Hevjiyana Azad

Abdullah Öcalan

Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û problematîkên di têkiliyên jin û mêran de hene. Saziya zewacê ya bi awayekî yekalî di civaka hiyarerşîk û civaka şaristaniyê de li ser jinê hat ferzkirin, serweriya mêr pirralî ava kir û bi vê re belkî jî di xwezayê de bi qasî ku ti zindî û ruhberî nedîtî, hîmê saziyeke koletî û hewcebûnê hat danîn ku bi tenê xweserî civaka mirov e. Statuya pêşî ya civakîbûn, çînayetî û netewetiya serdest-bindest, timî li ser vî bingehî ava dibe. Di binê her şer û pevçûnê de jî ev rastî heye. Tişta ku dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst herî zêde ser wê girtiye, ew berevajî kiriye û neyênî nîşan daye, rastiya der barê statuya koletiya jinê ya li ser vî bingehî ye. Jina ku di civaka şaristaniyê de bi şeytên re wekhev tê dîtin, di sosyolojiya modernîteyê de kesayeta herî sernerm a konformîzmê û diya zarokan a karkertiya malê ya bêheqdest e.

Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.

Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

Ji bo jiyaneke rast, ya bingeh ew e, divê mirov beriya her tiştî jinê terîf bike û rola wê ya di nava jiyana civakî de diyar bike. Em vî hukmê xwe ji bo xisletên biyolojîk û statuya civakî ya jinê nadin. Têgîna jinê weke hebûn girîng e. Mirov çiqasî jinê terîf bike, terîfkirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bi mêr nikarin dest pê bikin, jiyan û jinê rast terîf bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di statuyeke navendîtir de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wisa ye. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe piçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna me ya li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildar e. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî dîsa ev rastî bi vî rengî ye, û nabe şaşî, berevajî piştrast dike. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrîşî jiyanê dike. Tinekerî û dijminatiya jiyanê ya mêr weke serwerê civakî têkiliya xwe ji nêz ve bi rastiya wî ya civakî re heye.

Em dema vî hukmê xwe gerdûnî bikin, em dikarin dualîteya enerjî-maddeyê ji xwe re bikin bingeh. Enerjî li gorî maddeyê bêhtir bingeh e. Madde bi xwe enerjiya pêkhatî ye. Madde şêweyê bi formbûyî yê hebûn û veşartina enerjiyê ye. Madde bi vê xisleta xwe enerjiyê dixe qefesê û herikîna wê dicemidîne. Her forma maddeyê para xwe ya enerjiyê cuda ye. Jixwe ev cudahiya enerjiyê cudahiya form û avahiyên maddî diyar dike. Enerjiya di form û maddeya jinê de ji enerjiya di maddeya mêr de cuda ye. Enerjiya jin hildigire hem zêde ye, hem jî xisleta enerjiya wê cuda ye. Forma jinê rê li ber vê cudabûnê vedike. Di xwezaya civakî de enerjiya mêr a vediguhere mekanîzmayên desthilatdariyê, bi form û şêweyên maddî bi gewde dibe. Şêwe di tevahiya gerdûnê de weke enerjiya cemidî muhafezekar in. Di civakê de serwerbûna mêr, şêweyê desthilatdariyê ye. Di vê rewşê de enerjiya hildigire bi giranî bûye xwedî form. Enerjiya venaguhere formê gelekî kêm e, û li cem kêm kesayetan pêk tê. Enerjiya li cem jinê bi giranî nabe form û şêwe nagire. Enerjiya wê di rewşa xwe ya herikînê de dimîne. Di form û qefesa mêr de neyê girtin wê weke enerjiya jiyanê herikîna xwe dewam bike. Jêhatîbûna manedanê, helbestwarîtî û xweşiktiya jinê ya nehatiye cemidandin û hişkkirin, bi vê rewşa enerjiyê ya giraniya xwe heye, ji nêz ve têkildar e. Ji bo serwextbûna li vê rastiyê divê mirov hûrûkûr li jiyana zindî û ruhberan serwext bibe.

Beridîna jiyaneke ku digihêje heta bi jiyana mirovî heye, ev jiyan dikare qismî were terîfkirin yan jî dive were terîfkirin. Beriya her tiştî divê mirov armanca jiyanê bixe ber lêpirsînê. Em çima hene, em çima dijîn? Jiyan çima xwe dewam dike, xwe xwedî dike û bergiriya xwe dike? Eger mirov bibêje, ji bo jiyanê xwe xwedî dike, bergiriya xwe dike û xwe zêde dike, ev ji bo bersivê têrê nake. Ji van pirsan wêdetir pirs hene, ew jî ev in, em çima zêde dibin, em çima bergiriya xwe dikin. Eger em bersiva ‘ji bo jiyanê’ bidin, em ê pê li dora singê xwe bizîvirin. Eger mirov li dora singê xwe jî bizîvire ev nabe çare û bersiv. Astên zêhniyetê yên heta destpêka mirov weke şêweyekî enerjiyê bi beridîn û pêşketinê hatine, ji bo diyardeya têgihiştinê hinek nîşaneyên bersivê didin. Beridîna gerdûnê heta bi destpêka mirov hêzeke maneyê ya timî hewl dide bi pêş bikeve nîşan dide. Potansiyela rastî yan jî veşartî ya di gerdûnê de mîna ku timî dixwaze derkeve holê, fêhm bike û bê fêhmkirin fena li encamekê bigere. Pêdiviya fêhmkirin û hatin fêhmkirinê, ajoya bingehîn a gerdûnê ye. Ji vir û pêve pirsa divê mirov bike, wê der barê fêhmkirin û hatin fêhmkirinê de be. Tişta dixwaze fêhm bike û bê fêhmkirin çi ye? Di Pirtûka Pîroz de “Xwedê dibêje, ez sirrek bûm, ji bo bêm naskirin û zanîn, min gerdûn afirand.” Ev hukmê Xwedê der barê xwe de dayî belkî ji bo me bibe bersiv, lê têrê nake. Pêdiviya bi zanîn û naskirinê bi temamî têra danasînê nake. Lê mîna ku hinekî sirra jiyanê eşkere dike.

