Daxûyaniya Piştgiriyê bi Berxwedana li Daristana Hambaxê re

“Ev şerê berxwedanê tê meşandin, her roj sibê heta evarê

derve li kolanên hemû quncikên her pênc parzêmînan,

li gundan û li ser serê çiyan.

Ê me ye û yê gelekan e yên ku di binê de mane,

ev şerê mirovatiyê ye û li hemberî neo-lîberalîsmê.

Li dijî mirinê, em jiyan dixwazin.

Li dijî bêdengiyê , em mafên axaftinê, rêz û hûrmet dixwazin.

Li dijî jibîrkirinê, bîranîn.

Li dijî piçûkxistin û reşkirinê, rûmet.

Li dijî desthilatdariyê, serhildan.

Li dijî koletiyê, azadî.

Li dijî dext û zoriyê, demokrasî.

Li dijî sûcan, adalet.”

(Subcomandante Marcos)

Di nava wan roj û hefteyên dawiyê de her ku diçe zêdetir agahî di derbarê êrîş û hewldanên valakirina cihên berxwedanê li daristana Hambaxê (‘Hambacher Forst’), a ku li Rhenaniya li Rojavayê Almanyayê di navbera Aachen û Köln de ye, digihîjin me. Ji Rojava ve em wan bûyeran dişopînin. Ji ber bûyerên dawî, yên ku gihiştine şahadeta rojnamevan û çalakvanê Steffen Horst Meyn, em giringî dibînin çend tişt jî binivîsin.

Di Derbarê Paşxanê De

Daristana Hambaxê wekê yek ji daristanên herî kevin û herî mezin ên Rojavayê Ewropayê hatibû naskirin. Temena daristanê texmîna 12 hezar sal in, ango li dawiya serdema qaşo ya dawî çêbûye. Ew bûye şahîda pêşketina şaristanî û çandên mirovan. Bi hezaran salan ew bû beşeke bingehîn a jiyana ruhberên bêhejmar. Di heman demê de bû hem bingeha jiyanê hem jî yekîtiya jiyanên rengûreng bi xwe.

Her ku mirov hebûn, daristan jî bûn beşeke girîng a jiyana me. Ev cih hem parastin û xwarin dan mirovan, hem jî dar bûne cewhera gelek amûran û wekê êzing jî ji bo pêjandina xwarinê, çavkaniyên germahî û ronahiyê feyde jê hatiye girtin. Daristan dergûşên girîng ên çand û civakbûna mirovatiyê ne.

Lê belê bi derketina baviksalariyê ve, yê ku desthilatdarî û koletî bi xwe re anî, guhertinên mezin di fikir û çalakiyên mirovan de çêbûn. Hewldanên çêbûn ku bedewî û manedayîna zihniyet û pratîkekê, ya ku ev tiştan diparêze yên ku te diparêzin, bi temamî were şkandin. Hesabkirinên bê hestan, niyetên xirab, hesûdî û çavbirçîbûn wekî xencêrekî di nava dilê civakê de hatiye xistin; û bi wê re girêdayî mirov û xweza ji hev qut dibûn. Hest û mantiq bûne prensîbên ji hev cûda. Ev ku em xwe di roja me ya îro de pê rûbibû dibînin encama wê ye; çavbirçîbûn û hêrsa berhevkirin û desteserkirina hêza aborî û siyasî bi xwe re wêrankirina jiyanê bi xwe anî.

Daristana Hambaxê jî bi fermana şîrketa RWE’ê ji ber komira di biniya wê de bi temamî tê talankirin û xirabkirin. Komira wir di herêma Rhenaniya de wekî temsîleke zêrê Rhein a di destana Nîbelungen de ye: Di vê destanê de sisê xwişk hene yên ku zêrê çemê Rhein diparêzin. Heta ku ev zêr di cihê xwe de dimîne, dê tenê ji bo xêrê be. Lê belê kî xwe ji hezkirina jiyanê dûr dixe, ew dikare vê zêrê bigre, bikarbîne û jê desthilatdarî û koletî avabike. Bi vî rengî cûceyê Alberîx evînê lanet dike, zêrê Rheinê didîze û gustîleke jê çêdike. Ew jî bibe sebeba destpêkirina şerekî bêdawî li ser serweriya desthilatdariyê li ser erdê. Komir jî wekê ev zêr ne ji bo jiyaneke xweş, lê ji bo desthilatdarî û xirabkirinê tê bikaranîn.

