NÊRÎNEK JINEOLOJÎK LI DEMOGRAFYAYÊ

ZOZAN SÎMA

Di her zindiyî de bêdawîbûn, lêgera bêmiriniyê ye xwezêdekirin. Bi xwetêrkirin û parastinê re yek ji ajoya herî bingehîne. Dibe ku weke nifş li ser piya mayîn, bi xebitîna şert û mercên jiyanê avakirinê re Homo Sapîens ev ji kûr de hîskiribe. Jixwe Neandertal, Homo Erektûs an jî Homo Habîlîs ku nifşên mirovane ev berdewamî pêknanîne û ji dika dîrokê vekişiyane. Wek nifş mirov, bi girtina demana jiyana xwe ya li ser rûyê cîhanê, wek hemû zindiyên din derfetên xwetêrkirin û bicihkirinê xwezêdekirin eşkere kiriye. Jiber ku şert û mercên xwezayê zêde rê nade jiyana demdirêj di aliye xwetêrkirinê de destura jiyanek demdirêj jî nade. Derfeta hejmara mirov ya zêde jî pêk nayê. Lê ya diyarker eve ku cînseltî dibin venêrîna jinan de ye. Di jiyana gelek zindiyan de cînseltî di demên diyar yên salane de jiyan dibe û bi armanca xwezêdekirinê ye.

Her çiqasî em nexwedî zanînek teqezbin jî, cînseltiya mirovan weke di pêşketina hebûnên xwezayê yên din de pêşdikeve ava dibe. Di dema ku cînseltiya jin diyarkerde ye de, vegerîna hêk avêtina jin ya dorveger, daxwaza hatina cemhev avadike û bi periyod an jî demên diyar yanî di demên kin wek demên heyvikî de an jî mehane, dibe ku ev jî îhtîmaleke bihêze. Bi taybet ji şêwazê hezkirin, hez û çoşa cînseltiya mirovê roja îro pir cudatir, di wê demê de hez û coşa hatina gelhev nirxên hevpar yên jiyana komînal û çavkaniya pêwendiyên civakî bihêzin.

Li gorî ajoya birçîbûnê operasyonên hîn xeter li ser ajoya cinseltiyê hatiyê pêkanîn. Wateya cînseltiyê ya civaka mirovan ji ya zindiyên din cudatire. Di kêliya hez û bihevşabûnê de, di laşê me de, hormonên endorfîn an jî seretonîn tên avzêkirin (salgılamak). Ev hest bi qasî ku di parvekirinên têkiliyên civakî yên dostanî serkeftinê de jiyan dibin, di xwezayê de an jî di çêkirina berhemek hunerî ya xweşik de heman hormon dikarin derbikevin holê. Lê mirovên ku bi tenê ne an jî di her dema derbasdibe de mirovên ku tenê tên hiştin de, di metropolên ku ti xweşikîya xwezayê nemaye de jiyana di nava betonan û camekanan de tên fetisandinde jiyana mirovan bi awayê depresif, melankolik (bengînî) û pêxirtengiyê re rûbirû dimîne û ev hormon kêm derdikevin holê. Tê zanîn di lêkolînên mirovên xwekujiyê de an jî di kesayeta mirovên xwedî vê meylê de ev hormonên kêfxweşiyê an jî şabûnê kêm tên dîtin. Ha weke wan e. Vaye ya ku em behsa wê dikin tam jî ev rewşe. Kêmbûna van hormonên kêfxweşiyê weke pirsgirêkek biyolojik tên destnîşan kirin. Lê belê encama pirsgirêkên civakî ya pir cîdîye ya ku tê jiyankirin an jî jiyana ku êdî bê armanc tê jiyankirinê ye. Girêdana bi madeyên heşbir û cînseltiyê re dihêle ku di laşde hertim hormonên endorfîn û seretonîn werin avzêkirin. Modernîteya kapîtalîst kesayet bi hez û kêfxweşiya van girêdanan endamê civakê derveyî nirxên civakî yên hevpar dihêle û bi van ajoyên harbûyî, mehkûmî jiyana xwe tatmînkirinê dike. Reklaman, heya rêzefilman, ji fîlmên navûdeng heya gelek gotinên bêwate ku bi amêrên muzîka qîrebara zêde tên pêşkêşkirin û beramberî qlîbên pir zêde erotik hemû berhem hizmeta vê armancê dikin.

Ji qada jiyana jinan zêdetir qada cinseltiya ku li gor daxwazên zilam tê amadekirin jinan di nava pençên pir tirsnak de dihêle. Em bûyerên destavêtin û destdirêjiyê li aliyekê bihêlin, di têkiliyên evîndarî û zewacê de cînseltiya ku bêserûber bûye, hemû maf û biryarên jin ya ser bedena wê jê girtiye. Têkiliya cînsî ya ku di navde tenê rista zilam diyarkere de, jin tenê di aliye fîzîkî û ruhî de nayê tinekirin, di heman demê de ev bûyer dibe pirsgirêka herî mezin ya roja îro. Ev pirsgirêka civakî ya giran pirsgirêka serjimêriyê ye. Di mijara sedema zêdebûna hejmara mirovan de zanîna me ya jiberkirî eve; di nav gundiyên welatên paşketî de an jî di welatên nemodern de di encama cehaleta van mirovan de vekirina rêya van pirsgirêka ye. Ev mijar wiha tê şîrovekirin. Ji ber ku me gelek caran bihistiye BM an jî ÎMF ji bo welatên xizan şertê alikari an ji deyn dayînê weke sînor danîna ser zarokanîna zêde diyarkiriyê. Bi vê armancê ultîmatom dane welatên xizan. Ma ji xwe me gelek caran nûçeyên bi wi avayi xwendine an jî guhdar kirine.