Danasîna giyanê mutleq (geist) a Hegel jî xwediyê maneyeke bi heman rengî ye. Li cem Hegel jî gerdûn bi giyana mutleq bi zanîn û serwextî li xwe vegeriyaye. Gerdûna dixwaze were naskirin û zanîn, vê yekê bi derbasbûna di qonaxên fizîkî, biyolojîk û civakî re, bi serwextbûna felsefî ya rewşa herî baş a serwextbûnê ye, ango bi giyana mutleq xwe dide naskirin û bi vê razî dibe û bi vî awayî weke gerdûna hatiye naskirin û zanîn serhatiya xwe temam dike. Ev hukmên em behsa wan dikin xwedî heqîqetên gelekî girîng in, û armanca jiyanê bi maneyê re wekhev dikin. Di felsefeya Yewnan de têgîna ‘theorîa’ jî xwedî maneyeke bi heman rengî ye. Weke encam ‘mane’ xwedabûna mirova/ê civakî ye. Li vir pirsa girîng ev e: Xwedabûna mirova/ê civakî yan jî hêza ‘maneyê’ ya bi dest dixe, ma dikare tevahiya maneya di gerdûnê de temsîl an jî îfade bike? Mirov dikare maneya herî zêde ya di civakbûnê de (giyana mutleq a Hegel) bi maneya gerdûnê bi xwe re wekhev bibîne? Ma civak bi xwe jî hebûneke bi kêmasî nîne? Hingê ma wê maneya wê jî kêm nebe?

Lê em bi rewşa xwe ya mirov nikarin bersiva tam a van pirsan bidin. Ji ber ku em bi civakê bi sînorkirî ne. Em nikarin bibin hebûneke jor-civakê. Em bi tenê dikarin pirsan bikin. Şensa me jî ew e, pirsîn jî nîviyê fêhmkirin û manedanê ye. Ango dikare nîşaneyan der barê fêhmkirin û manedanê de (maneya mutleq) bide. Em niha dikarin hukim bidin ku ji bo me gihiştina asta manedanê gelekî girîng e, û em kengî li xwe hayil dibin ku em gelekî nêzî armanca bingehîn a jiyanê ne, hingê em dikarin razî û têr bibin. Em dîsa dikarin hukim bidin ku ji me tê û em muqtedîr in, beşekî mezin ji pirsgirêkên bingehîn ên der barê jiyana manedar de ji hev derxin, bi kêmanî em dikarin bersivên der barê jiyana civakî ya rast, xweşik û adil de bibînin.

Em kengî bi vê perspketîfa felsefîk berê xwe bidin rastiya jinê, em ê bigihîjin wê encamê ku divê têkiliya jiyana manedar bi aliyên jinê yên xweşik, rast û baş bêne pêşxistin. Em bi vî hukmî rabin, nabe ku armanca bingehîn a bi jinê re zêdebûn û pirrbûn be. Ji ber ku zindiyên tekşane yên besît jî haya xwe ji zêdebûnê hene û belkî jî mirov dikare bibêje, jiyanên wan ên yekarmancî li ser vî bingehî hatine şîfrekirin. Lê gerdûn diberide. Beridîna bi pêş dikeve nîşan dide ku tekşane xwe dubeşî parçeyên wekhev dike û ev jî dawiya jiyanê nîne, berevajî bi vê çalakiya dabeşbûna mîlyaran carî ya tekşaneyê jiyan bi lez pirrcure û pirrcuda dibe. Em bi vê jî dizanin ku bersiva piştî wê ya manedar zêdebûn û pirrbûn nîne, guhertin û veguherîne. Ji bo jiyanê zêdebûn navgînek e ku pêdivî pê heye, lê ji bo mirov li jiyanê serwext bibe ti carî têrê nake. Zêdebûn navgîn e, armanc an jî manedar nîne. Ya rastî, jiyaneke maneya wê bi tenê zêdebûn û pirrrbûn be, jiyaneke gelekî kêm û bi qusûr e. Ma dibe ku rewş li cem tekşaneyê bi vî rengî be, lê belê jiyaneke mirovane bi jinê re bi tenê bi pirrbûn û zêdebûna cinsî ve girêdayî be, ev ne bi tenê kêmbûna maneyê di heman demê de korbûnê jî îfade dike. Li gorî ku bi jinê re mîna amîpan zêdebûn wê çênebe, nabe ku mirov pirrbûna bi jinê re bixe navend û hedefa jiyanê, naxwe ji beridîna mezin a zindiyan mane û dersa pêdivî pê heye nehatiye girtin. Jixwe bi teknolojiya roja me ya îro civaka mirov ji pirsgirêka zêdebûn û pirrbûnê bi temamî bihuriye. Pirsgirêka kêmbûnê ya cinsê mirov tineye, berevajî, her diçe mirov pirr zêde dibin û zêdebûna wan gihiştiye wê astê êdî di dinyayê de hilnayên. Ev pirrbûn û zêdebûn bi serê xwe dibe pirsgirêkeke gelekî mezin. Jixwe bi zindiyê tekşane jî piştrast bûye ku leza zêdebûnê bi asta paşvemayî ve têkildar e, û her zêdehiyek di heman demê de mirinek e. Pirrbûna fizîkî di tevahiya cureyên beridînê de xwedî maneyeke bi vî rengî ye. Hebûna bi mirin, yeqîn dike ku bi xwezêdekirinê wê karibe dewamî bijî, lê bi vê dixape. Xwe bi kopiyê xwe dewamkirin, dikare hewcedariya ewlebûnê û xwesteka tevlîbûna bêdawîbûnê razî û têr bike, lê jiyanê nake rastî û nake heqîqî.

