbûneke jin nedîtiye. Ez mirovekî guhdarî gotinan dikimim. Ez dizanim yê berz kiye û bi prensîbên berzbûnê û nûnerên wê re çawa tê axaftin. Lê keseke wisan nîne. Weke zayend rewşa we zarokên digrîn û mirovên dinalin, komcivakên ku divê werin meşandin û gelên mêtînger tîne bîra min. Divê ev qas nebe.

Derket holê ku ji nêzîkatî ji zayendî re heta nêzîkatiya felsefe, hûn dê naskirina xwe ya azadiyê çawa çêbikin, tercihên xwe yên jiyanê çawa pêşbixînin, her wiha heta ji ew serweriya we a li ser bedena û vekirina rihê xwe, hêza xwe ya raman û rêxistinê dayîna axaftinê ji pirsa dê çawa were jiyîn re êdî we di kesayeta xwede bersiva vê hilberandiye. Ger ev rast be, êdı we viya  jî pêkanîbe, ne gengaze ku pirsigirêkekî cidî neyînî jêdera xwe ji kesayeta we bigire. Ger hûn di vê mijarê de  durist û cehwerî bin, êdî qet buhran, fesadî, nexweşî û li hevkariyeke kole xwe di wede bide jiyîn. Ger tiştên hatine xuyakirin hûn nekin dê çi bibe? Wê demê li roxmî dahurandinên hatine çêkirin hûn dê tiştên ku dizanin bixwînin;hûn dê bibin ji ew tîpên ku em di dîroka partiya me de tim li rastê wê tên û pirr jî mehkûm dikin, di darizînin u rexne dikin. Ger hûn bi prensîbên me yên jiyanê bilîzin dê encam jî, ev e. Divê ku em baş têbigihijin ku ên dahurandinan hilnadin dîqatê çûye kî dere, ênku xwe pêşnexistine çawa mehfa xwe anîne. Bi gotina “ez seranser mam, min bi kurantî karîger nekir” re hûn dê xwe seranser bikin, wenda bikin û bidin wenda kirin. Hûn dê berovajiyê şoreş kareke zehmet e û rastiya azadî pirr zehmet e bikevin ku hûn dê bi viya jî wenda bikin.

Şer bûyereke pir cidiye û divê cidîbe. Jixwe hûn ji şer na tirsin; lê  hûn di mijara ku  nirx dayîna wê wekî hûnerek girtina dest, şerê wê, jiyana wê û şêweyên rast ên hezkirinê nadinê. Ev dide nîşan ku pêwîste hûn zêdetirîn şer fêm bikin û daxistina ser reftariyan girînge û pêwîste. Ji tiştên hêsan re serî  ne tewînin, li hember tiştên ku we maf nekiriye bi hewes nebin, eleqeya xwe ya mezin kêm nekin. Bila dîsa dildariyên we hebin, lê bila ev dildariyên şer û hezkirinêbin, bila vegere wê; bi qasî hêzeke pir a hev parastinê; li hember hev hêzeke bilind a rexnekirinê jî bi parêzin. Min ji were weke mînak kesek ji bo ji were bibe destek û pêwîstiya we pê heye, kesekî ne  xwe pêşdixîne vana tev çawa dike yan jî di cihekîde ji bo xwe rizgar bike tekoşîna xwe di  hindir xwe de çawa dimeşîne ji bo vê vekir. Ger hûn xwe bi vî awayî ne afirînin yan dê dijmin wê pir hêsan, ne di cihde û bêwext bibe yanjî dê li hember partî her tim stuyê we tewandîbe û li erdê temaşe bikin. Weke rêhevalên rast eniya we spî hûn dê nikarin li hev binêrin. Jixwe derfetên pêşxistina şer,  pêxistina jiyana ku em pir dildarê wêne  heye.

