JI SERÊ ÇIYAYAN HEYA QIRAXÊN TAXA AKADEMÎ

ZİNÊ AGIRİ

Asta azadiya têkiliyên civakî ji zanîn, teknîk û felsefe re hîn zêde vekiriye. Beramberî vê; her ku dext û xapandinên bîrdozî hatin pêşxistin, di zanist û felsefê de yanî di derbarê xwezayê de di asta zanebûn û şîroveyên giştî de berbi radeya jêr ve ketin çêbûye. Di civakên cînsiyetperest de qismek civakê bi tevahî ji berhemdariyê tê qutkirin. Qismekî civakê ya piranî jî, ji mirovbûnê wêdetir weke parçeyek mekîne tê kolekirin. Ev hemû dibin çavkaniyên doxmayên bîrdozî. Di tevahiya dîroka şaristaniyan de rista çîna rahîban ev bûye. Mirov di nav êşande hatine hiştin, wan bi xwe bi amûrên bihûşt û dojehê, bi feraseta xwedayê ku ceza dike ev pêşkêşi mirovan kirine û ev nêzîkatî herdayîm berdewam kirine. Van jordestan hem xwe û hem jî rêvebirên li pey berjewendiyên maddî yên ku bi xwe re dayîne girêdan gîhandine zêdebûna hebûnan ku di ti deman de nehatiye dîtin. Ji ber vê sedemê amurên ku hertim serî lê hatiye dayîn ji bo sazûmaniya serdest ya hegemonîk amurên zîhnî, nexşeyî yanî mîtolojî û ol hatiye pêşxistin.

Navendên hilberînê di dema destpêkê de perestgehbûn. Piştre ev rist ji rewşenbîr û nivîskara re tê dayîn. Di heman demê de bi akademiyan bi encam dibe. Bi taybet di şaristaniya Greko-Romen de sazûmaniya Akademiya ya Fîlozofan derdikeve pêş. Di dema sûmeran de cara yekem di bajarê Nîppûr de mînaka yekem ya akademiya wêjeyî Eddûba çêdibe. Ev pêşketin di heman demê de di dîroka mirovahiyê de dibe xwedî sûda zanîngeha yekem û cihê xwe digire.

Dema em di vê çerçevê de temaşe dikin, akademî bi diyarkirina pêwîstiyên dem û zeman re girêdayî tên sazkirin û xebitandin. Di dîrokê de weke ku gelek mînakên wan tên dîtin, sazbûnên bidilxwazî û sade ne. Ateşgedeyên zerdûşt yên li ser sere çiyayan, bexçeyên Eflatûn û Arîsto, berqiraxên rêyan yên Sokrates û Stoayan, di serdema navînde, Dêr, Tekke, Mizgeft, Malên Cem yên hatine avakirinê ji van mînakane.

Hertim cihên ku mirov hatine gel hevdû û hevdû perwerde kirine çêbûne. Her çiqas bi demê re navê van deran hatibûn guhertin û veguhertin jî, di xebitînê de weke xwe mane. Lê bi demê re Modernîteya Kapîtalîst ji bo ezameta îktîdara xwe bi sepine van deran di bînayan de, di saziyan de digire û navê Akademîa divir de heps dike.

Bi zeman û şert û mercên hişk van deverên perwerdehiyê, tîne warê xîtabkirina qismeke diyar. Bûye cihê ku qismekî jordest ya civakî zanîna bixe bin serweriya xwe. Di van mekanan de berpirsiyariya mijarên dihatin nîqaşkirin ne hatiye girtin, bi taybet hinek ji wan di warê gelek zane de hatine hiştin, diyalektîka efendî-kole an jî serdest û bindest hatiye berdewam kirin. Bi piranî jin ji van deran hatine dûrxistin, mehkûmî malê hatine hiştin. Her mekanê qaşo fermî tenê bi van şertên diyar “baldare ku ev şert hemû ji bo zilaman û ji bo kesê wek wan difikirin tên bidestgirtin” di van mekanan de dihatin bicihkirin.

Lê biqasî ku em di dîrokê de jî dibînin, ji bo me jinan em ji serê çiyayan bigirin dest heya qozîyên taxan her derê ji bo xwe dikin mekanên perwerdê. Ev deverên wiha, Xweser û Demokratîkin. Kadro û bernameyên xwe em bi xwe amade dikin. Mamoste û xwendekariya jidil pêş dixin. Gelek caran mamoste dibe xwendekar, xwendekar dibe mamoste. Ji şivanê serê çiya heya profesoran her kesê ku xwedî îdîa û armanca pêşketinê ye dikare beşdar bibe.

Em wek jin, bêyî ku em di astengî û şert û mercên zîhniyeta serweriya zilam ya Modernîteya Kapîtalîst bi eliqin, em di rûpela Jineolojî ya Akademia yê de hev bibinin û hevdû perwerde bikin.

Schreibe einen Kommentar