Xulase, felsefeya jiyanê ya xwe disipêre zêdebûna bi jinê re maneyek xwe ya ciddî nîne. Di civaka çînî de diyardeyên weke mîrate û bihêzbûnê mane li jina dizê bar kirine û ev jî maneyeke têkiliya xwe bi mêtinkarî û zordestiyê re heye û ji bo jinê negatîf e. Ango jina gelekî dizê ew jin e ku zû dimire. Eger kêm zayîn yan jî bi giştî pirsgirêka pirrbûna şêniyan li cem cinsê mirov hebe, hingê jiyaneke bi jinê re ya maneya wê gelekî payeberz bi jina hîç nazê re pêkan e. Gelên mêtingeh ên paşvemayî yên nikarîbûne weke civak û ferd xwe bi hêza polîtîk û entelektuel pêşde bibin, pirrzarokanîn dikare ji bo wan weke xweparastinekê qîmeta xwe hebe. Ji bo pêşî li qirkirina xwe bigire, bi anîna gelek zarokan dewamkirina zurriyetê jî rêbazeke bersivdanê ya berxwedanê û dewamkirina hebûnê ye. Lê ev xweparastina wan civakan e ku şensê wan ê jiyaneke azad zêde nîne. Lewma di civakên wisa de ku asta maneyê gelekî ketiye, bi jinê re jiyaneke li ser bingehê rast û estetîk mumkîn nîne. Rastiya civakên heyî yên dinyayê vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde manedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi maneya wê re ya di civaka mirov de ye.

Civaka mirov şêwazekî jiyanê yê zindî yan jî ruhberekî nîne. Xwedî xisletên wisa ye ku dikare di nava xwe de û li ser xwezayê diyardeya hukimranî û desthilatdariyê pêş bixe. Çawa ku em di desthilatdariya dewleta netewe de dibînin, ji aliyê hejmar û naverokê ve pêkanîna wê ya herî zêde dikare dinya me ya jiyanê veguherîne qebra jiyanê. Li vir rewşa çeloxwarî ji ber civakê ango civaka mêrê serwer pêk tê. Hegemonya mêrê serwer li ser jinê pêk tîne dinya me dixe rewşekê ku dike jiyan lê nebe. Ev encam jî ne bi beridîneke biyolojîk, lê bi desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr tê. Ango divê jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas dibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne. Jiyan bi jina di bin vê statuya heyî de nîşaneyên dawîhatina li jiyanê nîşan dide. Bêhejmar nîşaneyên vê rastiyê hene. Eger em wan rêz bikin:

a- Şênî di vê dinya me de hilnayên û gihiştiye qonaxekê ku hebûna ruhber û zindiyên din jî dixe tehlûkeyê. Jiyaneke bi vî awayî bi wê jinê re ya di vê statuya heyî de, xwezayîbûn û ekolojiya jiyanê her roja derbas dibe bileztir dixe tehlûkeyê.

b- Dîsa ev jiyan di nava civakan de û li derveyî wan rê li ber şîddeta desthilatdariyê ya bêsînor vedike. Asta milîtarîzm gihiştiyê vê rastiyê têra xwe piştrast dike.

c- Seksualîteya jinê bi awayekî xeternak tê bikaranîn û li ser vê zordestî û mêtinkariyeke xeternak hatiye pêşdebirin. Jiyan bi tevahî ji rê hatiye derxistin, hema bêje bi jirêderketineke cinsî re ya ku xwe bêmane dubare dike, kirine yek.

d- Jina di civakê de kirine ne tiştek û pêjna wê nayê, kirine makîneyeke zurriyetê dewam bike, metayeke cinsî û hêza herî erzan a karkirinê. Mîna ku maneyeke wê ya din tine be.

e- Mîna ku li ser jinê qirkirineke çandî tê meşandin. Lê bi rola xwe ya seksualîte û dewamkirina zurriyetê weke artêşeke karkerên bêheqdest an jî bi heqdesteke erzan dixebite nirxekê îfade dike. Ji bo karibe xwe ji aliyê fizîkî, exlaqî û manewî ve biparêze ew ji hêza wê mehrûm kirine.

f- Di nava van faktoran de civakeke jinê di nav lepê jiyaneke bêmane de biperpitîne û binalîne, ew civak bi tenê dikare nexweş be. Jina bêmane wê civaka wê jî bêmane be.

Mirov dikare van nîşane û îşaretan zêdetir bike. Ev jî dide xuyakirin ku hevjiyana bi jinê re pêdiviya xwe bi awayekî eşkere û bi lez bi veguherîneke bingehîn heye. Bi jina bêparastin û bûye milk hevjiyana azad ne pêkan e. Ji aliyê exlaqî ve jî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku kengî exlaq tê tinekirin koletî dikare pêk bê. Hemin em nikarin ji exlaqê hêzên hegemonîk re exlaq bibêjin. Hêza hegemonîk, di vê navberê de mêrtiya hegemonîk bi tenê bi hilweşîna exlaqê civakî re dikare pêk bê. Li gorî ku jiyan bê jin nabe, ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe. Berevajiyê vê rastiyê jî rast e, bê mêr jî jiyan dibe, lê ew jiyan jî bi koletî dibe. Ev vegotina me zêdetir der barê wê jinê de ye ku di nava avahiya civakî de ye. Pirsgirêka jinê di nava cîhana zêhniyetê û têkiliya wê de girîngtir dibe. Heta zêhniyeteke dijberê nîşaneyên neyênî yên der barê jinê de bi awayekî serketî pêk neyê, bi giştî hevaltî (bihevrebûn), bi taybetî jî hevaltiya jiyana azad (bihevrebûna jiyana azad) pêk nayê. Ango weke teza dijber ji bo jiyaneke di asta hevaltiya azad a bi jinê re erkên divê bêne bicihanîn xulase mirov dikare wisa rêz bike:

a- Beriya her tiştî pêdivî bi têgîneke hevjiyana ekolojîk heye ku di bingehê wê de pirrbûn û dewamkirina zurriyetê tineye, li gorî îdeala mirovatiyê ya gerdûnî ye, û hebûna zindiyên din jî li ber çavan digire. Asta gerdûnî ya civak gihiştiyê jiyaneke azad bi jinê re ferz dike. Sosyalîzma rastî bi tenê dikare li ser bingehê jiyaneke azad bi jinê re bê avakirin. Ya sosyalîzm divê pêşî bike (ne ya paşî) ew e, divê ji sedî sed jiyana azad bi jinê re bigihîne astekê.