Tevlîbûna jin û şerê azadiyê pêwîste ji kevneşopiyan were rizgarkirin. Têkiliya wê bi desthilatdariya mêr re, têkiliya wê ya malbatê, ji şêweyên sazî û avahiyên fermî divê hîn cûdatir were destgirtin. Bi qasî pirsgirêkên gelan, pirsgirêkên azadiyê û pirsgirêkên rizgariya çînan, hêjaye ku li ser pirsgirêka jin û ji loma li ser pirsgirêka netewî were sekinîn, nêzîkatiyên kevneşop, heta şêweyê jiyana wan bi parçe parçe kirinê re hewldana xwe gihandina ya resen (orîjînal) dayîna nîşandan, dibe ku bikaribe tîpê azad derbixîne holê.

Divê ti kes li benda reçeteyek amade nemîne. Tişta ku herî zêde em bikaribin bidin, berdewamkirineke zirav jî be nêzîkatiyên kevneşop ku zêde rêzdarî nabîne, divê mijarê de ketina nava nêzîkatiyeke ceribandina reformê ye. Em dê di vê mijarê de jî radîkal bin. Di mijara jin de radîkalîzm çiye? Wekî pir nêzîkbûn çêbûne ji mijara hestiyariyek, zayendîtiyek wêdetir, heta ji gotina siyasetê wiha eleqedar dike, divê di her sazî û avahiyek de wisan bi awayeke wekhev cîh bigre jî wêdetir, divê di aliyê têgihiştin de xwe gihandina nêzîkatiyeke kokdar çêbibe. Asta cih û pêşketina jinê ya di dîrokê de çiye? Bi pêvajoyên civakbûnê ve girêdayî jin çi tiştan wenda kir, çi tevlî civakê kir? Avêtina ji dervey xwe, xistina bin zextê di kîjan asteyê de ye? Di her şêwe girtineke civakbûnê de jin çi vedibêje? Ji ber hindek taybetmendiyên xwe yên zayendî yên xwezayî tevlîbûna wê ya ji civakê re, rewşên ku di gelemperiya pêvajoyên civakbûnê de jiyan kiriye dibe ku rê li ber li ser wê zext avakirinê vekirîbe, jinê zêdetir dikare bîne rewşekî ji mêtîngeriyê re vekirî. Ji ber van şertan, dikarin pir hêsan ji bo gelan jî bixin bin zext û mêtîngeriyê viya pêşbixînin. Ev, wekî desthildar dibêjin ne zagoneke xwezayê ye yanjî fermanekî xwedê ye. Ev, bi rewşên bi fermanên mirovan pêşdikevinin. Ji loma li ber çavan re derbaskirin, eger hate xwastin hêza red kirinê dayîna nîşandan, mijareke tê famkirine.

Ger were dîqat kirin, pirsgirêkekî me ya têkiliyeke bihevseng û li hev hatinê nîne. Em pirsa zewaceke baş, divê evîneke baş çawa bibe, nakin. Pirsên wiha heta dereceya dawî di bin bandora burjuwaziya biçûk û nêzîkatiyeke teng nêrînê de ye.  Ez vana hinek bêwate û kirêt dibînim; ez vana weke pirsên mirov teng dikin û ji azadiya wan re kelem di deynin dinirxînim. Divê di şêwazê xwede pêşketina nasnameyî bidome û helbet dema nasname pêşdikeve divê cihêkirina jiyanê deynin holê. Bidîtina cihêtiya ji sîstemê, cihêtiya ji kevneşopan dîtinê re û jiyankirinê re nasname were pêşxistin. Ango divê lêgerîneke nasnamê ya alternatîfî hebe. Her çi qasî burjuwazî û feodalîzm bêje “dinya ya jin wisa avadibe” jî, pirsgirêkekî me jî ya dinyayekî jinê heye. Bi îhtîmaleke mezin wê şoreşên paşerojê girêdayî bimînin ji bo ev pirsgirêk bi her aliyekî xwe ve were derxistina holê. Pêşketina xurt a mêr jî bi viya ve girêdayî ye.

