EDALETA CIVAKÎ BI AZADIYA JINÊ RE GIRÊDAYÎ YE

Akademiya Jineolojî

Têgeha edalet-dad ê, di gelek zimanan de wek têgeha mê derbas dibe. Lê bi hezaran salan jinan bê dadiya herî kûr jiyan kirine. Beramberî vê bêdadiyê ev peyv bi awayeke mê bidest girtin dibe nakokiya dîrokî ya kûr. Ji bo vê divê ev mijar bi awayeke dîrokî were lêkolînkirin. Di nava rûpelên dîrokê de gelek jinên ku hatine reş kirin hene. Jinên ku di êşkenceyan de derbas bûne, yên hatiye şewitandin, recmkirin, weke jinên xerab an jî dîn hatine demgakirin, bi her heqaret û kirêtiyê re rû bi rû hatine hiştin hene. Jinên ku çîrokên wan nayên zanîn û nehatine nivîsandin jî bi hejmar ji van zêdetirin. Ji xwe gelek jinên di pey doz û mafên xwe de di nava berxwedaniyê de mayîne hene. Bi taybet ev jin di rûpelên dîrokê de nehatine bicih kirin. Jinên di pey doz û huqûqa xwe de çûne weke Leyla Qasim, Şêrîn Elemhûlî, Roza Lûksembûrg, Olîmpîa De Goeges Sakîne Cansiz rastî bê hûqûqî û tundiya herî mezin hatine.

Edalet-dad bi peykerekî jinê ya di taca serê wê de simbila genim di destekî wê de mêzên di destê din de şûr li ber deriyê fakûlteyên hûqûqî, dadgeh, qesrên dadê hatiye sembolkirin. Lê belê di wan salonên dadê de di derbarê biryarên ji bo jinan hatine girtin de zêde guhertin çênabe. Ji ber jina ku rastî tecawûzê hatiye, divê bi ispata wê destavêtinê biçe wan salonên dadê. Nexwe nikare vî sûcî ispat bike. Ji ber vê dema derbasî wan qadên qaşo yên dadê dibe ji aliyê hekîm, bijîşk, parêzer, an jî zanayan ve tê destavêtin. Jin ji ber vê lêgera xwe tên poşman kirin. Di hinek welatan de jî ji ber jin dadê an jî edaletê pêk tînin tên darizandin heta tên qetilkirin. Weke jina bi navê Rihanne Jabbar ya li Îranê hat dardakirin. Jin li mafê xwe digerin. Lê belê ev jinên li mafê xwe digerin li gor qanûnên fermî bi kesên li wan dane, ew firotine, ew kirîne tên zewicandin. Bersiva maf xwestinê ji jinan re wiha tê dayîn. Zilam êrîşî keçikên biçûk dikin û destdavêjin. Lê belê ew keçikên biçûk weke hestên zilam şiyar kirine, ew tehrîk kirine tên tawanbar kirin û ev êrîşên zilamtî tên rewa kirin. Sembola Dadê ya jin ku me behs kir pir wekhev tê destnîşan dan. Mînaka vê wekheviyê jî çav girêdane. Çavê vê peykelê bi paçekî hatiye girêdan. Her çiqasî ev çav girêdan sembola adil û wekheviyêbe jî dibe ku ji bo van bûyeran nebine jî çavê xwedavenda heqiyê hatibe girtin. Di mehedên hûqûqê de her salê bi hezaran dozger, parêzer, qadî tên perwerdekirin. Lê belê di her aliyê cîhanê de ji vê hejmarê zêdetir bê mafî û bê dadî jiyan dibin. Ma ev ne çewtiya van perwerdeyan û penasekirina vê qadê ye?

Ji xwe jin tenê bêdadiyê jiyan nakin. Gelek çîn, netew, gel, baweriyên ku weke bindest tên penasekirin jî bêbadiyê dijîn. Her têkiliya civakî heya radeya dawiyê li gor biryarên sûc û ceza yê hatiye diyarkirin tê darizandin. Biryarên di qada dad-edaletê de hatine girtin û qanûnên giştî ji bo zilama ne. Penase li gor zilaman tê kirin, mafê azadiyê li gor zilaman hatiye diyarkirin. Bi hezaran salan di derbarê jinan de tenê yek biryara ku nehatiye guhertin heye ew jî jintiya malê ye. Zilam weke reîsê malê, sermiyanê malê tê penasekirin. Heya van salên dawiyê ev biryar di gelek qanûnsaziyên giştî de hebûn û di hinek qadan de an jî welatan de heya niha jî derbasdarin.

