ÇIMA MALPERA JINEOLOJÎ

HEVAL RÛMET

Di cîhanê de bi jiyankirina êşên rastî, xizaniya rastî, tundî, êşkence û bi hezar awayî zilma berçav ya kat bi kat ku em jiyandikin de: ma gelo pêwîstiya jin ya herî dawî ne malpereke wiha sanal an jî rawêjî ye? Û bi hezaran salan li ser ruyê erde ewqasî Sîte”yên (bajarên cihbûyî yekem) bêhejmar tên bicihkirin û jiyan tê warê ku nayê jiyankirinê de em çima bi navê Jineolojî bi malperek wiha biservedibin? Ma gelo ev pêwîsteyek e? Ger pêwîstiyek be ma bi qasî êşên me pêwîstiyek rasti ye?

Hela mêzeyî Xaltîka me ya di logoyê de (hûn bibêjin, dayê, dayik, pîrê, xwuşkê, metê êdî ji dile we çi tê wê bibêjin) çiqas bi amurek berbiçav û çiqas li karîgehek rastî rûniştiye. Di destên xwe de teşiyek çiqas rastî girtiye û ji bo pêwîstiyek rastî hûnerê dihone, zanistê dike, teknîkê pêşdixe. Bi sekna xwe ya ewqas biaram, ewqas gerdenfiraz (maxrur) û him jî ewqas zadegan. Weke ku di berî niha bi hezaran salan de jiyan nekiriye, xwe mehkûmî wê demê nekiriye, xwe di roja niha de dinexişîne. Bêyî ku tayê hiriya xwe biqetîne ji teşiya xwe, weke ku ji bo me qezaxan, goreyan, dolbendan, dirêse. Ti cudahî nîne li gel wê. Kî ji me jê bipirse wê bibêje “ez ji te re çêdikim berxa min” ewqasî gerdûnî û ewqasî rastiye. Dibe ku hûn dezgeha wê hêsan, kêm, paşketî bibinin. Dibe ku hinek îda bikin bibêjin hiriya ku ji wir derbikeve gelek stur û gir e. Lê kêmekî jî yên xwedî zanîn û danehevên dîrokî-giştî be, wê mafê vê xaltîkê radestî wê bikin ku ger ew nebûna û heger ew dezgeha wê ya hêsan û teşiya wê ya ku her digere bixwe re nuwazeyan diafirîne nebûna zanist û teknîka îro ya ku em bi vê bi were dikevin pêwendiyan û ev teknolojiya rawêj jî ne gengaz bû. Destên wê yên bi sihir, dilê wê yê jêhezkirî ku ji hemû şaneyên gerdûnê re vekiriye nebûna û cardin zekaya wê ya hestiyar û hîskirî nebûna, aklê wê nexebitiyana, emê di kîjan pêvajoya peresanê de bi eliqî mabûna û bihatana eliqandin? An jî bi gelek pêvajoyên peresanê re emê bi çi awayî bijiyana? Nayê zanîn.

Vê xaltîkê dezgeha xwe, ne di deverekî jixwe ber de di Mezopotamyayê de, di Rojhilatanavîn de saz kiriye. Li ser xakên bisir, nepenî, bitilsim, bi qasî van xakên pîroz û bi zaninan hatiye ronahîkirin saz kiriye dezgeha xwe. Teşiya xwe di her kêlî û vegera roj, meh, sal, sedsalan de rêsandiye. Hiriya xwe di her hestî de honandiye, nexşa xwe di halê her mirovî de xebitandiye. Hem dîrok avakiriye li ser xakên ku pêlê kiriyê, di nava zeviyên ku bi destên berhemdar tov reşandine ev avakiriye di dezgeha xwe ya rêsanê de. Ya di afirîne û daye afirandin bûye ew bixwe. Bi berhema xwe du caran can daye mirovahiyê. Ya yekem bi dezgeha xwe ya duyem bi axê. Bi tov û hestan. Bi destên xwe û dilê xwe rêsandiye teşiya xwe. Birînên deste xwe yên di zeviyan de çêbûne û şopên jiyanê yên dilê xwe herikandiye bi ser teşiya ku dirêse de û bi ser hunera xwe de.