Di mijara jinê de ez xwe tim tim di ber çavan re derbas dikim. Eger were dîqat kirin, ez di rewşeke ku taybetmendiyên mêrê xurt girtime de me. Lê ev di heman demê de bi hêza jin derxistina holê ve girêdayî ye. Ango herku hêza jin derkeve holê, di mînaka min de jî şênbere ku wê mêr bihêz bibe. Ev ne hêzeke bi pere, bi otorîteya siyasî ku çêbûye ye. Hûn pir baş dizanin ku ev ji hêza rê ji nasnameya azad re dayîna avakirinê tê. Ev, encama tevlîbûnê ji rizgariya jin re ye û rê li ber hêzê vedike. Di heman demê de bi serê xwe di be hêza artêşê.

Kî ji we biçe qadek divê ciyewazîbûna xwe bikare deyne holê. Mînak, di vê mêr di rewşeke wisa de be ku bêje “ev kesayeteke cûdaye, xwedî cidiyete, nirxê xwe heye, giraniya xwe heye, heta baş e, xweşik e, rêzgirtina me jê re heye”. Em dibêjin çareserî ev e. Hûn dibêjin “ev dê çawa were jiyan kirin?” ev wê bi çalakiyekê re, bi şêwazekî şer re were jiyan kirin. Hûn dê vê hêzê di xwede bidin nîşandan, şêwazeke ez li gel bim û piştgiriyê bikim eve. Piranî bê nasnamene. Dibêjin “em ji nasnameya xwe ya jin zêdetir dûr ketin e”. Di refên şoreşê de zimanê wê qut bûye, bûye peyke. Em bi jinê re rêkupêk kirina civînekî de jî zehmetî dikşînin. Ên îlham didin kêm e. Çima tevahiya civînên me zilamtîbin? Çima civîneke jin jî cidî be, heta komcivakek neyê pêşxistin? Di PKKê de jin cî digre. Di komcivakên din de jî rewşeke dil an dêşîne tê jiyan kirin. Dema dibêjî jin bi awayeke teqez jina yekî ye. Ango teqez hatiye girêdan, hatiye tapûkirin, li binê wê muhur lê hatiye xistin, her wisa bûyer jî xilas bûye. Ev ne mijareke bi hevser re were girtine jî. Jineke dewlenmend yanjî bihêz, hevser be yanjî nebe, bûyereke dinava têkiliyên malbatê de be an jî nebe, tê wateya arîşeyek, bandorek.

Hûn dibînin ku pirsgirêkên we yên divê xwe gihandinê, ji bo wê were lêkolînkirin û prensîbên divê were zanîn û helwestên pratîk ên jêdera xwe ji wê digrin hene. Tişta min ji bo we kiriye bi qasî we ji hinek girêdanan qut kirinê, pêşî girtin li girêdanên nebaş e. Di vê mijarê de têgihiştina min a azadiyê, hem viya li ser min ferz dike hem jî dibêje bike. Li dewsa ku ev jin-keç bibin dîlê viya wîya, em ji wan re navgîneke wisan vekin ku bila hinek jixwere jiyan bikin. Têgihiştina min a edaletê viya bi min dide kirin. Nayê hişê ti mêrên din, nayê hişê we jî. Hûn pir zûde ji van rewşan re hatine amadekirin. Têgihiştina min a azadiyê viya napejirîne. Li gorî min divê lêgerînek were pêşxistin, divê em bikaribin rê li pêşiya rewşeke nû vebikin.