Pê ve girêdayî girîng e em fem bikin ku desthilatdarî û koletî tu caran nikaribûn bandora xwe li ser tevahiya civakê ferz bikin. Lê belê her tim berxwedan û hewldanên jinûve avakirina civakeke exlaqî, adaletî û bi wekheviyeke ya ku ferq û cudatiyan wekê dewlemendiyeke fem dike, jî hebûn. Civakeke ya ku di nava wê de kolektîfbûn û alîkarîdayîna hevûdû çand û biryarek e li hemberî şexsperestiya kapîtalîzmê û şerê her kes li hemberî her kesê. Civakeke ya ku di nava wê de ne bedewiya şeklî, madiyetperestî, valatiyeke hundirîn û bêperspektîfbûnê serwer e, lê li şûna wê bedewî pîvaneke manewiyatê ye û jiyan bi xwe tijî bi mane dibe.

Berxwedana bi dehan salan a beşên gelê Rhenaniyayê li hemberî wêrankirina gund, zêvî, mêrg û daristanên xwe derbirina (temsîla) wê çandê û xwesteka azadî û adaletê ye.

Têkoşîna ji bo Daristana Hambaxê û li dijî Kapîtalîzmê

Di sala 2012’an de komeke çalakvanên antîkapîtalîst xwe ji bo parastina xwezayê di nava daristana Hambaxê de bi cih kirine da ku ev daristan nikaribe were talankirin. Ev çalakî noqteyeke nû di neqşa berxwedana herêmî de bû û zindîbûn û hêzeke nû bi xwe re anî. Di heman demê de jî têkiliyên bandora talankirina xwezayê di asta herêmî de bi bandorên xwe ya berfireh re hatine dîtin û xuyakirin;

Li ser têkiliya pîşesaziya komirê bi kapîtalîzmê re hatibû sekinandin. Ji ber ku derxistina komirê ji erdê di asta senayî de ne tenê hilweşandina xweza û jiyanê bi xwe re tîne. Di heman demê de bibe sebeba koçberkirina gelên herêmî, pirsgirêkên tendirustiyê, yekdestdariya pîşesaziya kerebê û tengkirina derfetên kar ên li dervê karên komirê yên di herêmê de. Her wiha guhertina avhewayê di asta cihanî de tê pêşxistin û bi kerebeya pîşesaziya karbonê re girêdayî pîşesaziya qîmyasal û ya çek û şer tê meşandin û di seransera cihanê de dibe sebeba êş û talanê. Em bi zelalî peywendiya di navbera pîşesaziya komirê ya RWE’ê li Rhenaniyayê û panzerên Leopard-2 ên şîrketa Rheinmetall de dibînin, yên ku bi kerebeya komirê û heman mantiqa lanetkirina jiyanê ve tên avakirin û li Efrînê bi sedan gelê medenî dabûn qatilkirin û li Rojava êrîşê pergaleke dike, ya ku hilbijêrkek li dijî baviksalarî û kapîtalîzmê diafirîne.

Di vê maneyê de girîng e li mijarê bi berfirehî were meyzandin û divê em têkoşînên xwe ji bo cihaneke adil bi hevûdû re girêbidin; ji Rojava heta Daristana Hambaxê. Ji bo dunyayeke, a ku di nava wê de mirovên cihêwaz û zindiyên din ên cûrbicûr bikaribin di nava ahenîgekê de jiyan bikin; bê ku desthilatdarî li ser hevûdû bidin meşandin an jî hevûdû tune bikin.

