ŞAX U GULIYÊN DARA ZIMANAN

Sema Delîl Amed

Jiyan bi curbecuriyê dest pê kir. Zindiya yek şanik (hucre) kîngê kêrhatina bûna du ciyan nîşan da rê li ber zêdebûneke bê dawî vebû. Zêdebûn; jixwe nav li ser e, zê’ya ku koka peyvê ye ji zayînê tê. Her zayîn di heman demê de zêdebûn nînbe çi ye gelo? Û ew ro îro jî ev zêdebûn diherike. Her wiha her zayîn jî pîroziyek e. Tiştê nû her tim tê pîrozkirin, a zêde bûyî ya pîroz e. Rêz û hezkirin jêre tê raberkirin.

Bi milyar salan e ev zêdebûn bi cudahiyan berdewam dike. Di nav diyalektîkeke bêqisûr de. Av çêbû masî têde peyda bûn, ax çêbû kevir û dar jê çêbûn… Bi demê re zindî kom bi kom ji hev cihê bûn. Hin ji vana –weke dînazoran, şopên xwe ji roja me re hiştin û di zeman û mekanê xwe de rola xwe lîstin û di nav serdemeke dîrokê de winda bûn. Hinek jê jî bi rik û înad heta îro jî hebûna xwe berdewam kirin. Ew jî guherîn zeman û mekanê xwe jî guhertin. Tu tiştek weke xwe nema. Tiştê ku neguherî tenê guherîn ma.

Homo sapîensên ku rêwîtiya xwe berdewam kirin bi pêşketina mêjî re bûn pêşiyên mirovên îro. Bi civakîbûnê bûn mirov. Tam jî di vê merhaleyê de ziman bû amûra sereke ya sedema civakîbûnê.  Bêguman mirov nikare behsa zimanekî weke îro tekûz em pê diaxivin bike. Jixwe ji bo vê, di bedena mirov de guhertinên mezin ên fizîkî pêwîst dikirin. Heta ku qirika mirov ji bo têlên deng, ziman û daqurtandinê guncaw bû pê re jî êdî dengên bi rêk û pêk derketin. Ev guhertin derdorî salên beriya zayînê 50.000 (pêncî hezarî) pêk tên. Yanê êdî dengên bi wate yên li dû hev rêz dibin bûn amûra dan û standin, ji hev fêmkirinê. Eger sosyolojiya zimanan ji vê merhaleyê were destpêkirin ji bo antropolojiya zimanan jî wê daneyên herî xurt derkevin holê.

Komên mirovan ji bo bikaribin bijîn li cî û warên şînkayî, biav û paristî geriyan. Li her deverên dinyayê belav bûn. Çûn ku derê li wê derê jiyanek ava kirin. Jixwe pêre jî zimanê wê jiyanê ava dibû. Bi serdema gund û cotkariyê, çandiniyê re ev qonax derket asta xwe ya herî bilind. Pêwîstiyên jiyanê yek bi yek dihatin temînkirin. Afirîneriyeke bêhempa xwe dida der. Her tiştê dihat afirandin navekî lê dihat kirin. Heta di pêvajoya avakirina tiştê hatî afirandin de çi têkilî û amûr hatibin bikaranîn navê wan jî derdiket holê. Ziman çandê, çand jî zimanê xwe ava dikir. Jiyaneke dewlemend zimanekî dewlemend jî ava kir, di heman demê de ziman jî jiyanê xweş û dewlemend, bi wate kir. Jiyaneke herikbar, zimanekî helbestî.

Hemû ziman jî weke jiyana ku pê diherike zindî ne. Yanê tu car sabît weke xwe namînin. Guherînên di çanda civakan de, guherînên di zimanê wê civakê de jî bi xwe re tîne. Lê hinek çand hene ku ji civakîbûna mirov heta îro pir zêde neguherîne. Destar, aş, tendûr, sêl, teşî tenê çend ji vana ne. Bi destê jinê diyariyî mirovahiyê hatin kirin. Ji demên ku hatine bikaranîn heta îro mirov dikare bêje weke xwe mane. Di teswîrên 7-8 hezar sal beriya niha li ser keviran hatine çêkirin de weke neynika dîrokê zelal û delal xuya dikin.

Weke ku xuya dike ji çêbûna zimanan heta îro tu car yek ziman tune bû. Yanê mirovên endamên klan, qebîle, eşîr, qewm an neteweyekê li deverên ne li ba hev, her yek bi zimanekî cuda li hev dikirin. Ne bi qasî ku ji hev fêm nekin lê bi guherînên biçûk. Carna jî mezin.

Di zimanan de guherîn çawa çêbûn?