Hîn ji berê de jî ez dibêjim divê bi gelemperî têkilî û şêwazê tevlî kirina jin ji civakê re bi vî awayî nebe. Bidestgirtîkirin, zewicandin, wekî flort, min di her cûre têkiliyê de qisûr dît. Min di got ev cûre têkilî tev seqet in. Ji pêwîstiya alternatîf re min hîn ji berê de bawerkiribû û ev têgihiştina min derfet dide ku ez bi were kareke pir bi sînor bikim. Eleqeya we çêdibe. Bala xwe bidinê ti kes we bi zorê tevlî tevgerê nake. Di hemû herêman de ji refên me re herikîna jinê heye. Eger em berdin wê ev piraniya artêşê bigrin. Hem jî jiyana xwe datînin holê; ji wan re mirin hîç tê. Heta duh ew keça gundî ya nedikarî lingê xwe bavêje ji derveyî derî, îro derdikeve çiyan. Ev bûyereke mezin e û bi me re, hîn rastirîn jî bi me ve girêdaye.

Hûnê çawa careke din li jiyanê vegerin? Ji civakê re veger, veger li mêran dê çawa be? Nebêjin “em zûde vegeriyane”. Ew vegera ku ez behs dikim cûdaye; di mejî de veger, di rih de veger, di hezkirinê de veger wê pir cuda pêşbikeve. Ez rewşên heyî na ecibînim û kirêt dibînim. Dixwazin teng bibin, dixwazin bêjin hêza me bes nake; li gorî min vegerên hîn mezintirîn gengaz e. Hûn dibin rêzdar, xoşewîst, ev jî modela nêzîkatiyeke. Hûn neçarin ku min hildin dîqatê. Ez jî neçarim ku yê hemberî xwe cidî bibînim.

Bala xwe bidinê dema mêrekî herî baş jî, bi jinê re dikeve têkiliyê, hema di serî de tişta were hişê wî yanjî pêkbîne diyar e. Biçûk dibîne, kirêt dike, herku diçe kor dike, dişibîne xwe; eger destpêkê de piçek hestê jinê hebe jî tevahî tune dibe, monoton dibe û têkiliya wê dimire. Di cihek de mêr bixwe jî dimire. Lê li gorî min divê wisan hêsan mirin çênebe. Eşkereye ku emperyalîzm, tevahî cûreyên civakan ên berê, di vê mijarê de mirineke xuyayî dane çêkirin. Jinek, di feodalîzmê de hîna di panzdeh saliya xwede dikşînin jiyanê, di bîst saliya xwede, bîst û pênç saliya xwede tê wateyê ku tunebûye. Burjuwazî sînorê vê rakiriye heta sihê (30). Ew jî çawa derxistiye? Cariye hene, çîrokekî pir sosret a firotinê heye.

Dibe ku hêza we ya têgihiştinê kêm be, lê eşkereye ku divê di vê mijarê de kûrbûn çêbibe. Wêrek nêzîk bibin, di bin ronahiya tabûyên heyî de nêzîk nebin. Nêzîkatiyên bi navê mal milk derbas bikin. Nêzîkatiya zayendê jî bi mal milk re pêwendîdar e, divê hûn wan nêzîkatiyan jî derbas bikin. Zayend bi serê xwe ne amûra xistinê ye, ne jî amûra bazarkirinê ye. Ew bûyereke xwezayî ye, parçeyeke kesayet û şerefa mirovan e.

Baweriya min bi pêşketina kûrbûna tevgera Azadiya jin heye. Dinava partî de jî, em cihekî girand didin vê. Ev, mîna şoreş dinava şoreşêye. Bi taybet di wateya têkiliyên civakî de dahûrandina jin, malbat û mêr hem pir pêwîste, hem jî, pir zêdetir bi pêşkeftina şer ve girêdayî ye. Jiyaneke civakî ya nehatiye dahûrandin şer na afirîne, rê li ber rêxistinê venake û vê weke siyasî jî, nikare pêşbixe. Me karibû bigihijin encameke wiha. Çawa ku nasnameyeke gel di bin pêşengiya partiya me de pêşdikeve, dîsa bi gelemperî kesayeteke milîtan cara yekeme pêşdikeve, divê kesayeta jin a azad jî, pêşbikeve. Me ev bi awayek giştî ronahî kir; lê ji bo gav gav di pratîkê de şîn bibe hûn dê di nasnameya xwe de bixwe pêkbînin.