Tevgerên azadiya jinan bi sedsalan di pey mafê wekheviya hûqûqî û pergala hûqûqî de man û tekoşîn dan meşandin. Di vê rêyê de bedelên mezin dan. Di gelek belgeyên navnetewî de û peymanan de rexmî ku behsa hinek mafên wekheviyê dihatin kirin jî; di hûqûqa heyî de ji bo jinan û dada civakî tu biryar û Peyman tine ye. Hemû ji bo mafên zilam û desthilatdariyê an jî dewletê ne.

Mînakek heye dibêjin ji bo goşt xera nebe xwê dikin. Niha ev qanûn xerabûne û werin xwêkirin jî kêr nayê. Hûqûqa dewletî ya heyî bi pirsgirêkê. Ne ji bo civakê ye. Divê hûqûq li ser ehlaqê civakê were pêşxistin. Lê hûqûqa niha li ser pergala dewletê hatiye sazkirin. Her wiha li dijberî civakê ye. Ev pêwîstiya veguhertina hûqûqê ji dil tê dîtin û hîskirin. Pêwîstiya veguhertina herî lezgîne.

Di vê mijarê de weke tevgera azadiya pêwîstiya pergala ku di navîna wê de dad hebe heye. Ehlaq rêgezên civakî yên cara yekem ku li dora jinan hatine honandinê ne. Ev tevn û honandin endamên civakî bi hevdûre dayîne girêdan. Li hemberî ehlaqê civakî û pîvanên ehlaqî yên civakî qanûnên dewletê hatine sazkirin. Bi mijarên bazirganî, hevberdan, mîrasê de pîvanên hûqûqî hatine çêkirin. Lê ev hûqûq bi pêwîstiyên gel ranebûne eksî vê mafê gel li aliyekê hatiye hiştin, milkiyet û mafê jordestan bi vî awayî hatiye erêkirin. Ev qanûnên ku li hemberî jiyana jinan hatine pêşxistin di heman demê de li hemberî civakê, li hemberî xizan û feqîran heya niha berdewam dibin. Bi van qanûnan li hemberî jinê, zilam tê parastin. Li hemberî civakê dewlet tê parastin. Li hemberî feqîran dewlemend tên parastin. Ewqasî ev rastî hatiye berovajîkirin. Ji ber vê sedemê li hemberî van bêmafî-bêdadî-bêedaletiyan ji destpêka dîrokê û heya niha xeta exlaqê civakî di nava tekoşîneke mezin de ye. Ev xeta berxwedêr dibe çavkaniya ku em jî bikaribin li ser tekoşîna xwe bidin berdewamkirinê. Ev xet di derheqê berxwedaniyê û dada li ser rastiya jinan hatiye pêşxistinê bingehên qehîm dide nîşandan. Em li ser van bingehên qehîm dimeşin. Bi van nirx û mîrasên mezin dema em li pirsgirêkên dadê yên jin û civakî temaşe dikin em dibînin ku pêwîstiya sererastkirineke mezin xwe dide der. Ji bo dad-edaleta jin-civakê bigihêje encameke diyar divê peymana civakî ya jinan were pêşxistin. Peymana civakî ya were pêşxistin wê bibe çavkaniya sererastkirina pergala jiyana jinan.

Ji destpêka pêşketina şaristaniyên navendî her wiha zîhniyeta desthilatdar ve ehlaqê civakî hertim hatiye çewt kirin. Em vê rastiyê di dema modernîteya kapîtalîst de hîn eşkeretir dibînin. Di rastiyê de di dema modernîteya kapîtalîst de ehlaqê civakî ji holê tê rakirin. Ev pergal însan û civakê tîne warê miroyan û robotan. Civakê bê hestên parastinê dihêle. Ev rewş bi etîkek rast an jî bi zanista têgihînê dikare were rastkirin. Em divê de zelalin. Ji ber vê Rêbertiya me etîk weke qadên jineolojî yê bingehîn nirxand û danî pêşiya hemû mijaran. Di pey de ev nirxandin kirin; “ jin weke hêmana bingehîn an jî endama asal ya civaka ehlaqî û polîtîk dikare di ronahiya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de etîk û estetîka jiyanê de rista bingehîn bilîze. Zanista etîk û estetîk parçeyên bingehîn yên zanista jinê ne. Ji ber berpirsiyariya jinê di aliyê jiyanê de ya zêde divê jin hem di fikir de hem jî di derbaskirina jiyanê de encamên mezin pêş bixe. Di aliyê etîk de jî berpirsiyariya jinan zêdetire. Jin di aliyê perwerdeya însan ya baş û xerab de, girîngiya jiyan û aştiyê de, xerabî û dehşeta şer de, nirxandinên mafdarî û dadê de hîn zêdetir xwedî nirxandin, biryardayîn, berpirsiyariyê ye. Di pêşxistina civaka ehlaqî û polîtîk de jin li gor xwezaya xwe bi van erkan radibe. Ji xwe ez behsa wê jina ku bûye pêlîstok û sîya zilam nakim. Jina mijara gotinê jina ku azadî, wekhevî û demokratîkbûn di cewherê xwe de pêjirandiye bi xwe ye”.

