JI LÊGERVANÊN RASTÎ, DAD Û EDALETÊ RE

Abdullah Öcalan

Divê mirov bawer bike ku di gerdûnê de prensîbeke edalet û dadê heye. Ti pêkhatin bêyî şertên xwe û ravekirina xwe dernakeve holê. Xweza, di pêkanîn û çêkirinê de ji dîtina me wêdetir bi edalete. Ji qabîliyetên me yên çavdêriyê yên şaşkirî û berevajîkirî divê mirov civaka şaristaniyê berpirsiyar bibine. Dibe ku bi vê tespîtê şîroveya me li cih be. Çêbûna mirov jî pêşketineke adile ku pêk hatiye. Mirov dikare bibêje; bi tevahî nîzama gerdûnî, cîhana biyolojîk û pêkhatinên civakî di xizmeta hebûna mirov de ne. Ma ji vê mezintir edalet dibe? Eger dewlet û hiyarerşiya mezin a di civakê de ev rastî berevajîkiribin û ser van rastiyan girtibin, divê mirov weke berpirsiyarê vê jî dîsa van hêzên mirov ên berevajîkar bibîne. Hingî jî mirovên li pey edaletê diçin wê bi xwe wezîfedar bin. Ji bo edaletê yên ku her cure mane û çalakiyê bike dîsa mirov e. Bêguman mirovên bibêjin ‘Ez Li Edaletê Digerim’ ew kesin ku divê daxwazkar bin, pêdiviyan bi awayekî manedar, çalak, rêxistinkirî û bi dewamî bi cih bînin.

Me got, di binê têkiliya edalet û rastiyê de pergala gerdûnî heye. Wê wextê mirov dikare bibêje; zêhnê karibe adil bibe, li gorî pergala gerdûnê ew zêhne ku şensê hilbijartina azad bi dest xistiye. Ji bo vê jî dîroka azadiyan weke hêzeke mezin a perwerdekar (dîroka civakî) zêhnê me perwerde dike û ji hilbijartinên azad re amade dike.

Xwestina maf û dema maf ji dest hat girtin ji bo mafê xwe rabûna serhildanan, liberxwe dayîn mafekî pîroze. Ev dibe cewherê pêkhatina huqûq û dadê. Li hemberî neheqî û bêmafiyan mafê tu kesî tineye ku bêdeng bimîne, serê xwe bi tewîne. Bê dadîya herî mezin li hemberî mirovahiyê dewleta ku mirovan jehrî dike û serê wan di tewîne.

Ev sertewandin ango bê ehlaqî û bê edaletî bi serdestiya ser vîna jinan û dijberiya çanda jinan pêşketiye û nirxên civakî berbi rizandinê ve birine.

Ji bo hemû zindiyan çawa kû xwarin, vexwarin pêwîstiya jiyaniye, ji bo mirovan jî ehlaq û edalet pêwîstiya jiyanî ye. Her zindî çawa ku pêwîstiyên xwe nebinin dimirin ji bo mirovan jî bêyî ehlaq û edalet mayîn tê wateya tinebûn û têkçûnê.

Başbûn, rastbûn, xweşikbûn bi pîvanên dadê diyardibin. Li deverên qirêjbûn, xerabî, kirêtî, şaşî lê hebe behsa edaletê û wekheviyê nayê kirin. Kesê ku van pîvanên xwe zelal nekin ne dikarin biehlaqbin ne jî adil û dadwer bin.

Di tevahiya demên dîrokî de pirsgirêkên girîng bi rêbazên leşkerî û siyasî hatine çareser kirin. Ji ber vê aliyê leşkerî heya niha gelek bihêze. Ya ku maf dide diyar kirin hêza leşkeriye. Ya ji siyasetê re dimîne li gor hêza leşkerî xwe birêxistin kirin û biryar girtine. Di nava civakê de bi navê edalet û dadê tu rêgezên navnetewî yên gerdûnî nehatine bicih anîn. Edalet bi şûr tê tayînkirin. Huqûqa hemdem jî xizmeta vê dike.

Li Rojhilata Navîn ji ber neheqiyên dîrokî-civakî gelek şer, pevçûn û tengezarî hê jî dewam dikin, ji bo bidawîkirina vê rewşê, konfederalîzma demokratîk îmkaneke çareseriyê ye. Li dijî astengiya modernîteya kapîtalîst û dewleta netewe ku berpirsên rastî yên şer û pevçûnê ne, rêya çareseriyê ya konfederalîzma demokratîk rêya aştî, dadê û azadiyê ye.