Ji bo newekhevî û koletiya li ser mirovahiyê tê ferz kirin, çîna wê ya destpêk e. Piştî kû jin hat kolekirin, anîn warê tiştek kedî ya malê, dor gihîştiye afirandina civak û dewletê. Piştî ku zilamê zordar û derewîn li jinê xist, bi wêre destê xwe dirêjî perçiqandin û dîlgirtina mirovên din û cinsê xwe kir. Mîtolojî û olên ku sazûmanên herî derewîn yên ramanê afirandiye. Em qala ol û mîtolojiyên serdest û kedxwaran yên derewîn û zordariyê hildiberîne dikin. Dema li ol û mîtolojiyan tê nêrîn, jin bi hezaran fêl (hîle) û zordariyan, gav bi gav ji texta xwedawend ya bixemil tê xistin, girîngî nayê dayîn û herî dawî tê tunekirin. Ez şervanê azadiyê me, tevî vê ne gengaz bû ku min vê yekê nedîtibana. Weke zarokê azadiyê yê van xakan ku olê xwedawenda dayîk afirandiye û bûye warê xwedawendên dildariyê (eşqê) yên destpêk, minê bixwesta mezinên me yên destpêk û çavkaniyên me yên dildariyê têbigihînim, lêkolîn bikim û hêcetên wan yên hebûnê bibînim. Li ser vî bingehî kûraniya ku ez gihîştim girîng e. Min dît ku pirsgirêka azadiya jinê ji netewbûn û çînbûnê zortir e. Ez wisa pê de ketim. Derfetên min bisînor in, ji bo çareseriyê nêzîkbûnek cidî ya felsefî û teorî pêwîst e. Pêwîst e were hizirîn ku çareserî ka wê bi kîjan şêwaza nêzîkbûnê çêdibe. Hûn jî dikarin lêhûr bibin. Ez dikarim bêjim tiştê ku min ji zarokatiya xwe digerî, min di çerxa neolîtîkê de dît. Tiştê ku civaka neolîtîk, Hîlala Berhemdar tê gotin di coxrafyaya Kurdistana îro de çêdibe. Di bilindkirina şaristaniyê de keda me heye. Afirandina şaristaniyên Misir û Sûmer bi neolîtîk re, yanî bi me re çêbûye. Enkiyê xudayê Sûmeran yê qurnaz, nûnertiya bavikê nîv zanedar, ne tam zordar, nîv sazûmankar dike. Navê Ninhursag, Înanna navên “nîne”, “ana” ( pîrejîn, dayîk) ji wir tên. Ger derfeta min hebûya, min dixwest ka çi ji serê xwedê, xwedawendan hat binivîsinim. “Çi ji serê xwedê û xwedawendê hat? Hûn dikarin binivîsinin. Nivîsandina romana kêşeyan gelek balkêş e. Yê çanda axê afirandî jin e. Jin hêzekî awarte ye. Evqas bihêzbûna çanda dayîk, ji vir tê. Çanda jinê û çanda gel, ji neolîtîk dest pê dike. Şoreşa neolîtîk bixwe demokrasî ye. Paşketî ye lê, cewherê wê demokrasî ye. Çanda xwedawend ji Star tê heta Îştar, Înanna û Afrodît.