b- Ji bo vê jî divê mirov bi awayekî zêhnî û sazî li dijî desthilatdariya hegemonîk a mêrê serwer têbikoşe, û di asta hevaltî û bihevrebûna azad de serketina têkoşîna zêhniyet û sazîbûnê misoger bike. Bêyî vê serketinê mirov nikare hevjiyana azad pêk bîne.

c- Jiyana bi jinê re divê ti carî weke cinsiyetparêziyeke ji bo dewamkirina xerîzeya cinsî û temendirêjiyê neyê şîrovekirinê. Çi şaristanî, çi jî modernîteya kapîtalîst jiyana cinsiyetparêz a civakî gihandine asteke xeternak û heta ev jiyana cinsiyetparêz di tevahiya qadên zêhnî û sazî de neyê tesfiyekirin, bicihanîna hevjiyana azad ne pêkan e. Di nava paradîgma û wan saziyan de ku jinê weke diyardeyeke milk û objeyeke cinsî dibînin, jiyan ne bi tenê bêexlaqiyeke mezin e, di heman demê de şêwazê jiyanê yê herî şaş û kirêt e. Di nava van şert û mercan de mînakeke din a diyardeya civakî nîne ku evqasî jinekê yan jî mêrekî piçûk bixîne û birizîne.

d- Kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsiyetparêziya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî de wekhevî (li ser bingehê cudatiyê wekhevî) pêk hat, hevjiyana azad bi jinê re pêkan e.

e- Kengî jin ji bo dewamkirina zurriyetê nebe amûr, nebe karker an jî bêkar, nebe karkereke erzan an jî bêheqdest, di her qadê de nebe meta bibe kirdar, hevjiyana azad pêre pêkan e.

f- Civak bi tenê di van şert û mercan de dikare li gorî hevjiyaneke azad be ango dikare ber bi civaka azad û ya xwedî şertên wekhev biberide.

g- Di nava şert û mercên erênî de hevjiyana azad bi jin û mêrên nirxê xwe yê mejî û avabûnê zêdekirî re pêkan e.

Divê mirov ji bîr neke ku şaristaniya hegemonîk û modernîte di berdêla înkara hevjiyana azad de pêk hatine. Ango şertê bivênevê yê eşqa civakî tewazuna hêzê hem a mejî hem jî ya avabûnê di navbera jin û mêr de bê derfet bibe, eşq pêk nayê. Di nava şert û mercên zewacê de ku têkiliyên kolewarî yên civaka kole û jidestdana maneyê kêlî bi kêlî lê tên çêkirin, eşq pêk nayê. Ji ber vê yekê, kengî hevjiyana azad bêîmkan dibe bandora kujer a desthilatdariya hegemonîk û modern çêdibe. Lewma jiyana mirovatiyê ew weke mûcîzeyeke bi heybet qebûl kirî, nirxa xwe ya mûcîzewî û avzûnkirî ji dest dide, nexasim ji bo jinê veguheriye felaketeke bi qehr û xwekuştinê. Divê mirov baş zanibe ku hevjiyana azad bi awayekî civakî hatiye avakirin. Ev jiyan di navbera nêr û mê de pêk nayê; di navbera jinîtî û mêrîtiya civakî ya avakirî de pêk tê. Divê neyê jibîrkirin ku avabûna hegemonîk herdu cins jî seqet kirine, têkiliya di navbera wan de ji wê bi tesîr bûye û weke têkiliya hegemonîk xwe nîşan daye. Di têkiliya hegemonîk de eşq bi pêş nakeve. Di eşqa mirov de şertê bingehîn ew e, divê herdu alî ango hev-alî xwedî îradeyên azad ên wekhev bin.

Ji ber ku şaristanî û modernîteyê hem bi jiyana îdeolojîk hegemonîk û hem jî bi ya bisazî didin qebûlkirin, tevahiya dîrokê mirov li ser navê eşqê timî di nava paradoksê de dimînin. Gelekî behsa eşqê tê kirin, lê pêk nayê. Wêjeya dinyayê hema bêje ji vegotinên trajîk ên eşqên pêk nayên pêk hatiye. Destanên dibêjin timî jin bûne sedema derketina şeran jî vê rastiyê piştrast dikin. Tevahiya şêweyên hunerî mîna ku mikurhatina li eşqa pêknehatî bin. Di dînan de têkiliyên xweda û xwedawendan, bi awayekî mîna berhemên kevin in ku ji xwestekên xurt ên yekalî yên pêk nehatine çêbûne. Sîstemên şaristaniyan hevjiyan weke qada ‘jiyana taybet’ pîroz kirine û ev jî hukmek e ku herî zêde heqîqeta civakî berepaş kiriye. Têkiliya di hevjiyanê de xwedî xisletên wisa ye ku ji binî ve bandorê li ser tevahiya têkiliyên civakî û gerdûnî dike. Ya rastî, gelemperî weke taybetî, taybetî jî weke gelemperî were fêhmkirin wê bêhtir li xwezaya civakê were. Têkiliya hevjiyanê xwedî xisletên welê ye ku ji binî ve tesîrê li têkiliyên civakî û gerdûnî hemûyan dike. Durûtiya herî mezin a şaristaniyê ew e, ev têkiliya gerdûnî bi tenê weke têkiliyeke mahrem a dualî û taybet hesibandiye. Yek ji sedemên bingehîn ku hiştiye zanîna sosyolojîk bêqîmet û bêkêr were hesibandin ev e. “Jin mirov an dike fîlozof an jî dîn dike” ev gotina dibêjin a Sokrates e, û gotina gelêrî ya dibêje “Jin mirovî dike wezîr jî, dike rezîl jî”, dîsa bi vê gelemperiya rastî re têkildar in. Jixwe ji hev cudakirina qadên civakê weke ‘taybet’ û ‘gelemperî’ berevajîkirineke modernîteyê ye. Di civaka rastî de jihevcudakirinên bi vî rengî maneya xwe nînin. Ya rast, şêweyên têkiliyê yên bingehîn û diyarker in.

Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em biavêjin nava civaka mirov, divê der barê hevjiyana azad de be. Ti qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî xisleta bingehîn û diyarker nîne. Ekonomî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de ekonomî jî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikevin xizmeta ekonomî, dewlet û dîn. Berevajî, divê dewlet, dîn û ekonomî bikevin xizmeta hevjiyanê. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.

Li gorî vê vegotinê hemûyî qada divê pêşî bi zanistî mirov pê dakeve, qada hevjiyanê ye. Mîtolojiya serdema destpêkê ya gelekî hov tê dîtin û dîn timî ji vê qadê dest pê dikin û ev bêsedem nîne, ji ber ku bi heqîqeta civakî re têkildar e. Hevjiyan, nexasim zanista li dora jinê were pêşdebirin, wê bibe gava pêşî ya ber bi sosyolojiya rast ve bê avêtin. Ne bi tenê weke zanist di sosyolojiyê de, divê di tevahiya qadên hunerî û felsefî de gava pêşî di van têkiliyan de bê avêtin. Jixwe hewce nake ku mirov bibêje, dîn û exlaq weke şaxekî felsefeyê divê pêşî di vê qadê de gavê biavêjin. Exlaq û dîn têra xwe bi vê qadê ve xwe girêdane.

Weke encam mirov dikare bibêje, di serdema me de têkçûna hêzên mêtinkar û desthilatdariya hegemonîk herî zêde bi hilweşîna di warê hevjiyanê de xuya dike. Têkiliya jin û mêr ewqasî deklase bûye, maneya xwe ji dest daye, ne bêyî wê dibe ne bi wê dibe ango êdî li ber qedandinê ye. Yên şoreşa destpêkê nesipêrin analîza vê rewşa kaotîk, bêgav wê kaosê dewam bikin. Kesên şexsî yan jî kolektîf gavê diavêjin, eger vê qadê di warê zanistî, felsefî û hunerî de bikin bingeh, bi tenê hingê dikarin ber bi hevjiyana azad ve gava xwe biavêjin. Ev gavên pêşî yên bêne avêtin, weke ku gelek caran yeqîn tê kirin, gavên taybet ên di navbera du kesan de têne avêtin nînin, der barê civaka sosyalîst demokratîk a bê pêkanîn de gavên pêşî yên gerdûnî ne.

Sosyalîstbûn, beriya her tiştî di hevjiyanê de divê bi asta azadiyê re têkildar be. Divê mirov şêwazekî jiyanê bike bingeh, çawa ku pratîkên wê yên dijwar û bi pîvan di destpêka jiyana mîtolojiya kevin û dînî de dihatin dîtin. Kengî mirov karibe ji şêwazên jiyanê yên sîstemên şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst ên mirovan kedî dikin bibihure, hingê dikare hevjiyana sosyalîstwarî ava bike. Ti têkiliya hevjiyanê bi seksualîteya banalîst a sîstemê re, bi lîstika malbatokê re, bi dewamkirina zurriyetê re û tevahiya temenekî bi ‘serdanîna ser balgiyekê’ re nîne. Nexasim ti eleqeya xwe bi têkiliyên cinsî re tineye ku bi temamî bûne nexweşiyeke rojane. Jixwe li cem ti ruhber û zindiyekî din rojane têkiliya cinsî nîne. Berevajî li cem zindiyên din ev li ser bingehekî demî pêk tê û ev jî piştrast dike ku têkiliya cinsî ya li cem mirovan bi şêwazekî civakî hatiye çêkirin. Di warê têkiliya cinsî de birçîbûn û dîsa di vî warî de sînor derbaskirin, têkiliya xwe bi desthilatdariya hegemonîk û avakirina şêweyê civakî re heye. Cinsiyetparêziya mêr a li ser jinê tê ferzkirin bi tevahiya şêweyên xwe weke desthilatdariyekê xwe diyar dike. Cinsiyetparêziyên bi vî rengî mirovan bextewar nakin, bihêlin bextewarkirin û şadkirinê, berevajî bi temamî çavkaniyeke nexweşî û xemgîniyê, qedandin û mirina zû ne. Binyeya ti jin û mêrî bi têkiliya cinsî ya bi vî rengî re li hev nake. Nexasim cinsiyetparêziya ku kapîtalîzm bi reklamkariya jinê gij dike, bi temamî têkiliya xwe bi hegemonya îdeolojîk re heye û bi vê jî qanûna kara herî zêde misoger dike. Mirov dikare bibêje, ti têkiliya civakî bi qasî cinsiyetparêziyê nikare sîstemê hilgire. Lewma ji bo mirov karibe bibe antî-kapîtalîst divê karibe vî şêwazê jiyanê yê cinsiyetparêz red bike û jê bibihure.

Di têkiliyên hevjiyanê de asta bê pêkanîn çiqasî zanistî, hunerî û felsefî be, ewqasî jî wê gavavêtina jiyana sosyalîst pêkan be. Ji bo sosyalîzmê, beriya her tiştî pêkanîna têkiliyên hevjiyanê, ji aliyê pratîk û prensîb ve nirxek xwe heye, mirov nikare jê bimîne. Ji bilî vî şêwazê têkiliyê, rêyeke din nîne ku mirovî bibe sosyalîzmê. Eger têkiliyên bi vî rengî hebin jî wê neyekser bin û li şaşiyan vekirî bin. Divê mirov têkiliyên hevjiyanê weke têkiliyên di navbera du kesan de fêhm neke. Fêhmkirineke bi vî rengî kêm e. Bêguman têkiliyên dualî yên hevjiyanê dikarin pêk bên, lê bi tenê bi vê yekê bê fêhmkirin rast nîne. Hevjiyan bi hêzeke mezin a manedan, estetîk û exlaqê pêk tê, ji dualîbûnê şuştî ye û bêhtir jiyaneke bi xwe û cewherî ye.