Ji bo Kurd, Ereb, Asûrî, Elewî, Rûm, Tirk an, ji bo Xirîstiyanan, Cihûyan jî divê heman prensîp esas bên girtin.

Çareseriyeke demokratîk a li qada ku şerê germ lê heye pêk bê, dibe ku bandora wê bi awayekî zincîrwarî li tevahiya qadên pirsgirêk li wan hene, belav bibe. Ji ber vê sedemê çareseriya Rojhilata Navîn konfederalîzma demokratîke.

Hewcedarî heye tevgerên dijberê pergalê rewşa xwe ji nû ve bigirin dest û xwe di ber çavan re derbas bikin. Eger li cihekî pirsgirêk gihiştibin sînorê dawî û tevger nikaribin çareser bikin, li wir pergal ji hevde bikeve jî pirsgirêk ji hev dernakevin, çareser nabin.

Bi hezaran mirov hatin darvekirin, bi mîlyonan mirov di şerên navxweyî de hatin kuştin, di hepisxane û nexweşxaneyan de hatine rizandin. Van jî têrê nekiriye, di şerê netewe û mezheban de naverast bûye derya xwînê. Şerên mêtingeriyê û şerên emperyalîst li vê encama kambax xeteriyên nû zêde kirine. Tevahiya van, bandorên bi darê zorê yên derketina kapîtalîzmê ne. Têkiliya xwe bi karekterê wê yê talanker û yekdestdar re heye ku ferz dike. Em vê têkiliyê bi hêsanî û eşkere dibînin.

Saziya hiyerarşî û dewletê weke bingeh li ser nirxên danehevî yên civakan ava dibe. Pêdiviya bi rêveberiyê hinekî tê hiskirin, bi pêdiviya bergirî û parastinê re dike yek û di berdêla vê de desteserkirina nirxên civakî ya her diçe zêde bêdad dibe, pêk tîne. Di vê de hem amûrên zorê û hem jî yên îdeolojîk bi hev re bikar tîne.

Tevgerên pêwendîdar ê pirsgirêkên jinê û hawîrdorê heta ji modernîteyê nebihurin mumkîn nîne bi awayekî gav û gotinên wan hevgirtî bimeşin. Ji bo gav û gotinên hevgirtî û serketinê şerte ku ev tevger xwe bi yekparebûna tevgera civaka demokratîk saz bikin.

Sedema ku zîhniyet û avaniyên desthilatparêz û dewletparêz di nav civakîbûnê de zemîn dibînin; seqetkirina exlaq û polîtîkayê ye. Exlaqa ku wîcdana civakêye bê erk tê hiştin, kevneşopiya dewletparêz li şûna exlaqê hiqûq, li şûna polîtîkayê îdareya dewletê bi cî kiriye. Di vê maneyê de bi destpêka kevneşopiya yekem a dewletê re, zîhniyeta mêrê serdest hatiye avakirin. Ji vî alî ve hiqûq, li şûna ku civakîbûnê biparêze û xurt bike di xurtkirin û parastina avahiyên dewletparêz û desthilatparêz de rol lîstiye. Hiqûqa ku xwedî rengekî desthilatparêz û cinsiyetparêze, di rewakirina koletiya jinê û serdestiya mêr de xwedî rol û bandoreke girînge. Di hiqûqê de yên ku tên parastin zêdetir serdestiya mêr, kar û sermayeya dewletê ye. Destûrên bingehîn, peyman û danezanên civakî yên ku bi zîhniyeta sîstema modernîteya kapîtalîst di roja me de hatine avakirin, ji bo dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re û ji avakirina hêzê dûrin.