Çanda xwedawenda dayîk ya dema neolîtîk, di dayîkên Kurdan de hîn bi awayekî xurt dijî. Jinên Kurd çiqas îdîaya xwe diparêzin, di cewherê wan de zêde girêdan û rêzdariya wan li şêwaza ol, çand û jiyana serdestiya zilam nîne. Girêdan û rêzdariya wan heyîn jî, ji ber çewisandin û kevneşopiyên madî û manewî, vê rewşê ji neçariyê pejirandine, dema derfet dîtin jî serî hildidin. Ne tenê jinên Kurd, tevayî jinên Rojhilata Navîn wiha ye. Li ser vî bingehî di tevayî serhildanên demokratîk yên Rojhilata Navîn de cihekî jinê yê taybet heye. Weke hêza afirîner ya neolîtîkê, bi tu awayî ji aliyê civaka çînî ve xistina xwe nikare bipejirîne. Her tim biguman li serdestiya zilam meyzandiye. Bi temamî di cewaziya wê de ye ku mafên wê tê xwarin.

Di cewaziya wê de ye ku zilam gelek ji dûrî hezkirinê ye, hovane û bê exlaq e. Baş dizane ku ji hêza dildariyê dûr e. Gorîbûna ewqas nakokîyan, berevajiya vê jinê ji nezaniyê zêdetir, nêzîkî zanayiyê kiriye. Dema bawerî da, di hêza nîşandana girêdaniya herî xurt de li ser wê nîne. Di giştî de tevayî jin, bi taybetî jinên Rojhilata Navîn, ji ber van taybetmendiyên xwe hêza civaka demokratîk ya herî zindî û çalakiyê ye.Têkoşîna azadiya jinê ji têkoşîna çînî bi nirxtir e. Jin garantiya mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Asta azadiya jinê, asta azadiya civakê diyar dike. Pêşketinên ne bi eksena jinê, nekare serbikeve. Ji ber vê yekê ne tenê ya jina Kurd e jî, ez dibêjim, ronesansa jinê ya Rojhilata Navîn e. Ronesansa li Rojhilata Navîn, li ser bingeha derketina jinê çêdibe. Ez li dijî qirêjbûna spartî dogmayên mezin, paşverotî û serdestiya zilam lêhûr dibim. Ew, encax bi ronesansa jinê derbas bibe.

Lê dema me ev pêşxist, me tûcar ne got her tiş bi şoreşê ve girêdaye. Wekî di gelek şoreşan de bûye, rewşekî me yê em pirsgirêkan piştî şoreşê çareser bikin jî nîne. Cûdabûna me (resenî) di virdeye. Çawa ku di welatên Sosyalîzma Rêl (pêkhatî de, gotina “di serî de sosyalîzm, bila piştre mafê jinan hebe” hate famkirin ku nêzîkatiyeke rast nebû, dîsa di pirsgirêka neteweyî de jî gotina, “di serî de sosyalîzm, piştre pirsgirêka netewî” jî çawa di pratîka Tirkiyê de derkete holê ku nêzîkatiyeke di cîde nîne, em jî tam berovajiyê wê, xweseriya pirsgirêkê hîn ji destpêkêe gav bi gav pêwendiya wê bi rizgariya giştî re çêkirin, heta dinava tevlîkariya ji wê de tê dest girtin. Ger gavek rizgariya netewî be, gavek jî rizgariya jin e. Ne bêy ku rizgariya jin hebe rizgariya netewî dikare pêşbikeve, ne jî heta rizgariya netewî û şerê civakî neyê pêşxistin rizgariya jin dikare pêşde here. Ev nêzîkatiyeke raste û tişta em dixwazin bikin jî, eve. Tê dîtin ku me di vir de hinek mesafe girtiye. Di ast û şêweyek tê xwestin de nebe jî, agahiya hemû kesan ji pirsgirêkê heye û ev her diçe dibe malê raya giştî. Bi qasî prensîba bilind a partî di vê mijarêde, mîsogere rê li ber jiyaneke balkêş jî, vekiriye; ev rewş bi nîqaşeke kûr re pêl pêl ne tenê di asta netewî de, di asta nav neteweyî de jî bi eleqe tê pêşwazî kirin. Lê dinava vê pêşketina bi sînor de hîna kesayeta azadbûyî û jiyaneke civakî ya azad bûyî ya mijara gotinêye ji pêkhatinê dûre. Lê destpêkirineke rast û sexlem hatiye kirin, hinek gavên destpêkê hatine avêtin. Em tev jî, pir baş dizanin ku divê ev biçûk neyên dîtin.