Di aliyê dîrokî de jî dema were mêzandin tê dîtin ku cara yekem ji aliyê jinan ve rêgezên ehlaqî hatine pêşxistin. Her wiha di pey lêkolînên dîrokî de cardin tê dîtin ku jina ev rêgezên ehlaqî pêşxistine cardin rû bi rûyî bê mafî, bê dadiyê hatine û bûne qûrban û mexdûrên bê dadiya herî giran. Dewletên ku xwe bi hûqûqên xwe dibînin, dewletên ku xwe demokratîk destnîşan dikin heya yên destpot hemû li hemberî jinan bêedalet nêz dibin. Ev bi awayeke bê gûman îro derketiye holê. Rêbertiya me di hevdîtinên xwe yên bi heyeta muzakereyan re ji bo vê aloziya giran wiha dinirxîne; “çareserî di aliyê wekhevî, azadî û hûqûqê de dibe. Hûqûqa jinan, hûqûqa azadiyê ji bo min bingehe”. Bi vê nirxandinê Rêbertiya me perpirsiyariya me cardin ji bo me bibîr tîne. Pergala edaleta civakî bi hezaran salan jiyan bûye. Ev bi feraseta hûqûqî ya jinan pêşketiye û bi berxwedaniya xwe bi rastiya ehlaqê xwe heya roja me ya îro hatiye. Li hemberî pergalên dewletî û zîhniyeta bêdad hebûna xwe parastiye. Di roja me de ev rastî encax cardin bi têgihiştîn û pêşengiya jinan ev were birojevkirin û aliyên jiyanê yên kêm werin rastkirin. Ji bo vê kûrbûna fikir, zanînên dîrokî û projeyên rojane pêwîstin. Ji bo ku di vê mijarê de ev nivîs bibe bingeheke zanîna dîrokî û roja me ya îro hîn baştir were nirxandin em di vê baweriyê de ne ku em ji têgeh û lêkolîneke dîrokî destpêbikin wê baştir bibe.

Di derheqê dadê de ewqasî nivîs û nirxandin hatine kirin ku; famkirina wan û derbaskirina wan ya jiyanê bi xwe bi nakokiyan dagirtiye. Di cîhanê de têgihiştina dade cûr be cûre. Her kes li gor xwe şîrove dike, penase dike û bi aliyekê ve dibe. Herkes behsa dadê dike. Herkes vî zimanî bikar tîne. Di vê wateyê de pergala desthilat û ya zorê- ya dagiriyê-herî zêde vê têgehê bikar tîne li gor xwe penase dike, bi çewtkirina dada civaka dîrokî pêşkêşî civakan dike. Di vê wateyê de dad tenê bi qanûnan tê penasekirin. Bi hûqûqê re hevwate tê bikaranîn. Ev herdû alî jî şaşin. Ev nirxandin û penase dibin sedem ku ev têgeh teng bimîne tenê di şêwe de were bikaranîn. Tenê di aliyê dîrokî de û bi taybet bi dîroka nivîskî re girêdayî têgeha dadê-edaletê penasekirin jî kêm dimîne. Her tim ev rêbaz hatiye bikaranîn. Ev jî bûye sedem ku ev têgeh û naveroka wê di şêwe an jî bîçîm de bimîne û rastiya wê were veşartin. Nirxa dad û edaletê di vî alî de tê wendakirin. Famkirin, têgihîn û çavderiya li ser dad-edaletê veguhertin hinek pêwîstiyan dixwaze. Ev pêwîstî di serî de bi Şoreşa Zîhnî û Wîjdanî pêk tê. Her wiha divê bi pêşxistina şoreşa zîhnî û wîjdanî dad-edalet were bidestgirtin ku em bikaribin têgihîn û ferasetên xwe yên heya niha bikaribin veguherînin. Di penasekirina edaletê de em çiqasî asoyên xwe, hêza xwe, çavdêriyên xwe ji nûbûnan re vekirî bihêlin emê ewqasî bigihêjin encamên bi edalet yên dewlemend. Bi vî awayî em dikarin dad û edaletê di navenda jiyan-xweza-gerdûnê de bidin rûnişkandin û famkirin.