Ji cêribandinên dîrokî yên ku hatine jiyankirin baş tê zanîn ku li hemberî êrîşên sîstema desthilatparêz ên li ser jin û civakê tenê bi lêgerînên wekheviyê yên hiqûqî mirov nikare bibe hêza çareseriyê. Ji ber ku nakokiya cins nakokiya herî bingehîne di vê maneyê de pirsgirêka jinê jî pirsgirêkeke dîrokî, civakî û bi koke. Çareseriya pirsgirêkê jî bêguman wê bi hiş û avahiyên exlaqî û polîtîk bikaribe pêk were. Hiqûq dema ku di xizmeta civaka exlaqî û polîtîk de bê destgirtin û pêşxistin wê di sîstema demokratîk û xweser de bibe xwedî wate. Jina ku hêza pêşeng a civaka exlaqî û polîtîke, dema ku rêzik û prensîbên hevratiyê yên civakîbûna ku ava kiriye daniye holê, bi van rêzik û prensîbên xwe mercên jiyanê yên hevratiyê jî ava dike. Li ser bingeha van prensîbên exlaqî û polîtîk ên ku wê îrade û tercîha jiyana azad pêk bîne demokratîkbûna hiqûqê jî esas digire. Di siyaseta civaka demokratîk de, ji nû ve avakirina hiqûqê jî girînge. Ji vî alî ve divê hiqûq ji avaniya bingeha cinsiyetparêz û çînayetî ber bi avakirineke li ser bingehê civakê ve biguhere û ji yekdestiya çîna dadger û dozgeran bê derxistin û ji nû ve li civakê bê vegerîn. Maneya vê ji nû ve vegera daraziya exlaqa civakîye. Çawa ku demokrasî bi xwe bê civak ne mimkun be, nabe ku hiqûqeke demokratîk jî bê civak be. Ji ber ku demokrasî azadbûna îradeya civakîye, li ser vê bingehê hiqûq jî wê bibe ya diparêze û hêz dide. Lewma hiqûqa demokratîk encax dema ku ev îradeya azad a civakê bigire bin ewlehiyê wê wate bigire. Ger exlaq bibe sîstemeke civakî yek ji rê, rêbaz û amûrên vê jî hiqûq e. Hiqûqa ku li ser bingeha zîhniyeta demokratîk ji nû ve tê pênasekirin wê nebe hiqûqeke ku exlaqê teng û înkar bike. Ya girîng mirov bikaribe têkiliya di navbera hiqûq û exlaqê de di binyada demokratîk de pênase bike. Ev têkilî rast bê pênasekirin û pêşxistin hem ji bo jinê hem jî bi taybet ji aliyê civakê ve heta bibêjî girînge.

Mirov rastiya civakî timî têrûtijî pêk bîne, wê bi heyecana pêkhatina kêliya di nava tevahiya rabihuriya kombûyî de ku pêk tê û bi hêviyên mezin yên paşerojê pêk bîne, evê bibe rastiya jiyanê ya herî nêzî heqîqetê. Gelekî girînge ku mirov pêkanîna şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê weke pirsgirêkeke bingehîn a teoriya sosyalîst û pratîka wê bibîne. Ev pêkhatin hem weke pêkhatina rast a heqîqeta civakî û hem jî weke îfadeya wê manedar dibe. Li şûna ku mirov sosyalîzmê bi tenê weke projeyek an jî bernameyeke der barê paşerojê de bibîne, divê mirov wê weke şêwazekî jiyanê yê exlaqî û polîtîk ê xwedî nirxekî estetîk ku kêlî bi kêlî azad û wekhev dike û edaletê li ber çavan digire, bibîne û bike heqîqet. Sosyalîzm şêwazekî jiyanêye ku bi zanebûn heqîqetê îfade dike. Divê mirov bi şêwazekî weke yê mumîn û zanyarên mînakên wan gelekî di dîrokê de hatine dîtin rabe û divê mirov weke mumîn û zanyarên demê bijî.

Jin, weke hêmana serekîn a civaka exlaqî û polîtîk, di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de, di aliyê etîk û estetîka jiyanê de, wê di hemû mijarên weke hêza hem raman û hem sepanê, vebûn û pêşketinên mezin bidest bixe. Girêdana jînê bi jiyanê re, li gorî ya zilam, pir berfirehtire. Gihaştina aliyên zekaya wê ya hestî, bi vê yekê re pêwendîdare. Lewre, estetîk, ku tê wateya xweşikkirina jiyanê, di hêla jinê de, mijareke hebûnê ye. Her wiha, berpirsyariya jinê di aliyê etîk (teoriya exlaqî; estetîk=teoriya xweşikî) de jî, bêhtir berfirehe. Li gorî pêdiviya xwezaya jinê ye ku di aliyê civaka exlaqî û polîtîk de zêdetir rast û berpirsyar tevbigerin. Di warên nirxandin, destnîşankirin û biryarkirina aliyên baş û xirab ên perwerdeya mirovan; girîngiya jiyan û aştî; xirabî û şer; her wiha pîvanên mafdarî û dadwerî de divê nêrîn bidin. Di vê mijarê de lêkolîna kê heye? Divê di mijarên jin û êş, jin û dad, jin û azadî, jin û huner, jin û xweşikî de lêkolîn werin kirin, bikin pirtûk. Min gotibû peymana civakê, ez dibêm qey çêkirine, kirine pirtûk.