Êdî hevdû sûcdar nekin. Di Kurdan de ev hinek heye. Jixwe têra xwe hûn hatine lanetkirin. Qasî çiya mijarên we yên lihevhatinê heye. Divê hûn çanda aştî û biratiyê bi kûraniya xwe ve bigirin dest. Aştiyane bûyîn ne lewazbûn e. Kesê ku aştiyê bihêz bigire dest, di bingeh de kesa herî xurt e. Divê şoreşa zîhnî were jiyandin. Helbet wê rexne hebin. Dîroka koletiya jinê ya 5 hezar salî rast hatiye analîzkirin. Bingehên wê yên azadiyê rast hatiye danîn. Hûn dikarin çarenûsa xwe bixwe diyar bikin. Nekevin cudahiyên hestewarî. Dostane, biratî, serkeftinê bingeh bigirin. pêwîste jin di şoreşa zîhnî de cihê xwe bigire. Divê hûn parêznameyên min li pirsgirêkên xwe wekî xwe pêk bînin. Têgihîna parêznameya min ya dîrok, felsefe û şêwazên li gorî rastiya xwe li hev bînin. Dîroka jinê binivîsînin. Di parêznameyên min de di asta jinê de kûraniyekî mezin heye. Parêznameyên min herî baş jin dinirxînin. Pirsgirêka jinê ne tenê di jina Kurd de heye, jina li Ewrûpayê jî heye. Ev rade gerdûnî ye. Pirsgirêka jinê, pirsgirêka demokratîkbûnê ya herî girîng e. Heta ku jin nebe demokratîk, civak nabe demokratîk. Nan, av, şeref, jiyan bi vê ve girêdayî ye. Divê hûn perwerdeyên xwe di şaxê mîtolojî, felsefe, zanista dîrokê û hûner de bikin. Bi vê zanînê di roja me de rêxistinên civaka sivîl biafirînin. Divê tevgera jinê bi temamî rêbaza demokratîk ya zagonî bingeh bigire. Ez şervanê tevgera azadiya jinê me. Min bi têkoşîna azadiyê re bersiv da ku bibim kurê dayîkekî baş. Li ser vî bingehî min rêzdarî pêş xist. Min got “zarokê dayîkekî baş wiha dibe”. Pêwîste trajediya dayîkan bigihînin çareseriya rast. Pêwîste eniya çanda paş vebikin. Êşa bi hezaran dayîk, qêrîna wan ya can heye.

Pirsgirêkên jinê yên herî giran hene. Jin cihê çûyînê nabîne, xwe dikuje. Cîhan dest diavêje wan. New York Times jî vê yekê vedikole. Di we de bêwîjdaniyekî mezin heye. Ew mirovên me ne; gelek ji wan jî yarên me ne. Bi hezaran mirovên me yên tî û birçî hene. Gundiyên me hene. Divê we dest biavêta wan. Malbat dikujin, ne yekser ango rasterast. Di vê mijarê de gelek êşên hatîn jiyankirin hene. Divê em navendên ku wan bigire nava xwe damezirînin. Li Ruhayê divê ji bo jinan saziyên azad were afirandin. Dikarin malên wiha vekin. Li benda dewletê nemînin. Dewlet çênake, ji aliyê siyasî ve ne zelal e. Ev întîxar bi me re ji nêzîk ve têkildar e. We di dikarîbû pêşî li întîxara bigirta. Yekîtiya jinê dikarîbû dest biavêta vê yekê. Ew pirsgirêka civakê ne. Pêdiviya wan jinan ya aborî, huquqî hene. Divê hinek dirav (pere) û malên we jî hebin. Gelek komeleyên ji aliyê jinên Kurd ve hatî sazkirin hene. Her roj yekî nû tê sazkirin. Divê li wan deran perwerde bên dayîn. Xwe perwerde bikin. Pêdiviya herkesî bi perwerdeya demokratîk heye.