Mantiqa dewlet, şîdet û desthilatdariyê ye, mantiqa baviksalarî û kapîtalîzmê ye, ya ku divê em li hemberî wê sekna xwe xurt û têkoşîna xwe bilind bikin. Em naxwazin tenê xirab bikin, em dixwazin hilbijêrkan avabikin. Bi wê re girêdayî gelekî girîng e têkoşîn ji bo berjeweniyên civakê were meşandin – bê ku ferq û cudatî were xistin di navbera zayend, temen, çîn, bawerî û netewan de. Divê em fem bikin ku civakeke bi tendirustî, ya demokratîk, exlaqî, adil, azadîxwaziya jinê û ekolojîk di nava pergala kapîtalîst de nikare were pêkanîn. Her tim xewn û xeyalek bimîne, ji ber ku -wekê Adorno êdî gotibû – ‘Jiyana şaş rast nayê jiyîn.’ Lê belê em ji bo jiyaneke rast têdikoşîn; Em ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe têdikoşin.

Berxwedana Daristana Hambaxê bi sekneke esasî ya antîkapîtalîst û antîfaşîst radibe. Di heman demê de bi şêwazên cuda hewl ji bo avakirina jiyaneke komînal tê dayîn. Em xwe nêzî wê hîs dikin. Ji ber ku di derbarê sekinandina talan û wêrankirinê de helwest tê girtin û ked ji bo avakirina hilbijêrkan jî tê dayîn.

Di wan salên dawî de di derbarê wê berxwedanê de gelek caran têkiliya di navbera şîrketên mezin ên kapîtalîst ên wekî RWE, saziyên dewletê û şîrketên mezin ên ragihandinê de bi eşkerê diyar bûne; bi taybet di derbarê reşkirin, marjînal kirin û nerewakirina berxwedanê de. Di nava kosepta NATO’yê ya di derbarê tepisandina rabûnên gel de û pêşketina wê, wiha xuya dike ku Berxwedana Daristana Hambaxê û sempatîzanên wê ji tên fikirandin. Li cihên ku asîmîlasyona spî êdî cihê xwe nagire bi dext û zorî tê tevgerandin. Bi wê re girêdayî pilanlameya derxistina hiquqa polîsê ya nû li herêmê baştir tê femkirin; guhdarkirina zêde ya tîlefonan, girtina kesan bin çavderî li gorî gûmanên (ango xwesteka) polîsan û bê delîlan û pilanlameya ceribandina çekên nû yên felçkirina demî (Taser) li herêma ku Daristana Hambaxê tê de ye. Axaftinên di derbarê ‘terorîstan’ de tên çêkirin. Bi vî rengî jî dijwazin di nava civakê de dîmeneke nerewakirina berxwedanê avabikin. Ew dixwazin mesafe têxin di navbera civak û çalakvanan de. Di roja me ya îro de gelekî zû çêdibe ku kesên berxweder ji hêla dewletan ve wekî ‘terorîst’ tên îlankirin. Lê belê ev têgîn li ser nasnameya rast a ‘desthilatdarên bi riya tirs û şîdetê’ dixapînin.

Ji destpêka Îlonê 2018’an û pê ve kampên berxwedana Daristana Hambaxê, yên ku êdî 6 sal in li wir in, ji polîsên Almanyayê tên êrîşkirin û dixwazin wana bi temamî xirab bikin. Çalakiyên medenî yên girseyî nikaribûn niyeta dewletê biguherînin. Ji ber ku li şûna başbûna mirovan li gorî berjewendiyên xwe, perê û berdewamiya desthilatdariya xwe biryar dide û tevdigere. Êrîşên polîsan ên ku hîna jî berdewam dikin rê vekirin şahadeta çalakvan-rojnamevanekî serbixwe. Steffen Horst Meyn biryar dabû ku sansûra xebatên ragihandinê derbas bike û bi taybet biryar daye ku nebe ‘objektîf’ (alînegir) di nava têkoşîneke de ya ku bê hest û bê empatî nikare lê were meyzanin û nikare were meşandin jî. Ew di pêkanîna wan biryaran de jiyana xwe ji dest dayê. Em deyndarê wî ne ku em wê têkoşînê ji bo cihanekê xweştir berdewam bikin. Li şûna ewqas derew divê em li heqîqetê bigerin û wê yekê bi cihanê re parve bikin.