Lê belê di pey van jiberkirinan de gelek hêcetên din veşartîne. Hema berî Mîladê hejmara mirovan ya ku derketibû 200 mîlyonan nêzî hezar salî di vê radeyê de maye. Piştre bi zêdebûna hejmarek kêm di sedsala 18. de bûye 800 mîlyon. Di sala 1890 de bûye 1,5 mîlyar, di sala 1987 an de yanî hema piştî sed salan 5 mîlyar derbas kiriye. Di vê tabloyê de bûyera ku herî zêde bal dikişine hejmara zêde ya dema modernîteya kapîtalîste. Yanî pirsgirêk ne sedema cehaleta komên civakî ku haya wan ji heb û dermanên venêrîna zarokanînê tine ne. Jixwe di gelek lêkolînên antropolojik û daneyên dîrokî de derketiye holê ku venêrîna zayînê berî tıbba modern di demek gelek kevn de tê zanîn. Zanîna pîşeyî ya şîfakirin, otakirin an jî hekîmtî, ebetî an jî pirîktî, ji zanîna tıbba modern qat bi qat zêdetire û ev ezmûnên dîrokî ê jinanê. Ev ceribandin ji nifşan derbasî nifşan bûye. Lê di dema pisporiya pîşeya tibbî de û anîna warê dîplomeyîde, jin û ev ceribandinên jinan derveyî vê qadê hatine hiştin. Jin di mijara bedena xwe de, xwedî zanînên pir berfirehin. Bi taybet di dema nêçîra cadiyan ya ewrûpa de reşkujiyên ku li ser jinan tên jiyîn û qetilkirin, bi armanca ku ev zanîna li ser bedena jin û zanîna zarokanîna jinan were şikandin hatiye pêkanîn. Ev jî encamek berbiçave ku derketiye holê ye.

Demografyaya di wateya zanista serjimêriyê de ku hin ev sîfeta zanistê negirtiye, di demên kevinde jî pêk hatiye. Li Sumer, Misir, Çîn, Hîndîstana ku dewletên şaristaniyê yekemînin de ji bo hejmara zilaman diyar bikin serjimêrî pêkanîne. Jiber pêwîstiya dewletan bi hejmara leşkeran û hejmara baca tê berhevkirinê hebû. Pêwîstiya van dewletên yekem yên şaristaniyê bi encama van berhevan hebûn. Heya niha jî ya ku politikaya serjimêriya dewletan diyar dike ev nêzîkatiye. Paşayê ku ji qesra xwe banga anîna sê zarokan li jinan dike û bi weadê zêr dayîna jina ku zarokan tîne di heman demê de van hesabên serwezîr yên berî niha bihezaran salan eşkere dike. Tenê ji bo bibe xwedî karkerê erzan dixebite û leşkerê ku şer bike.

Qada demografya qada ku mafê axaftina jin qet têde tineye. Lê belê qada ku ji ekonomîstekî heya bijîşkekî, ji bernameya hukûmetê heya rayedarên dewletê, heya zilamê olî qada ku herkes hesaban li ser dike ye demografya. Ji bo civaka mirovan xwedî zarokbûyîn, ne pêwîstiya xwezêdekirina xwezayî ya hemû zindiya ye. Di vê qada ku pir zêde li ser hesab tên kirinê de lêkolînên dîrokî kirin û polîtîkayên hîn diyarker derxistina holê eşkereye ku pêwîstiyek lezgîne. Ev pirsgirêk ji parastina mafê kurtaja jinan zêdetir berfirehe.

Bi qasî ku jin bi bedenî, ruhî, fikrî tên qetilkirin, hejmara mirovan ya ku sîstema ekolojik ya xwezayê berbi sînorê tengav de dibe her wiha mijara demografya jî qada bingehîn ya Jineolojiyê ye. Jineolojî mijara demografyayê derbasî rojeva tekoşînên jin yên cîhanê dike. Ji muxalefeta politikaya dewletan wêdetir têgihiştinek têkoşînê ya mayînde bi daneyan di afirîne. Hesabên di paş polîtîkayên demografik yên dîrokî û rojane de ronahî dike. Di mijara zarokanîn û cînseltiyê de hedef dike bi nêzîkatiyên nûjen çanda jiyanê ya nû ava bike. Armanc dike ku asta çanda mirovan ne bi xwezêdekirina ajoyên hindirîn, bi asta felsefî, fikrî û hunerî dikare xwe û zanîna xwe hilberîne. Derfetên zanîna keçikan ya di derbarê bedena xwe de ne bi cînseltiya bi mêr re, an jî bi rêya medyaya bedena jinan maldike, bi nûneriya akademiyên nirxên azadiya jinê hatine sazkirin de derfet û rêxistinkirina vê ava dike. Li hember kiryarên ku xweserî û tendurustiya jinan berçav nakin, nêzîkatiyên cînsiyetperest û li hember rêbazên venêrîna zayîna jinan jî têkoşînê bingeh digire.

Schreibe einen Kommentar