Ji bo zilam jî wê dibêjim. Partiya Jina Azad vegotina şoreşê ye. Pêwîst e rêz jê re bê girtin. Nêzîkatiya li ser bingeha zayendiya teng ne rast e. Jiyana bi jinê re divê weke hestên welatparêzî were nirxandin. Divê bi jinê azadbûyî re jiyandin rûmetê bide we. Lênêrîna min bi jinê re jiyandin, ne jiyanekî cins e, jiyandina jiyana li derdora jinê, jiyandina çanda li derdora jinê pêk hatî girîng e. Jiyana li derdora jinê, zivirandin çolê. Divê jiyana li derdora jinê were watedar kirin. Di xeta jiyanê de bimînin. Têkîlî gelek hêsan in, wisa weke vexwarina devê pêwendî datînin, nabe! Meseleya şerefê cewaz e. Azadî, rizgarkirina jiyana xweşik û şerefê girîng e. Ger şeref nebe, wê te bigirin, têxin malê giştî an go taybet. Namûsa Kurdan hatiye xistin çi rewşê? Namûs ne ev e. Namûs parastina nasname, parastina hebûna xwe ya cewher e. Heskirin jî ji wir diafire. Ez di wateya kesî de dibêjim “divê Kurd çawa bijî”. Heskirin, namûs, wek kes ez ketime pay vê ku ka divê Kurdekî binamûs çawa bijî? Ez hewl didim ku ji keçan re vê yekê bidim nasîn. Ez çima dibêjim heskirin, jin?. Divê dildarî, hezkirin hebe. Em kêm nez nakin, em mezin hez dikin. Ji bo dildariyê şer dikin. Ger hûn dixwazin hezkirin, şeref, rûmet pê bixin, ez ji bo vê çil sal xerîk bûm, hîn li vê derê me. Ez di bin sêdara îdamê de mam. Ger hêza we hebe hûnê bixwînin. Hûnê afirandina hezkirin, hêrsê, afirandina hêvî, êşê, ji nû ve afirandina xwe, bi vî awayî mirovbûnê, gelê azad bûyînê serbixin. Hûnê wê demê xwe binasin. Keçekî ciwan bi zilam re bibe, ev yek mirov ditirsîne. Zilam jî bi jina kole re bibe, ez vê jî kîret dibînim.

Serfiraziya civaka demokratîk bi jinê ve gengaz e. Li Rojhilata Navîn antîtezbûyîna demokratîkbûna civakê, wê zêdetir di eniya jinê de û piştî wê jî di eniya ciwanande de çêbibe. Şiyarbûna jinê, wek hêza pêşeng ya civakê, di dika dîrokê de cih girtina wê, di nirxa antîtezekî rastîn de ye. Cîhana jinê ya zanistî, wîjdanî, heskirin û parastina jinê, berendama afirandina nirxên şaristaniya ya cewaze. Ji ber karakterên şaristaniyan yên çînî, li ser bingeha serdestiya zilam pêş dikeve, ev yek dibe sedem ku jin ji vî alî ve jî jinê tîne merca antîtezekî xurt. Hem derbaskirina cewaziyên çînî yên civakan, hem jî bi dawî anîna serdestiya zilam, ji wêdetirê antîtezbûyînê, di nirxa senteza nû de ye. Her wiha di demokratîkbûna civaka Rojhilata Navîn de merca jinê ya pêşeng di çapê cîhanê de hem di merca antîtezê de (çavkaniya xwe ji Rojhilata Navînbûyînê digire) hem jî merca sentezê de taybetmendiyên dîrokî hildigire.

Schreibe einen Kommentar