Ev xaltîk ji nîşandana berhemên xwe yên di wêne de zêdetir, yên ku nayên dîtin vedibêje. Bêyî ku biqîre, hêdî hêdî biaram, nerm lê bi girêdana ji demarên bikok yên dîrokî bi dengê xwe yê jidil, bi ruhê xwe wisan bi dengekî bihêz diaxive ku; ger tu guhê xwe nediyê, weke ku te berê xwe ji rastiya xwe vegerandiye tê xwe hîs bikî. Li ser xakên tu jidayik bûyî û mezin bûyî, ji şîrê dayika xwe ya ku te vexwariye, lorîkên ku te guhdarî kirine, helbestek ji dil ya bi zimanê dayikê ku hatiye strandinê tuyê berê xwe vegerînî heger tu dengê vê xaltîkê guhdar nekî. De ka were û guhdar neke: “ Ewladê min, zaroka min ya xweşik! Ez bûm dayika dîrokê, axa dîrokê, ya ku zilam û jin zaye. Ez bûm ya ku bi destên xwe yên bi bereket tovên di stewriya zeviyande mane di rehma axêde rast bicihkiriye. Ya ku ji birçîbûnê re, ji sermayê re, ji mirinê re, ji birînên giranre, ji bêcihiyê re derman û çare dîtiye ezbûm. Em di demên ewqasî tengav de man, kêm mabû ku nifşên me berbi tinebûnê de biçe, lê em neçar neman. Niha ez li halê wê temaşe dikim ku ewqasî beşên axên mezin di destên we dene, avên bê ser û ber û bê dawî bi we rene. Êdî ne ew agirên bêvenêrîn û bê dawî, ne ew lawirên dirinde, ne ew nexweşiyên ku sedemên wan nayên zanîn û ne jî gelek astengiyên din êdî nikarin ziraran bidin we. Aqilê we teknîk û zanistên pêşketî afirandine. Lê, ez li we temaşe dikim hûn tenê ji bo xwe nikarin bibin çareserî. Hûn nikarin ewqasî derfetan bînin berhevdû. Yên ku hûn dibêjin kêm û hêsan lêbikolin, rêya sir û aqil bibinin. Ez dengê di hindirê we de yê ku qet bêdeng nabeme. Ez potansiyela ku di aqilê we de qet wenda nabeme. Dîroka we me. Bexçeyê cihana we ya hestiyar ku hertim kulîlkan bi hîs vedikime. Tenê xwe bizanin, min bizanin yanî dîrokê bizanin…”

Malpera me, logoya me û navê me! Di rastiyê de sîmge an jî hêmayeke, têgeheke! Ji aqil û dilên dibihîzere pir tiştan vedibêje. Lê em, yên ku bi rastiya pergalê re dijîn û di her kêliyê de yên ku bi wê re şer dikin em dizanin kî; di her saniya vê serdema em têde derbas dibin de li ser civak, jin û jiyanê qirkirin tê dextkirin. Ji bo vê em dibêjin di her kêliyê de divê zanebûna civak, jiyan û jinê hebe. Tam jî ji ber vê sedemê em dibêjin JINEOLOJÎ. Ji bo ji her qadên jiyana ku rawêj bûye em xîtab bikin û bi teknîka serdemê re em rabigihînin, em dibêjin malpera Jineolojî. Bi armanca ku ev di xizmeta jiyana rastî û pêwîstiyan de be weke dezgeha li pêşiya xaltîka me ya sade û ji dil bi vê daxwaz û kedê me destpê kir. Em neviyên vê xaltîkêne, em zarokên vê xakê ne! Ew keda di dezgeha wêde rêsaye di hawuza genên me de hene û di pêvajoya amadekirina vê malperê de wê teşiya xwe bada, hiriya xwe rêsa, bêxemiya li derûdora me, hema wisan bi enerjiyekê paqij û belav kir. Enerjiyek, lebat û bazdanek, lêgerek… Navê wê çibe, logoya wê çibe, navêroka wê, mijarên wê, sernivîsên wê û her wiha… û berdewam dike, wê berdewam bike. Teşiya wê qet ranewestiya, dezgeha wê ya ku sazkiribû li hemberî aqilê nêr yê komploger bi înad qet ranewestiya û jibinîde hilneweşiya. Dayina têrkirina mirovan, parastin, xwarin, vexwarina mirovan berdewam kir. Me jî bi ked û hezkirina mezin di şert û mercên herî girande berbi meşê û xebatê ve dibe. Em li wê dezgehê temaşe dikin û bi hêvî dibin. Em dizanin ku mirovahî deyndarî vê dezgehê ye. Zanist, huner, teknîk di vê derê de hat rêsan, ava bû, herikî îro. Niyeta me zanistî ya ku me bihêvî kir jî cardin di vê dezgehê de hat rêsan. Berdewamiya îdaya me ya zanista jin jî bi girêdana keda teşiya vê xaltîka me ku bi hezaran salan bêrawestan tê badan û ew tayê bêyî ku bi qete tevnên ji xweşikiya wê hatine derxistinê ye. Emê wan xweşikiya wan delaliyan binivîsin di malpera xwe ya Jineolojî de. Emê bi wan xweşikiyan û delaliyan bi afirînin Jineolojiyê. Û emê bi wan xweşikiya rawêjiyan û tinekirina jiyanê rawestînin. Êş û zilma rastî ya ku bi jinê re dayîne jiyankirin; emê di dezgeha jinan de, bi destên jinan, bi dilê jinan bi ruhê jinan cardin bihonin li ser heşmendiya, daku ev aqil û zeka vê rewşê rawestîne, emê vê baweriyê jin û ve ava bikin bi vê malperê. Teşiya jinê hîn têbadan, û di rastiyê de qet ranewestiya, ew hiriya ku hatiye rêsan ji hev qet veneqetiya, mirovahiyê xwe pê girt, em dixwazin hîn zêde jin bi çavên xwe yên dil vê rastiyê bibinin. Emê hewil bidin vê bikin. Yên ji me ku bi çavên dil, biaqil, bi zeka vê dibinin em bibin yek û bihevre hezar û yek qirkirinên ku li ser me hatiye pêkanîn rawestînin. Divê bi vê zanînê em seferber bibin. Ger Jineolojî vê bisernexe, wê dijberî çavkaniya xwe yanî dijberî dezgeha xwe ya Neolîtîk ku jê afiriye, teşiya xwendavenda ku divirde hatiye badan, dijberî jina heskirî ya hatiye rêsan bikeve. Ji pêveka zanistên li ser wê qirkirinê pêktînin wêdetir naçe, rexmî hemû nîyet û hewildanên baş jê wêdetir naçe. Emê li ava ku di hestên di dilê jinde diherikin mêze bikin, newaya evîniya ser lêva wê mêze bikin, emê li nîdaya ruhê wê ya helbestî mêze bikin, li barê hestan yên serdema wê mêze bikin û dîrokê binivîsin. Emê rûpelên vê malperê ne tenê bi aqilê analitik ne jî tenê bi zekaya hestewer bihonin. Hema weke vê xaltîka me; weke berhema aqilê bêhempa dezgeha xwe sazbikin, weke berhema zekaya hestewer ya bêhempa nexşên xweşik binexişînin. An jî bi berhema aqlê analitik emê teşiyekê çêbikin, ji wê ta biresin, modelan derbixin û biresin. Bi aqilê hestewer estetîk an jî xweşikiya wê bidinê. Lê di tevahiya wê de emê bibin çanda xwedavend. Ti birdoziyên ku jinê di kêleka aqil de diqufêlin, hewil didin kêleka din jê bêpar dihêlin, an jî birdoziyên ku aliyekî weke ewladê dayikê nîşa didin, aliyên din weke ewladê nejiwê nîşa didin di têgihiştîn û zanîna Jineolojî de wê neyê pejirandin. Di dezgeha wê de nayê rêsan, derveyî lêkolîn, vekolîn, rexneyan.