Wek penase dad di wateya rastî, diristî, tewazun an jî dengeya di navbera kes û civakan de, wekheviyê de tê bikaranîn û famkirin. Lê belê ev aliyeke vê têgehê ye. Rêber APO di penaseyên xwe yên dadê-edaletê de dibêje: “edaleta rastî bi feraseta wekheviya di navbera cûrbecûriyan de dikare bê famkirin û pêk were”. Weke ji vê penaseyê jî tê famkirin dad-edalet têgeha ku cûdahiya di parêze, wekhevî û ahenge di parêze bi xwe ye. Wê demê ji bo famkirina dadê divê em koka wê heya çêbûna gerdûnê bibin û ji wir de vê kokê lêbikolin.

Edalet hemû zindiyan digire nava xwe. Bi taybet gerdûn jî di nava van zindiyan de ye. Di felsefeya ji bo gerdûnê ku tê gotin em bikevin rê, di çêbûna gerdûnê edalet heye û xwedî pergala edaletê ye. Zanyarên bi felsefa Kuantum re mijûl dibin gîhaştine heman encamê. Hemû rêveberiya an jî herikîna gerdûnê bi cûrbecûrî, yekîtîya cûdahiyan gerdûn û xweza hevdû temam dike. Çirûska bi qasî serê derziyê ku bi teqîna bîg-bangê bi encam bûye û jê re dibêjin teqîna mezin jî vê mûcîzeya gerdûnî ye berbi dewlemendiyan ve çûyînê destnîşan dike. Ev bi tena xwe lihevhatin an jî organîzeyeke mezine. Ji perçika jêr atomê berbi sitêrkan ve, gerestêrk, ax, av, lawir, însan ve çûyîn û bi mîlyonan zindî di nava xwe de pêşxistin, bi awayeke tevgera azad ev afirandin dayîna berdewamkirin vê têkiliya bi berhem ya sîmbîyotîk ya gerdûn û xwezayê bi awayeke baldar datîne pêşiya çavan. Tevgera heyvê û rojê ya di yek saniyeyê de 300.000 km, leza ronahiyê, hebûna hidrojen û helyûmê, di ser rûyê cîhanê de bi qasî liba xîzê ku em bikaribin hemû hebûnan bi dest bigirin lê xebîtina wan ya bi aheng cardin vê rastiya sîmbîyotîk destnîşan dike. Ev hebûn û cûrbecûrî hevdû bandor nakin, dext nakin, tine nakin û liba ji destpêkê de çêbûye heya niha bi awayê xwe yê resen xwe di parêze. Ma derveyî vê mûcîze çawa dibin. Ev hebûneke ku mirov bi çavên mirovî nabîne dikare bi hest û aqlê mirov yê mezin tê bigihêje bi xwe ye. Dad-edalet di nava hemû zindiyan de, reng û cûdahiyan de bi awayeke hevdû têr bike di xebite. Ya vê pergalê di xebitîne û berdewam dike xweza-gerdûn bi xwe ye.

Tê dîtin ku xweza-gerdûn ji vê xebitîna xwe ya hindirîn tu tavîzan nade. Hertiştî di nava denge û ahengê de ye. Her çiqasî cinawirê endustriyalîzmê pergala xweza-ekolojiyê xera kiribe jî, ev tewazûn xerakiribe jî, xweza-gerdûn tu carî tawîzan ji xwe nade. Ger di gerdûnê de pêl-perçik û tevger nebûna ewqasî cûdabûn û cûrbecûrî jî nedibûn. Mînaka vê ya herî berbiçav xweza bi xwe ye. Di bingehê hemû çavkaniya zinditiya gerdûnê de edalet heye. Em ji çêbûna demsalan bigirin, heya kevza nava avê, ji yek hûcreyên bi mîlyonan salan bigirin heya cûrbecûrî û zêdebûna van hûcreyan herikîna gerdûnê ya daîmî ku hevdû temam dike heye.

Di vê wateyê de em dad-edaletê bi hêz, îktîdar û zîhniyeta desthilatiya zilam bi dest nagirin. Bi qasî vê em ji mirasa civaka dîrokî cûda jî bi dest nagirin. Heger em wiha bi dest bigirin wê me berbi şaşî û xeletiyan ve bibe. Dad ji gerdûnê berbi xwezayê ve, ji xwezayê berbi mirov ve, ji mirov berbi civakê ve wek mîras hatiye. Yek ji taybetmendiya dad-edaletê ya herî girîng di wîjdanê însan de cih girtina wê ye. Her wiha ev dad di wîjdanê însan de bicih bûye di nava civakê de dibe erdema herî binirx ya civakî.

 

Schreibe einen Kommentar