Jin û mêrên bi jiyana sosyalîst ve girêdayî, kengî jiyana azad bi awayekî gerdûnî û kolektîf pêk anîn, dikarin û şensê wan heye bi awayekî taybet jî rast û xweşik bijîn. Mirov dikare di tevahiya tevgerên mezin ên civakî yên dîrokê de vê rastiyê bibîne. Gelekî girîng e ku mirov jiyana taybet bi lîstikên zewacê û ji wê zêdetir neyênî bi şêweyên li derveyî zewacê re tevlîhev neke. Di jiyana fer û taybet de tevahiya potansiyela kolektîf û gerdûnî ya civakî veşartiye. Lê di şêweyên taybet ên kedîkirin û malbatê yên şaristanî û modernîteyê de gerdûnîtî û kolektîfîte têne înkarkirin. Mirov heta nikaribe vê yekê ji hev cuda bike, nikare jiyana azad a taybet a sosyalîstwarî pêk bîne. Di çarçoveya têkiliya sosyalîst de mêr û nexasim jî jin a bi zanistî, estetîk, exlaqî û felsefî rabe dibe xwedî hêzeke mezin a balkêşiyê. Kesayetên jin û mêrên bi vî rengî, li hemberî jiyana civakî têk naçin, berevajî bi hebûna xwe jiyana civakî ya azad ava dikin. Ji ber ku di vê cotbûna feran de bi hev ewlebûn û hurmet serdest e, cih ji nexweşiyên sîstemê yên mîna hesûdî, kaprîs, çilekî, têrnebûn û bêzarkirinê re nîne. Ji ber ku hevdu nakin milk, yek li hemberî yê din bi îdeaya heq (di huqûqa bûrjûwa de ev heye) ranabe. Hêza wan a manedanê ya di weznekê de dikare li cem kesekî/ê yekparebûnê, di yekparebûnê de jî kesekî/ê pêk bîne.

Tevgerên civaka dîrokî bi tenê bi kesayetên wisa manedar bûne, bi ser dikevin. Kesayetên bi vî rengî divê timî weke sosyalîst bêne zanîn, bîranîn û bendewariya wan bê kirin.

Ji bo pêşketina civaka sosyalîst, di warê pêkanîna teoriya hevjiyana azad de hin tecrûbeyên dîrokî hene, girîng in ku mirov wan li ber çav bigire. Xiristiyantiyê di vê babetê de jiyana rahib û rahîbeyan weke şert danîbû pêşiya kadroyên xwe. Di pêşdeçûna şaristaniya Rojava de roleke girîng a vê pêkanînê heye. Xiristiyantiyê neyêniyên civaka cinsiyetparêz bi vê pêkanîna kadroyî gelekî bi sînor kir. Ji ber ku zexta cinsî ya li ser zêhniyeta rûhî gem kiriye di pêşdebirina civakbûnê de bi roleke girîng rabûye. Lê nikarîbûye rê li ber pêşketina diyalektîkî ya hevjiyana azad gengaz dike veke; li hemberî wê weke reaksiyon cinsiyetparêziya civakî ya modernîteya kapîtalîst serî rakiriye. Hevjiyana bi yek kesî re ya milkperestiya modern, rê li ber peydabûna şêwazekî jiyanê yê dijberê çanda rahib û rahîbeyan, seriyekî duyemîn ango duqutbûnê vekiriye. Di bingehê pêxîrtengiya hevjiyana modern a yekhevalî de çanda rahib û rahîbeyan a Xiristiyantiyê heye. Ji bo ji civaka cinsiyetparêz bê bihurîn herdu çand jî xetimî mane. Di binê pêxîrtengiya çanda cinsiyetparêz a civaka Rojava de ev rastî veşartî ye.

Der barê çareseriya mijarê de Îslam jî bi ser neketiye. Berevajî jiyana rahib û rahîbeyan Îslamê jî girîngî bi têrbûna têkiliya cinsî daye û yeqîn kiriye ku wê bi zewaca bi gelek jinan û jinên di statuya cariyeyan de pirsgirêkê çareser bike. Di Îslamê de pêkanîna hareman bi awayekî bi rola kerxaneya taybetîkirî radibe. Ji kerxaneyê cudabûna wê ew e, bi taybetî ji bo hinan e. Bi xwe di navbera herduyan de ti cudahî nîne. Ev pêkanîna cinsiyetparêziya civakî bi roleke diyarker rabûye ku civaka Rojhilat li gorî civaka Rojava paş bikeve. Ji ber ku Xiristiyantiyê cinsiyetparêzî bi gem kir rê li ber modernîteyê vekir, lê ji ber ku Îslamê dilçûna zêde ya cinsiyetparêz teşwîq kir, ji civaka kevin zêdetir paşve ket û kir ku li hemberî civaka modernîteya Rojava têk biçe. Di têkçûna jin û mêrê Rojhilat li hemberî jin û mêrê Rojava de rola cinsiyetparêziya civakî gelekî girîng e. Ji texmînan wêdetir bandora cinsiyetparêziyê li ser pêşketina civakî heye. Civaka Rojhilat û Rojava gelekî ji hev cuda bûn. Di vê de rola cinsiyetparêziya civakî gelek e. Lewma divê mirov baş li ser vê xalê raweste. Têgihiştina Îslamê ya cinsiyetparêziyê, çi di girankirina kolekirina jinê de, çi jî di desthilatdarkirina mêr de, li gorî şaristaniya Rojava rê li ber encamên zêdetir neyênî vekiriye.