Weke me li jor jî da xuyakirin bi curbecuriya jiyanê re ziman jî ji hev cuda bûn. Bi qasî ku tê zanîn endamê neteweyekê bi piranî bi heman zimanî diaxivin. Her wisa tê zanîn. Lê dema mirov bala xwe didiyê di bingeh de gelek cihêtî jî di nav zimanê sereke de hene. Ji van cihêtiyan re Zarava tê gotin. Koka peyvê ji ‘zar’ tê, yanê zimanê tê axaftin. Meriv dikare bêje ku di her zimanekî de zarava hene. Di hin zimanan de gelek zarava hene. Zaravayên zimanekî kîngê derketine holê ev pir zêde nayê zanîn. Lê mirov dikare bibêje ku zarava çawa derketine. Yanê şax û guliyên dara ziman çawa ji hev veqetiyane.

Gelek bûyerên sosyolojîk hene ku li ser van pêvajoyan bandorên xwe hiştine. Dem, mekan, têkiliyên hilberînê û rewşên siyasî di vê de hêmanên sereke ne. Endamên heman neteweyê beşek em bêjin li deştê dijîn, beşek jê jî li çiyayan. Bi xwezayî di çanda her du mekanan de jî cudahî derdikevin holê. Li gor erndîgariya tê de dijîn ziman jî şeklek digire. Li herêmên çiyayî peyv kurt û hişk in, lê li herêmên deştî dirêj û nerm in. Di heman demê de têkiliyên hilberînê jî diguherin. Li deştan debara rojê zêdetir bi çandiniyê tê kirin. Heywankarî yan jî sewalkarî di ber re tê kirin. Debara sereke çandinî ye. Li herêmên çiyayî zêdetir sewalkarî tê kirin û di ber re jî çandinî.

Yek jî li gorî şert û mercên siyasî di zimanan de guhertin çêdibin. Di nav neteweyên cîran de her tim dan û stendineke zindî heye. Bêguman ev dan û stendinên çandî ne. Li gel bazara tiştên madî pêre çand jî tê veguhestin. Ji hev bandor dibin. Her wiha bi demê re peyv jî tên û diçin û di mala cîranên xwe de (di zimanê wan de) bi cî dibin. Di sînorên hemû welatan de heman rewş heye. Heta fikra dewleta neteweyî ku gel bi sînoran ji hevdu hatine qutkirin jî mirovahiyê wiha berdewam kirine. Ya rastî sînor çiqas hişk hatibin parastin jî gelan rêyên xwe dîtine û dan û stendinên xwe mîna berê kirine.

Dîsa di encama şer û pevçûnan de gelek caran eşîr, qebîle hatine koçberkirin, sirgûnkirin. Li deverên ji niştimana xwe dûr bi cî bûne, hatine bicîkirin. Lewra jî di nav kîjan gelan de mabin ji zimanên wan bandor bûne –di heman demê de bandor jî kirine.

Ji ber van sedeman di zimanan de guhertin pêk hatine. Belê navê ziman yek maye lê îcar şax û guliyên wî derketine, belav bûne. Her yek bûne zaravayek. Tevî cudabûnan jî kesên bi zaravayên zimanekî diaxivin ji hev fêm dikin. Eger nefêmkirin hebe jî ev ji ber tona deng e (hişkî û nermiya peyvan). Ev ton e ku bi piranî peyv û gotinan ji hev cuda dide xuyakirin, bihîstin. Piştî demekê bi hev re axaftinê êdî guh fêrî tona deng dibe û jihevfêmkirinek baş jî çêdibe.

Di nav her zaravayek de jî devok hene. Ev jî li gor şert û mercên me li jor rêz kirî şekil digirin. Lê îcar guhertin li gorî zaravayan kêmtir in. Carna bi dehan devokên zaravayek jî çêdibin. Li jêr em ê çend mînakan ji bo vê mijarê jî bidin.

Kurdî û Şaxên Darê

Kurdî navê ew ziman e ku gelê kurd pê diaxive. Li ser axa Mezopotamya, weke zimanê gelekî herî qedîm di dîrokê de ciyê xwe digire. Ger em weke zanista pozîtîf ji bo vê tezê li delîl û tespîtan bigerin bêguman di dest me de hin dane hene. Lê qet tu tespîtek tune be jî em dikarin bi şîrovekirina daneyên di dest xwe de dîrokê ronî bikin. Ger em bikevin mijarên dîrokê em ê merceka jinê bidin serê ku gelek serdem û heyam wê mîna rojê derkevin pêşiya me.

Zimanê kurdî weke zimanê gelê arî di erdnîqariyeke gelek berfireh û dewlemend de şîn bûye, belav bûye. Erdnîgariyeke bi deşt û newal, best û kendal, bi ko û kuwêstan, çol û beristan… Ji aliyê zimanzaniya heta niha hatî kirin ve; di nav malbata zimanan de aydî beşê zimanên Hind û Ewrûpî ye. Di nav vê beşê de jî ji zimanên Îranî, ji milê bakurê Îranê ye.