Diyaloga min a bi jinê re, peymana min girînge. Hûnê peymana civakî ya jinê pêşve bibin. Divê peymanek ku em ji kuştina jinan bigirin heta sineta jinan, tecawiz û weke wê li beramberî tevahiyan têdikoşe be.

Li ser esasên pêşketinê, liv û tevgera ku hatiye jiyankirin ez dixwazim ku hûn kûr bibin. Her yek ji we dikare xwe bike dergahek, çavkaniyekê. Hûn rêhevalê min yê tekoşînê ne. Hûnê bi edalet bin. Hûnê zana û xwedî feraset bin. Hûnê erkên parvekirina kar bizanibin.

Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wiha wê yek ji erkên xwe yên serekîn bihesîbîne ku hem were pêşxistin û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne.

Civaka demokratîk civakeke wihaye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye.

Jin nebe jiyan nabe. Azadî nebe etîk û estetîk nabe. Tevahiya jiyanê weke civakî û estetîk hûnê destnîşan bikin. Jiyana ekonomîk, jiyana civakî, jiyana estetîk hûnê înşa bikin. Û bi vî awayî me zilamên hov sererast bikin. Hûnê ji xwe bawer bin. Sebra we heye, keda we heye, baldariya we heye. Xebatên xwe li ser bingehê lêgerîna jina azad esas bigirin. Bi hêvî bin, kedê bidin. Bi bawerî bikin. Xebata li ser bingehê jinê girînge. Li Rojhilata Navîn hûn ji jinan re pêşengtiyê dikin, encax bi vî rengî hûn dikarin bibin rêber. Hurmeta ji jinê re eve.

Mafên takekesî, mafên mirovan jî divê di bernameyê de hebin. Dibin her şert û merci de divê mafê takekesî yê fikirandin, axaftinê û vîna azad were parastin. Tu welat û dewlet dibin navê menfeetên civakê de nikare takekes ji mafên fikirandina azad, axaftinê û vîna xwe danîna holê pêbar bihêle. Di navbera civak û takekes de tewazina bi berhem divê were parastin. Ev dibe armanca sereke. Azadiya ku mafên azad yên takekesî tinebe û mafên takekesî yên kû azadiya civakê tê de tine be di encam de wenda dike. Divê li ser nirxên civakî êrîş neyên kirin. Nêzîkatiyên enanî, derveyî nirxên civakî, derveyî exlaqê civakî, meylên neberpirsiyar dernekevin holê. Ji ber mafên mirovan li ser bingeha parastina mafên civakî bi nirx dibin û bi encam dibin.

Di cîhanê de nirxên muşterek yên ku hêjaya wan bilind dibin mafên mirovan û demokrasiye. Şoreş jî di nav de, di veguhertinên civakî de rêbazên siyaseta Demokratîk di rêza pêşî de tên. Rêbazên bikaranîna zorê divê werin derbas kirin. Mafên parastina rewa yên takekesî û civakî, şêweyên şer û serhildanan di huqûqa netewên yekbûyî de cih digirin.

Pêwîste mirov bi terora huqûqa zora dewletê li ser civakê dimeşîne nexape. Exlaq bingehe, huqûqa dewletî duyemîne. Heger dadwer be, mirov ji huqûqê re rêz nîşan dide. Divê kêliyekê jî neyê jibîrkirin ku rêya bingehîn a parastina civakê û demboriya wê, di helwesta exlaqî re derbas dibe.

Azadî ji nan û avê hîn bi nirxtire. Ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn azadbûyîna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikî, wekheviyê wê pêş bikeve. Bi demê re hûnê van weke taveke biharê biafirînin.

 

Schreibe einen Kommentar