Dema ku mirov pratîka hevjiyana azad pêş bixe, hin xusûsên girîng hene ku divê jin û mêr ji alî û bereyê xwe ve hay ji wan hebin. Jina ku şensê wê ji bo hevjiyana azad heye yan jî dixwaze bibe xwedî vî şensî xusûsên berê pêşî divê guh bidiyê û bi cih bîne, mirov dikare wisa rêz bike:

a- Dema ku jin bi mêr re hewl da seksualîteyê parve bike, divê hay ji xwe hebe ev bi tenê tatmînkarî û xwetêrkirineke biyolojîk nîne, divê berê pêşî zanibe ku ev dişibe wê rewşê, mîna ku bi piling re di qefesa wî de razê, bi penceke hêz û desthilatdariyê re rûbirû be. Nexasim rewşa esaretê û birçîbûnê ya piling di qefesê de, dikare bike ku mêr pencên xwe bêhtir bi kujerî bi kar bîne. Divê jin baş pê zanibe kengî bi têkiliya zewacê ya klasîk ket qefesê ew êdî bi hêsanî sax ji wir dernakeve; berdêla vê yan wê bi canê xwe bide yan jî wê bibe mêpilingeke êsîrbûyî. Mêpiling jina bûye mêr temsîl dike, gelekî kirêt û keraxî ye. Têkiliya cinsî ya di navbera mêrê hegemonîk û jina mêroke ya bi temamî teslîmbûyî de di pêkhatina vê kirêtî û rezîliyê de bi rola sereke radibe. Roja mêr jinê ji keçikanî dixin wê rojê serbilind in, di binê vê de tatmîn û têrbûna cinsî (diyardeya biyolojîk) nîne, ji ber ku di vê têkiliyê de têkiliya desthilatdar-kole pêk hatiye mêr serbilind e. Kengî jin ji keçikaniyê tê xistin, ev ji bo wê dibe destpêka koletiyeke bêsînor. Rê li ber hisa efendiyê desthilatdar vedike û ev jî tê wê maneyê ku ji mêraniya xwe piştrast bûye. Paşê ev rêbaz li ser lawikan tê ceribandin. Saziya koletiyê li ser herdu cinsan jî hat pêkanîn. Jin bi qasî mêr li pey têkiliya cinsî naçe û ev jî têkiliya xwe bi saziya koletiyê re heye. Çalakiya têkiliya cinsî ya ku modernîteya kapîtalîst ew bêsînor zêde kiriye, amûrekî koletiyê ye ku bi awayekî herî berfireh li ser cinsê mirov hatiye ferzkirin; bêsînor derfet û îmkan dide desthilatdarî û mêtinkariyê. Gelekî girîng û manedar e ku pirraniya dînan bi guman nêzî vê têkiliyê bûne, ji ber ku kirêt e, mirov dixe, û rê li ber neheqîqetê vedike.

b- Jin nebûbe keseke zewacê, divê ji bîr neke ku di her qada civaka mêrê serwer de mêr ê bi psîkolojiya pilingekî her kêlî xwe çeng bike ser nêçîra xwe tevbigere, lewma divê ew jî şêwazê tevgera xwe li gorî vê pêk bîne. Piling kengî firsendê bibîne ango kengî astengekî civakî yê karibe jê bibihure derkeve pêşiyê, wê pencekî xwe biavêje jinê. Mêrê desthilatdar di vê kêliyê de wê ti sedema exlaqî û wijdanî nas neke û wê bixwaze jinê bike nêçîra xwe. Ne sergirtina dînî, ne jî huqûq li pêşiya vê asteng nînin. Divê jin bi vê rewşê zanibe û wisa derkeve qada civakî, ya rastî, garantiyeke xweparastinê nebe divê jin danekeve qadên civakî yên xirûxalî û kes lê tinebe.

c- Divê jin ji bîr neke ku hedefa bingehîn a modernîteya kapîtalîst ew e, jinê bike koleyeke modern, nexasim vê jî hem bi rêbazên hişk ên hêza pere û desthilatdariyê îfade dikin, hem jî di serî de wêje bi rêbazên nerm ên hêza hunerê nîşan didin pêk tîne. Modernîte li hemberî jinê, çi bi rêbazên pere û desthilatdariyê, çi jî bi gelek sozên ji bo eşqê dide, di wê pozîsyonê de ye ku ji mêrê civaka berê qatbiqat zêdetir bi hêza êrîşê rabe. Li hemberî hêza xeternak a mêrê serwer pere û desthilatdariyê, gera jinê ya li jiyana azad ji xeyaleke tewş wêdetir ti maneya xwe nîne. Herçiqasî bi tevahî bi duristî û tevgerên xwe yên xweşik nêzîk bibe û li pey hevjiyana azad biçe jî jin li hemberî mêrê modernîteya heyî nikare xwe ji têkçûnê rizgar bike. Ango her rê wê bibe koletiya jinê ya modern.

d- Eger jin tevî vê civaka mêrê serwer hemûyî di azadmayînê de israr bike, hingê divê yan xwe li jiyaneke tenêbûna wê mezin an jî li zehmetiyên milîtaniyek e ku her kêliya wê bi têkoşîna sosyalîstiyê tijî derbas dibe, ragire. Tenêtî ji bo rewşên marjînal e. Jiyana sosyalîst jî jiyaneke xwedawendan a di hemtayê çanda xwedawendên berê de ferz dike. Divê neyê jibîrkirin ku yek ji xisletên xwedawendan ew bû ku bi mirovên mêr re nedizewicîn. Lê kengî mêr bû xweda, em ji dîrokê dizanin ku ji xwedawendan zêde tiştek nema. Ya ji jinê re dimîne melekbûn e. Lê jina bûye melek jî jina hinekî hêza xwe ya cins wenda kiriye temsîl dike. Jineke bi vî rengî, di civakê de ji rola qasidbûnê wêdetir ti rola wê namîne. Di mîtolojiyê de fîgura Înanna-Afrodît jineke cudatir e. Rûyekî jinê yê xweşikiya xwe, balkêşiya xwe ya cinsî û hêza xwe ya bedenî hê ji dest nedaye temsîl dike. Înanna-Afrodît weke Xwedawenda Eşqê hêmana hevjiyanê ya lê bigere, ew hêman e ku karibe hevjiyana azad pêre parve bike. Divê baş were fêhmkirin ku bi pirranî hêmanekî bi vî rengî bi tenê nîv-xweda û nîv-mirovekî mêr ê mîna Prometheûs e. Di dîrokê de û di roja me ya îro de ev hêman an jî bi pirranî mêr, mirov bi tenê dikare weke fîgurekê tesewir bike. Bi şerekî dûrî aqilan mirov dikare wî berbiçav bike. Jin heta xwedayên bêmaske yên xwe bi hêzên xeternak ên modernîteya kapîtalîst gurçûpêç kirine têk nebe nikare xwe pêk bîne. Ev berbiçavkirineke zor e, lê bêîmkan nîne. Sosyalîstbûn, hinekî jî berbiçavkirina îmaja Înanna-Afrodît û Prometheûs pêkan e.