Li gorî xebatên ku heta niha zimanzanên kurd kirine; çar zaravayên kurdî yên sereke hene. Eger em vana rêz bikin: Kurmanciya Jorîn, Kurmanciya Jêrîn, Dimilkî, Goranî (Hewramî)

Kurmanciya Jorîn: Li rojhilat ji kurmancî re şikakî, li başûr behdînî, li bakur kirdasî tê gotin. Zêdetir li bakurê Kurdistanê tê axaftin. Li herêma Behdînan, li rojhilatê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê û di nav kurdên Qefqasan de tê axaftin. Li herêma Behdînan bi alfabeya aramî, li Qafqasan bi kirilî, ji derveyî vana li her deverî kurmanciya jorîn bi latînî tê nivîsandin. Xwedî gelek devok in. Ji vana çend jê: Serhedî, behdînî, milî, kîkî, silivî, botî, cizîrî, mêrdînî…

Kurmanciya Jêrîn (Soranî); li Başûrê Kurdistanê tê axaftin. Zêdetir bi alfabeya aramî tê nivîsandin. Çend devokên sereke ev in; babanî, erdelanî, mukriyanî…

Dimilî: Kirdkî, zazakî, kirmanckî jî tê gotin. Li bakurê Kurdistanê li herêmên Dersim, Çewlik, Siwêrek û Amedê tê axaftin. Bi alfabeya latînî tê nivîsandin.

Goranî: Hewramî jî tê gotin. Li rojhilatê Kurdistanê di nav kurdên li herêma Hewremanê de tê axaftin.

Tevî vana; lorî, feylî, lekî û kelhorî jî hene. Ji bo ku ev her yek mîna zaravayek werin pênasekirin hê xebatên berfireh nehatine kirin. Lê ji aliyê hinek zimanzanan ve ev jî mîna zarava tên qebûlkirin.

Ji aliyê peyvan ve mirov dikare bêje ku di nav zaravayan de zêde cudahî tune ne:

Kurmancî                                            Soranî                                  Dimilî                                    Hewramî

Ziman                                                  ziman                                   ziwan                                   ziwan

Çav                                                       çaw                                       çim                                        çem

Kar                                                        kar                                         kar                                         kar

Kirin                                                      kirdin                                    kerden                                kerî

Roj                                                        roj                                         roz                                        rojyar

Li gel ku gelek peyv dişibin hev, ji aliyê rêzimanî ve hin cudahiyên mezin jî hene. Weke mînak di soranî de qertafên (pêvek) cins tune ne. Yanê bi piranî qertafên vê zaravayê nêr in: kiçî ciwan

Di kurmancî de peyv an mê yan jî nêr in: keça ciwan

Di dimilî de lêker (kar) jî qertafên mê an jî nêr digirin.

Di encama siyaseta dewleta neteweyî de welatê Kurdistanê ji aliyê çar dewletên dagirker ve hatiye parçekirin. Bi sînorên gelek hişk, gelê kurd ji hev hatiye qutkirin. Ev jî bûye sedem ku çûn û hatin, dan û stendin kêm bibin. Dema ku sînor li nav bakur û rojavayê Kurdistanê hatiye danîn gelek malbat qismek li aliyek qismek din li aliyê din maye. Ev sînor di nav gel de weke serxet û binxet tê binavkirin. Her wiha ji aliyê ziman ve jî ji hev qutbûnek çêbûye. Sînorên ku cografyaya kurd ji hev qut kiriye di heman demê de di nav gelê kurd de parçebûnekê jî derxistiye holê.

Ji ber encamên polîtîkayên qirkirinê yên dewletên dagirker, zimanê fermî gelek bandor li ser zaravayan kiriye. Kurdên bi heman zaravayî diaxivin jî êdî di jihevfêmkirinê de zehmetiyan dikşînin, tam tekûz ji hevdu tênagihîjin. Di tevahî zaravayan de peyvên teknîkê, perwerdê û  bazarê bi piranî bi zimanê dagirker in. Di encam de di asteke kêm de di zaravayan de xerabûnek jî çêkiriye.

Ji derveyî soranî, bi zaravayên din perwerde nehatiye dayîn. Li bakur kurmancî hatiye qedexekirin. Ev jî bûye sedem ku derfetên pêşketinê zêde nebin. Bi derketina Tevgera Azadiyê re li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîn û berxwedaneke xurt hatiye dayîn. Di warê hişmendiyê de li hember van polîtîkayan şiyarbûnek ava bûye. Her wiha êdî kurdî jî bûye zimanê perwerde û weşanê. Her çiqas di nav welatê Kurdistanê de sînor hebin jî êdî kurd gihîştine fikreke neteweyî. Bi pêşketina derfetên teknîkî jî (weşan; televizyon, radyo, înternet) êdî qutbûnên di nav zaravayan de jî hêdî hêdî ji holê radibin.

 

Schreibe einen Kommentar