PRENSESA MITTANI, BUKA MISIR, FIRAVUNA HEZAR SALAN – NEFERTITI

Amadekar Jîneolojî.org

Hevalên hêja em dizanin Rêbertiya me behsa gelek kesayetên dîrokî û pirtûkan dike. Yek ji van kesayetan Nefertîtî û pirtûka li ser Nefertîtî ye. Ez dixwazim li ser vê pirtûkê û encamê xwendina xwe ya vê pirtûkê bi hevalên xwe re parvebikim.

Pirtûka Nefertîtî ji aliyê nivîskar Mîchelle Moran ve hatiye nivîsandin. Bi giştî 4 û 70 rûpele. Li ser qaba vê pirtûkê Wêneyê Nefertîtî”ya xweşik ya pir zarîf û delal heye. Ev wêne diyare ku wêneyê peykelekiye. Rengê Nefertîtî hinekî esmere, çavên wê bi kil hatiye kildan û heya dora çavên wê boyaxkirîne. Birûyên wê dirêjin, difna wê weke hepka hinarê li ser rûçikên wê bicihbûye. Difin û eniya wê weke kemera ser avê li hevhatîne û bi awirên çava yên kur hatine xemilandin. Di guhên wê de guhar û di gerdena wê de ristikên li gor çanda wê demê bi morikan dagirtîne. Bi hemû rengan ev ristik hatine xemilandin û bi ser bedena wê de herikîne. Di serê wê de taca keybanûtiya cuda heye. Hewildaye ku taca wê ji ya hemûyan cudatir be. Dora tacê bi kembera zêr hatiye nexişandin. Di pêşiya wê de marê kobra ku zimanê xwe derxistiye hatiye bicihkirin. Taceke pir mezin û li gor di wêne de diyar dibe şîne. Bi awayeke xwezayî porê Nefertîtî reş û pir dirêşe. Porekî rast û xweşike. Lê ji bo taca xwe ya mezin porê xwe dibire û modela taca xwe çêdike.Di peykelê Nefertîtî de ya ku herî zêde bala mirov dikişîne hem dev likene hem bi hêrse hem jî xemgîne.

Li gor di vê pirtûkê de derbas dibe jiyana Nefertîtî berî zayînê 1341 an de derbas bûye. Di wê demê de 3 bajarên girîng û mezin yên Misir hene. Bajarê Teb, Memfîs, Karnak in. Amarna jî ji aliyê Fîravun Nefertîtî û Fîravun Ahenaton ve tê avakirin. Di wan salan de ciranên welatê misrê Asûrî, Hîtîtî, Mîttanî, Suriye an jî Heleb e. Bi van welatan re di nava têkiliyên bazirganî û ewlehiyê de ne. Di heman demê de bi Urdun, Mîtannî Yewnanîstan, Roma re jî têkiliyên bazirganiyê dimeşînin.

Berî Nefertîtî û Ahenaton li misirê Hûfû, Ahmose û fîravuna jin Hatşepsut rêvebertiya welat kiriye. Yanî fîravunên berê evin. Piştî Nefertîtî û Ahenaton Ramses û Kleopatra rêveberiya Misir dikin.

Nefertîtî keça keybanûya Mîttanî ye. Navê dayika wê nehatiye nivîsîn. Di biçûkaniya xwe de dayika wê jiyana xwe jidest dide. Bavê wê bi jineke misrî re dizewice û derbasî Misir dibe. Li bajarê Misir Tebê mezin dibe. Heya çarde saliya xwe perwerdeya zimanê misir, wêne, muzîkê dibe. Li gor tê gotin bi fîgurên wê demê pir xweş di reqise. Di têkiliyên xwe yên civakî de gelek vekiriye. Lê belê di derbarê dayika xwe û keybanûtiya wê de tu tiştekî nizane. Tiştek ji bo wê nemaye derveyî prensesiyê. Ew bi vê zanebûnê mezin dibe. Li gor çanda civakî ya wê demê prenses bi zilamekî rûtbeyên mezin re di zewicin. Keçik di 14 an jî 15 saliya xwe neçarin bi zewicin. Ji keçan re bi taybet ev terbiye tê dayîn. Nefertîtî bi xwuşka …… mezin dibe. Tenê ew herdû xwuşk hene. Bavê Nefertîtî yê bi navê Wezîrê heyvê di qesrê de kesê herî nêzî Qrale. Hem bi ewlebûna xwe hem jî bi ezmûnên xwe yên rêveberiyê di qesrê de wezîrekî payabilinde. Ji bo vê Nefertîtî dizane ku wê di dema pêş de bi kesekî payabilind re bizewice. Nefertîtî keçeke pir zêde bi hirs û fikrê mezinbûnê re girêdayî tevdigere. Hemû armanca xwe ya jiyanê ji bo ku bigihêje asta mewkiya jor bikartîne.