Ji bo mêrekî li pey hevjiyana azad diçe, xusûsên berê pêşî divê pêk bîne mirov dikare xulase weha bîne ziman:

a- Ev mêr jina derkeve pêşberî wî, divê baş zanibe ku di bin şaristaniya pênc hezar salî û hegemonya wê ya kapîtalîst a pênc sed salî de li her cure şertên koletiyê hatiye gerandin. Çareyeke bi tenê ya vê jinê heye, li hemberî mêrê bûye piling bibe mêpiling. Stratejî û kêlî bi kêlî taktîkên jiyana wê bi tevahî li ser vî bingehî hatine avakirin. Eger em mijarê berevajî bixwînin, ew jî li gorî xwe xwediyê qefesekê ye, li hevalmêrekî digere ji bo bixe hundirê wê. Eger mêr li pey hevjiyaneke azad be, rizgarbûna ji stratejî û taktîkên jineke bi vî rengî herî kêm bi qasî yên jina kole zor in. Jineke bi vî rengî, bi stratejî û taktîkên xwe koletiyê ferz dike, lewma mêrekî sosyalîst ê li pey hevjiyaneke azad berê pêşî divê li vê qadê têbikoşe û heta li vê qadê bi ser nekeve nikare ji bo têkoşîna civaka sosyalîst gavê biavêje.

b- Mêrekî ji bo zewacê givrokî bûbe, divê zanibe ku herî kêm bi qasî jinê ketiye bin bandora saziya koletiyê. Ji bo ev mêr ji bandorên wê yên neyênî bibihure divê di mekanê malê de timî li pey jiyana sosyalîst bibeze. Bi jina kole re jiyan bi koletî dibe, çewt dibe. Ji bo mirov karibe ji çanda mala giştî (kerxaneyê) ya taybetî bûye bibihure, divê mirov karibe bibe xwediyê çanda hevjiyana azad.

c- Li dijî çanda cinsiyetparêz a modernîteya kapîtalîst ku mirovan ji rê derdixe, divê mirov timî û bi awayekî serketî bi nefsa xwe re şer bike. Stratejî û taktîkên ji bo teslîmgirtina mêr hatine pêşxistin herî kêm bi qasî êsîrtiya jinê, mêr diqedînin. Divê mirov ji bîr neke ku di modernîteya kapîtalîst de mêr ji aliyekî ve bi tenê weke mêrtiya biyolojîk hatiye nepixandin û zêde mezinkirin, li aliyê din jî ew bi tevahiya çanda wî ya civakî kirine jinkok û pîrek. Mêrê biyolojîk ê zêde cinsiyetparêz ji aliyekî ve dikin piling, li aliyê din jî bi çanda jinkokiyê (jina kolebûyî) wî dikin mîna pisîkekê. Heta ku ev mêrtiya modernîte ferz dike neyê hilweşandin, mirov nikare bibe sosyalîst û nikare ji bo civaka sosyalîst têbikoşe.

d- Tevî van hêmanên neyênî gişan jî ji bo hevjiyana azad herî kêm bi qasî têkoşîna jina azad têkoşîna mêrê azad jî divê. Ji bo mêrek azad bibe, divê mirov karibe ji kesayeta mêrê ku civaka mêrê serwer ew kiriye kole, bibihure. Di rastiya me ya civakî de hê jî ariftî heye û divê mirov karibe xwe bigihîne wê mertebeyê. “Mirov weke mêr ji diya xwe nabe, mirov paşê dibe mêr” di çarçoveya vê gotinê de mirov dikare bibêje, mirov weke mêrê şaristaniyê bê dinê jî mirov dikare bibe mêrê azad. Forma mêrtiya Prometheûsî di serdema me de mirov bi tenê dikare bi zanist, felsefe û hunerê modernîteya demokratîk berbiçav bike. Divê mirov bi girîngî fêhm bike ku mîtolojî, dîn, felsefe, zanist û huner ji bo jiyanê ne, û rola wan a sereke pêkanîna hevserî û hevaltiya azad e, û di vê çarçoveyê de divê mirov wan exlaqî û estetîk bike. Zewacên hemdem ên heyî dewama çanda xanedaniya hiyarerşîk in. Ev çand bi qasî heft hezar salan temenê xwe heye. Li qada vê çandê nirxên bingehîn ên civaka dewletdar têne çêkirin û destavêtinê weke norm û namûsê bi kesayetên mêr û jin didin qebûlkirin. Ji ber ku ev çanda destavêtinê ya bi armanca desthilatdarî û mêtinkariyê li kesayetan bar dikin, eşq pêk nayê, gelek jin û mêr hevdu ber didin û malbat ji hev belav dibin. Li dijî vê çanda destavêtinê, mirov dikare civaka sosyalîst û azad, bi kesayetên kêlî bi kêlî bi felsefe, zanist, etîk û estetîkê têne barkirin, pêk bîne. Eşkere ye ku hevjiyana azad a li ser vî bingehî çêbibe, wê her tim ji bo ferd û civakê rê li ber xweşikî, rastî û qenciyê veke.

Jiyana bi heybet û mûcîzewî ya ku modernîteya kapîtalîst ew hilweşandiye, em dikarin wê bi tenê bi hevjiyana azad, kesayeta wê ya sosyalîst û têkoşîna wê ya civakî bi dest bixin û parve bikin. Ji bo vê jî divê mirov ji zarokatiyê dest pê bike, nexasim jî keçikan bi zêhniyet û saziyên modernîteya demokratîk perwerde bike, bi têkoşîna civakî ya sosyalîst demokratîk praktîze bike û vê yekê weke şêwazê jiyanê bipejirîne, ji xwe re bike karekter û bi dest bixe.

Schreibe einen Kommentar