Malpera me rêya derbaskirina zanista jinê bûyînê ye. Bi gotina zanayekê; “Xweda yeke, lê belê rêya gîhandina vê xwedayê hezare”. Ev malper 104 ME yên ku zilam ji jinan dizine paşvedigerine û banga parvekirina van ME yan ji bo herkesi dike. Xwedî li şerê dinêvîde mayî ya ÎŞTAR ê derdikeve! Banga qezenckirina vî şerî herî zede li ser van xakan di sala 2014 an de hat qîrîn ji tevahiya wîjdanan re. Herî zede jinên ji hemû netewan yên ku hatin revandin, hatin kolekirin, di bazaran de hatin firotin, jinên Kurd, Tirkmen, Asûrî, Ereb û tevahiyên din ev bang qiriyan li ser van xakan. Ev malper ji vê qîrê re bersiveke. Em jinên li ser vê axê neçarin ku dengê xwedavenda xwe ya ku her roj bangî me dike bibihîzin. Ev malper ev deng bihistîne, deng dayîna vî dengiye. Emê ji bo xwedavendîtiya jinê bi avakirina zanista xwe bersiva xwe bidin û em di vê îdîayê de ne.

Ez têgihiştibûm ku dayika min a xwedavend û jina evînê heya roja me bi dagiriyek zirav misqal bi misqal xwarin, bermahiya wê bi navê zewaca du serî avêtin ber evden xwe, wek para bêdengiyê danîn ber koleyên xwe yên zilam. Weke zilamekî bi qasî ku me, diyariyên wan bi dilê xwe re nedan pejirandin û her ku min bawer kir ezê bibin kurê dayika xwe ya xwedavend û jina evînê, ez hîn zêde bi şadî û xurûr dibûm.” Bi yên ku ev bang û pêşniyara Birêz Abdullah Ocalan girîng dîtin û tevgeriyan re malpera me dest pêkir. Coş û xurûra Birêz Ocalan parvedike. Û îdaya wî ya ewladê baş ya dayika xwedavend radigire. Bi vê îdayê li ser van xakan bi navê bibin neketinê bi dehan salan têkoşin hat dayîn û di encama afirandina van nirxande Jineolojiya ku afirî bi van nirxan wê mezin bibe, gerdûnî bibe.

Tekoşîna jiyan, evînî, zanistî ya xwedavendan li ser vê xakê berdewam dike. Dezgeha wê ya ku di navîna jiyanê de hatiye sazkirin hîn dixebite. Teşiya xwedavendê hîn tê badan. Herkesê ku dixwaze bihone fermo, bila keremkin JINEOLOJIYÊ…

 

Leave a Reply