Nirxandinên Rêber ABDULLAH ÖCALAN Li Ser Jineolojî

Abdullah Öcalan

Mirov fêhm bike dikare bijî. Mirov dijî ji bo fêhm bike. Ez yeqîn nakim ku şîroveyeke din a kozmosê hebe. Herçiqas zehmet be ku maneya mutleq di warê pêkhatinê de nêzî nemumkiniyê be jî ez li ser a xwe me ku ya jiyanê dimeşîne rastî bi xwe ye. Ti hêz bi qasî hêza maneyê bi hêz nîne yan jî li hemberî maneyê ji xwenîşandanên sexte û pêve tiştekî din nînin. Li cihekî ku mane nebe behsa jiyanê nayê kirin. Tabî heke em danûstandina bêhnê weke jiyanê nehesibînin. Spînoza gotibû ‘Fêhmkirin azadî ye’. Ji derveyî wê ez jî bawer nakim ku azadî hebe. Qasî ku ez fêhm dikim azadbûna min ji bo jiyanê hêza herî mezin e.

Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ewçend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihiştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike.

Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêşketî têne terîfkirin. Ev, civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in, xwe pirr baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan pirralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên welê ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêşde bibin, eşkere bidin axaftin û xwe pirralî ava bikin.

Di çarçoveya vê terîfê de tevahiya serdeman girtina dest a pêşketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingehê xwe de tevahiya serdeman, rewşa manedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civak bi tenê ji heqîqetan nehatine hûnandin, di heman demê de hêza diyarkirinê ne. Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike, ketiye rewşa herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê. Bi awayekî maneya vê jî rewşa qutbûna ji hebûnê, û dest berdana ji rastîbûnê ye. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên welê ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên subjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên maneya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera mane û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Mane, bi awayekî potansiyela heqîqetê ye. Ev potansiyel çiqasî were ziman, bi awayekî azad bipeyive û were avakirin wê bigihîje rewşa jêre heqîqet tê gotin.

Zanistên civakî yên dixwazin bi têgihiştina zanistên pozîtîvîst ango bi paradîgmaya wê pêşde bibin, bi temamî asê bûne. Naxwe em nikarin diyardeya mêtinkarî û şer a ev çend mezin bûye rave bikin. Nabe ku zanyarek herî kêm bi qasî alimekî dînî û exlaqparêzekî berpirsiyar nebe. Eger zanist ji mîtolojî, dîn û felsefeyê zêdetir xwediyê hêza maneyê ye û tevî ku şoreşa xwe di sedsala 17. de kiriye û serketina xwe îlan kiriye, çima nikarîbû vê serdestiya xwe li hemberî diyardeya şer û mêtinkariya nedîtî nîşan bide? Mirov dikare di desthilatdarbûna zanistê de vê yekê weke sedem nîşan bide. Zanista bibe desthilatdar azadiya xwe ji dest dide.

Li gorî min zirara herî mezin a kapîtalîzmê di tinekirina terîfa jiyanê de ye. Ji vê jî wêdetir, bêbextî û xiyaneta herî mezin bi têkiliya jiyanê ya bi civak û hawîrdorê re kiriye. Hemin di vê de sîstema şaristaniyê ya li pişta wê, bi qasî wê berpirsiyar e. Tê gotin em di dema herî bi hêz a zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî seyr e ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî terîf bike. Naxwe divê mirov bipirse: zanista çi û zanist ji bo kê? Çiqasî bersiva van pirsan were dayîn, ewqasî wê baş were fêhmkirin ka çima zanyarên civakî bersivê nadin pirsa bingehîn a weke “Jiyan çi ye û têkiliya wê bi civakê re çawa ye?” Dibe ku ev pirs gelekî besît xuya bikin. Lê hebûna jêre mirov tê gotin bi qasî jiyana xwe manedar e. Piştî ku ev jî nehat fêhmkirin ma çi qîmeta mirov heye! Di vê rewşê de belkî veguhere mexlûqekî ku ji heywanekî, heta ji jiyana nebatekê bêqîmetir be. Mirovatiyeke maneya xwe, heqîqeta xwe nizanibe yan nîne yan jî hebe jî bi awayekî herî rezîl û herî hov heye.

Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewlet-neteweyê, xilasbûna ji ti hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye.

Qeyrana zanista bi navenda şaristaniya Ewrûpa bunyewî ye. Bi pêşketinên di heyamên destpêkê yên şaristanî re pêwendîdar e. Navendîbûna zanistê li perestgehê, tê wateya yekparebûna wê bi desthilatiyê re. Bi hejmareke zêde nimûne hene ku îspat dikin ku zanistên di şaristaniyên Misir û Sumer de bûne parçeyên jêveneqetîn ên desthilatiyê. Keşîşî, ku zanistê berhev dikir, ji xwe di şûngeha hevparê tewrî girîng ê desthilatiyê de bû. Lê di rastî de pêkhateya zanista di serdema neolîtîkê de cewaz bû. Zanîna jinê ya li ser nebatan, belkî jî hîmê biyolojî û bijîşkiyê (tibê) bû. Wekî din, çavnêriyên wê yên li ser demsalan û mehan, hesabê derdixist holê. Dikare pirr bi hêsanî were şîrovekirin ku pratîkên jiyanê yên bi hezaran salan ên komcivakên çandinî û gundan, gencîne (xezîne)yeke mezin a zanînê (agahiyê) derxistiye holê. Lê heyama şaristaniyê van zanînan komî ser hev kir û wan kir parçeyekî desthilatiyê. Li vê derê veguheraneke wesfînî di wateya neyînî de hatiye jiyîn.

Eger em zanistê weke şîroveya pêşketî ya maneyê bi nav bikin, em ê ev çend bi lez yekbûna wê bi desthilatdariyê re yan li ser navê zanistê weke têkçûnê yan jî em ê weke pirsgirêkeke ciddî ya bi navkirina zanistê fêhm bikin. Ji vir encama divê em derxin ew e ku zanist hewcedarê şîroveyeke nû ya maneyê ye. Zanist hewcedariya xwe bi şoreşeke nû ya paradîgmatîk heye.

Neçar e ku zanista were pêşxistin, berî her tiştî weke “zanista civakî” were rêkûpêkkirin. Divê zanista civakî, weka banû (qralîçe)ya dayîk a tevahiya zanistan, were pejirandin. Ne zanistên din ên di derbarê Xwezaya Yekemîn de (fizîk, astronomî, kimya û biyolojî) û ne jî zanîn û zanistên din ên beşerî (wêje, felsefe, huner, aborî û wekî vana), qet nikarin pêşengî bikin û girêdana watedar bi rastiyê re çêbikin. Ev herdu qad, tenê dema girêdana xwe bi zanista civakî re bi rengekî serkefti çêbikin, wê demê dikarin para xwe ji rastiyê bigirin.

Zanîn û zanist di cavakên dijber ên berî û heyama şaristaniyê de parçeyek ji civaka exlaqî û polîtîk bûn. Ta ku berjewendiyên jiyanî yên civakê pêwîst nedikir, gengaz nedibû ku zanist bi cûreyek dîtir bihata bikaranîn. Yekane armanca zanîn û zanistê, tenê dikarîbû ew bûya ku heyina civakê bihata domandin, parastin û xwedîkirin. Mirov nedikarî hizirîba ku armancekê wan a dîtir hebûya. Lê şaristanî vê rewşê ji kokê ve guherand. Yekdestiya xwe li ser zanîn û zanistê saz kir û bi vî rengî wan ji civakê qut kir. Dema civak ji zanîn û zanistê bêpar hate hiştin, hêzên desthilatî û dewletê, bi zanîn û zanistê, heya bêjî bihêz bûn. Wan kesên ku zanînê hildiberandin û diguhastin, bi xanedaniyan û serayan girê dan û bi vî rengî yekdestiya xwe saxlem kirin. Bi vî awayî qutkirina bikok a zanist ji civakê û bi taybetî ji jinê, dihat wateya qutkirina her wisa girêdana wê ya bi jiyanê û jîngehê re jî. Di heman demê de qutbûna bikok a girêdana zekaya analîtîk bi zekaya hestî re û mezinbûna berdewamî ya mesafeya di navbera wan de jî bi hev re pêş diket.

Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

Divê jin wek kurtasiya sîstemê were dîtin û wisa were analîzkirin. Civaka kapîtalîst çawa lûtke û dewama civakên berê yên mêtinger e, jin jî bandora koletiyê ya van hemû sîsteman li asta herî jor dijî. Eger em heta jina di cendereya mêtingerî û zordestiya civaka dewletparêz û hiyarerşîk a herî kevin û dijwar de derbasbûye û şêweyek danê fêm nekin, em nikarin civakê rast rave û tarîf bikin. Ji bo koletiya etnîk, netew û çînî rast were fêmkirin, hewce ye jin rast were tarîfkirin. Tevî ku tîr di çuwal de hilnedihat jî, sosyolojiyê di dawiya çaryeka sedsala 20. de hindik be jî li ser mijara jinê hewlda hin lêkolînan bike. Tevgera Femînîst, karîbûye hawîrdorê, şer, texrîbên xeternak ên îqtîdarê, dîrok û karektera cinsiyetparêz a serdest, bide fikirandin. Ev noqte bi xwe jî, di serî de ilmên civakî yên diviyabû objektîf bin, karektera cinsiyetparêz a hemû ilman nîşan dide. İlim cinsiyetparêz e.

Dîroka şaristaniyê, di heman demê de dîroka wendakirin û wendabûna jinê ye. Ev dîrok bi xweda û bendeyên xwe ve, bi ferwerdar (hukumdar) û rajêr (tebaa)ên xwe ve, her wisa bi aborî, zanist û hunera xwe ve, dîrokek wisa ye ku têde kesayetiya serwer a zilam zexm bûye. Lewre, wendakirin û wendabûna jinê, bi navê civakê, ketin û wendakirina mezin e. Civaka zayendperest, encama vê ketin û wendakirinê ye. Zilamê zayendperest, dema serweriya xwe ya civakî li ser jinê ava dike, ewqas dilbijok (biîşteh) e ku her cûre miziş (temas)ê, dike pêşaniyeke serweriyê. Hertim têkiliya serwerî hatiye barkirin li diyardeyeke biyolojîk weke têkiliya zayendî. Zilam qet ji bîr nake ku li ser jinê bi hewaya serkeftinê mizişa zayendî (temasa cinsî) çê kiriye. Pirr eşkere ye bê ka pêwendiya zayendî û desthilatî di nava civakê de çawa bandorker e. Rastiyeke sosyolojîk e ku tew di roja me ya îro de jî, her zilam li ser jinê xwedî mafên bêhêjmar e, ‘mafê kuştinê’jî têde. Van “mafan” her roj têne bikaranîn. Têkilî, bi pirraniya raser, di karekterên taciz û tecawizê de ne.

Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.

Ya herî baş ew e ku ji bo azadkirina cîhana jinê, jin bi xwe mejiyê xwe yê hisî û mejiyê analîtîk bi hev re bixebitîne û pêk bîne. Divê jin mîtolojî, felsefe, dîn û zanistê ji nû ve li gor xwe di ber çavan re derbas bike, bi mejiyê xwe yê xweser û azad şîrove bike û bixe pratîkê. Eger mirov bi mejiyê jinê nêzî teorî û pratîkê bibe dikare bigihîje dunyayek nêzî xwazayê, aştiyane, azadîxwaz û wekhevîxwaz a bi jiyaneke bedewî barkirî.

 

Schreibe einen Kommentar