Lê belê divê em diyar bikin jî ku bi mirina mirovekî girêdayî bi çalakiyên polîsan ên şkandina berxwedanê, em matmayî nayên hiştin. Her kes ku di salên dawiyê de hinekî nêzîkatiyên polîs û xebatkarên ‘ewlekariyê’ di derbarê çalakvanên li Daristana Hambaxê dişopand, dikaribû bibîne ku her ku diçe

jiyana mirovan zêdetir hatiye xistin xeteriyê. Li gorî mantiqa pergala dewletî-baviksalar e ku bi jiyanan re tê leyîstin û li ser rîsk û telûkê hesab tên meşandin. Her roj ji bo hilgirtina berjewendiyên xwe û berdewamiya serdestiyê bi hezaran jiyanên mirovan tên xirabkirin. Jiyanên xirabkirî di vê pergalê de di nava hesabên desthilatdaran de ne û pê bazirganî tê meşandin. Jiyanên mirovan hem di milên civakî, çandî, tendirûstî, aborî û siyasî tên xirabkirin û hem jî rasterast bi şêwazek fîzîkî tên êrîşkirin. Em Remî Fraisse bînin bîra xwe, yê ku di sala 2014’an de li Fransayê di protestoyeke li dijî barajeke de ji polîsan hatiye şehîd xistin. Em Santiago Maldonado bînin bîra xwe, yê ku li Arjentînê ji bo mafên gelên xwecihî (indîjen) ji bo axa wan têkoşiyaye û ji kûjerên nediyar hatiye wendakirin û şehîdxistin. Em enternasyonalîsta Rachel Corrie bînin bîra xwe, ya ku di sala 2003’an de li Xaza trekseke Îsraelî ser wê de çûye û wiha hat şehîdxistin. Em jina Kanadî Annie Mae Aquash bînin bîra xwe, ya ku tevlî têkoşîna gelên xwecihî li Amêrîka bû û li sala 1975’an ji kûjerên nediyar hat şehîdxistin. Em Berta Caceres bînin bîra xwe, ya ku wekê jineke xwecihî li Honduras li dijî projeyeke hîdroelektrîk têkoşiyaye û di sala 2016’an de ji ber vê hat şehîdxistin. Em Dora Alicia Recinos bînin bîra xwe, ya ku 2009 li El Salvador di çarçoveya têkoşîneke li dijî kaneke zêrê de hat şehîdxistin. Em momoste Galeano yê civata Zapatîsta bînin bîra xwe, yê ku ji ber parastina axa xwe, gelê xwe û mafên perwerdê hatiye şehîdxistin. Em Vital Michalon bînin bîra xwe, yê ku li Fransa di protestoyeke li dijî enerjiya nukleer de hatiye şehîdxistin. Bi hezaran nav hene, bi hezaran jiyan, bi hezaran mirovên wêrek û hezkirî. Em wana hemûyan bînin bîra xwe û bîranîna wan biguherînin îradeya hezar qatan a ji bo guhertina vê dunyê. Îradeya hezar qatan ji bo têkoşîna ji bo pîvan û nirxên adalet, pirrcûretî, komînalbûn û azadiyê. Îradeya hezar qatan a ku em ê jiyanê dîsa bi wate bikin!

Ji Rojava ve em ji kesên ku li Daristana Hambaxê, herêma wê û cihên cuda bi şewazên cûrbicûr tevlî berxwedanê dibin re gelek silavên şoreşgerî yên piştgiriyê, gelek hêz û enerjî dişînin! Di pergala şaş de ciheke ewle û yê paşvekişandinê nîne; ji ber vê divê em berxwedana xwe jî tu caran paşve nekişînin …

Li dijî dewlet, şîdet û desthilatdariyê!

Ji bo civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jin!

Berxwedan jiyan e!

Şehîd Namirin!

Jineolojî Rojava

26.09.2018      

Schreibe einen Kommentar