Di wê demê de Qral Ahmenhotep”ê mezin jiyan dike. Du kûrê qral hene. Yê mezin Tutmosîs ji bo qesrê û qraltiyê hatiye mezinkirin. Kurê biçûk Ahmenhotepê duyem jî bi dûrbûna bavê xwe û bi yekîtîya rahîbên qesrê yên berê re mezin dibe. Qerekterên herdûya ji hev gelek cûdane. Birayê mezin Tutmosîs xwedî ezmûnên şer yên mezinin. Dilnizm û mirovheze. Ji rêveberiya bajêr û rastiya gel baş fam dike. Di wê navberê de nexweş dikeve û di nava ciya de tê dermankirin. Ji bo ku Ahmenhotepê biçûk bibe warîsê fîravûnê demê birayê xwe di nava doşeka nexweşiyê de wî difetisîne. Tevî gel heya fîravûnê demê herkes dizane ku Tûtmosîs ji aliyê birayê xwe ve hatiye kuştin. Lê belê ji ber gengeşiya demê kes newêre behsa vê kuştinê bike.

Di wê demê de meta Nefertîtî ya ku di qesra fîravûn de keybanûya kevne ji bavê Nefertîtî yanî birayê xwe keça wî dixwaze. Lê di navbera herdû keçan de didilîye. Keça biçûk ya bi navê Mûtnojmet gelek diltenik û jidile. Bawermenda xwedavenda demê ye.Tu carî derewan nake û bi çanda malbatî re girêdayîye. Di dema xwe de ji zanistên demê fêrî kêrhateya giya û şînahiyan dibe. Hema hema hemû giyayan nas dike û ji bo dermankirina birînan wan bikar tîne. Lê belê ne xwedî taybetmendiyên keybanûya ye. Ji ber vê behsa Nefertîtî tê kirin. Hevseriya Nefertîtî û Ahmenhotep tê erêkirin. Nefertîtî li bendî vê bûyerê ye. Ji biçûkaniya xwe de xwe amade kiriye. Her wiha li gor navê xwe tevdigere. Wateya navê Nefertîtî Keçika Xweşik Ya Ji Dûr Hatiye ye. Wateya navê Mûtnojmet xwedavenda jiyanê ye.

Piştî vê hevpeymana bavê Nefertîtî û meta wê bi demek kin Nefertîtî derbasî Qesrê dibe. Li gor çanda demê Amenhotep bi jina navê Kiya re zewiciye û kurekî wê heye. Lê belê Nefertîtî dibe jina yekem an jî ya sereke ya Qesrê. Li gor peymana bavê nefertîtî û meta wê diviya bû nefertîtî pêşiya beradayîtiya Amenhotep bigire û wî birêve bibe.

Nefertîtî di 15 saliya xwe de bi fîravun amenhotep re di zewice. Di wê demê de amenhotep bi jina bi navê Kîya re zewiciye. Lê belê nefertîtî dibe jina yekem ya fîravun amenhotep. Di wê demê de bavê fîravunê bi navê kurê xwe Amenhotep û birayê wî Tutmosîs jî jiyan dikin. Lê belê tutmosîs nexweş dikeve û amenhotep di nav livînê wî de bi balgiha wî wî difetisîne. Pirîka ku li tutmosîs mêze dike û wî derman dike vê bûyerê dibîne lê belê ji tu kesî re nabêje. Bavê nefertîtî wezîrê qesrê yê gelek jêhatiye. Di ciwaniya xwe de li mîttaniya jiya ye û li wir bi dayika nefertîtî re zewiciye. Lê dema nefertîtî ji dayik dibe dayika wê dimire û bavê nefertîtî tevî keca xwe nefertîtî tê misir. Li wir bi dayika wê ya din re dizewice. Bi navê nutmojnet xwuşkek wê çêdibe. Bi hevdure mezin dibin. Ji dayika nefertîtî ya mîtanî tu tiştek û bîranînek nemaye. Lê belê dayika wê qralîçeya mîttaniya ye û nefertîtî jî prensese. Tenê ya ku ji dayika wê jê re maye prensesiye.

Li gor zanîn û agahiyên erdkolana niha deqên li ser dest û bedena jinan di wê demê de li ser bedena Nefertîtî bi taybet li ser qirika wê hatine dîtin. Wekî din weke çanda demê Nefertîtî dema diçe hevdîtinên bi dewletên din re dest, ling û sîngê xwe hine dike û sîng vekirî hevdîtinan çêdike.

Amenhotep pişre navê xwe dike ahenatop.

Navê nefertîtî tê wateya keçika xweşik ya ji welatê dur hatiye. Şeş keçên nefertîtî çêdibin. Navê wan merîtaton, neferuaton, anhesenpaaton, neferneferure, setepenre,

Amon Ra Xwedayê Rojê Ye. Aton Roj Bı Xwe Ye.

Nıvîskar Mîchelle Moran

 

Schreibe einen Kommentar