Bi Gundê Jinwar Berbi Mekanên Jin Yên Azad Ve

 Komîteya Amadekar A Jınwar

Me di rojhilata navîn de gavên yekem yên însanbûn û fikirandina bi erdem destpêkir. Her wiha berî niha bi hezaran salan li ser van xakan şoreşa jinan pêş ket. Jiyana jinan ya bi wate li kêleka avên Firat, Dîcle, Xabûr, Dîcle bi pêşengiya jinan dest pê kir. Bi Şoreşa Neolîtîk ev pêvajo tacîdar bû. Dîroka Rojhilata Navîn ya zindî, dîroka Civaka Rojhilata Navîn her wiha dîroka me li Gobeklîtepe, Wajûkanî, Orkêş, Çemê Xellan, Kortik Tepe, Şikefta Şanîdar heya niha jî ber bi me ve di teyise. Ev rastiyeke ku bi giştî dîroknas, lêkolînvan û zanyar di vê rastiyê de hemfikirin. Ev rastiyên me ne. Her wiha ceribandinên jiyana me ne.

Li hemberî inkar û dorpeçkirina qanûnên civaka hiyerarşîk, tegihînên civaka me yên komûnal bi her awayî liberxwe dane û gihîştine heta îro.

Dema ku em derketin rêya vegera jiyana xwe ya herî sade û zelal ya nûjenkirinê, me bi watekirina ceribandinên fikirmendan, ezmûnên berê, ceribandinan rêya xwe û serpêhatiya xwe şopand. Em dizanin rastiya ku fikirmendên Rojhilata Navîn berbi nûvejînê ve birin ked û hewildanên mezin bûn. Lêgereke wan hebû. Di bedêla vê lêgera xwe de jiyan, ruh û bedenên xwe feda kiribûn. Bi vê fedakariyê xwe paqij û tahir kiribûn û ev pirs ji xwe kiribûn. “Em ji ku hatine, em berbi ku ve diçin?”. Ev pirs û bersivên van pirsên wan ew berbi rastiya civakî ve biribûn. Em ji rastiya wan bawerin. Em jî weke jinên vê xê em dibêjin “Em kîne, em çawa jiyan dikin û emê çawa jiyan bikin?”. Em hewil didin jiyana xwe bi van pirsan û bersivên xwe cardin bihonin. Di vê honandinê de em li qerektera guhertin û veguhertina hemû deman mêze dikin.  Di her kêliyên înşayên civakî de guhertin û veguhertin di qewimin. Em li ezmûn û ceribandinên hevcînsên xwe mêze dikin. Zanatî, ruh, ezmûn, bawerî û hêza wan ya hindirîn dibînin. Şêweyên jiyanên wan yên alternatif hembêz dikin. Li hemberî pirsgirêkên civakî çareseriyên civakî yên van deman ji rastiya civakî ne dûrin. Ne di jor de ne. Ne dijberin, ne perçekirinê. Ji xwe di xwezaya jin de cihê van hêmanan jî tine ye. Jin bi hebûna xwe li hemberî van perçebûyînan xwedî sekne. Di vê wateyê de di serpêhatiya jiyana jinan ya bi wate de, taybetmendiyên komûnal, hevpar, hevgirtî, temamker hene. Em li gor vê şêweyê dibînin ku rêbazên jiyana jinan bi hedefên hevpar yên civakî hatine pêşxistin û ev rêbazên hevpar heya roja me ya îro xwe berdewam dike. Ji vê şêweya jiyanê re em dikarin bibêjin pêvajoyên şoreşê, pêvajoyên pêşengiya jin an jî pêvajoyên piştgiriya jinan.

Zanîna roja îro dî îddîaya serdema zanînê de ye. Her wiha zanîn di hewildana pêşengiya serdeman de ye. Asta pêşketina teknîk û teknolojiyê di îddîaya pêşengtiya serdeman de ye. Pîşesazî, aborî, huner, polîtîka di sînorên metafizik de di îddîaya pêşengtiya serdeman de ye. Lê belê ev qadên jiyanê ku xwedî van îddîayên mezinin nêviyê însanên ser rûyê cîhanê birçî dihêlin, nêviyê din jî bi nexweşiyên serdemê tine dikin. Bi nexweşiyên serdemê re yên weke penceşêr, obezîte re rû bi rû dihêlin. Lê ya herî girîng bi rêbazên cehaletê mirovahî tê qetilkirin. Nêviyê însanan di şer ûqirkirinên civakî de tên tinekirin. Nêviyê însanan di warê dîtina çavê dil, baweriya manewî, zindîtiya ruhî de bi hestên dijminahiyê tê dagirtin û li hemberî hevdû tê bikaranîn. Wek berdewama qetliyamên jin yên hezaran salan rêbazên cûr be cûr di roja me de li ser tevahiya civakan tên bikaranîn. Li şûna ku xwezaya zilam û taybetmendiyên zilam werin tehlîlkirin û rewşa zilamtî were çareserkirin, ev mijar weke xala herî lewaz li hember zilam tê bikaranîn. Li ser rastiya zilamtiya niha cînsiyetperestî tê zêdekirin û zilam hîn zêdetir lewaz dibe. Bi vê rêbazê zilam li hemberî jinan tê gurkirin û jin tên qetilkirin. Bi rastiya jinan re girêdayî jiyan, civak, xweza tê qetilkirin. Hevalên hevjiyana azad yên bi hezaran salan ji hevdû tên biyanîkirin. Bi temaşekirina van çewtiyên roja îro û zanîna heyî ya teknîk û teknolojiyê, cardin bi zanînên zanista heyî em bawer nakin ku pirsgirêkên civakî werin çareserkirin. Em bi van rêbazan ne qanihin. Ev rêbazên jiyanê, şerê bê aştî, bi hevrebûna jin-zilaman ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî me qanih nakin. Di vê wateyê de em wek jinên li ser van xakan ku me bixwe hêza parastina xwe ya cewherî kiriye, me coş û şanaziya xweparastinê jiyan kiriye em dixwazin li gor dîroka xwe ya qedîm bi heman heyecan û kêfxweşiyê xwe birêxistin bikin û cîh-war bikin.

Wek qadên jiyanê yên sivîl me xwe birêxistin kir û em hewil didin cîh û warên xwe yên jiyana azad ava bikin. Em li der û dora xwe mêze dikin ku gelek mînakên wiha hene û çêdibin. Yek ji van mînakên hevcînsên me yên li Efrîqa yê ne. bi navê gundê UMOJÎ jinan ji bo xwe gundek ava kirine. Pirsgirêkên xwe yên xwecihî û civakî bi vê rêbazê çareser kirine û ev mînak heya niha bi hemû zindîbûna xwe berdewam dike. UMOJÎ tê wateya yekitiyê. Ev gundê yekîtîya jinan li hemberî pêşketina teknîk û teknolojiya niha darbeya herî mezine. Em di vê baweriyê de en ku ev mînak di pêşwazîkirina pêwîstiyên jinan de wê bibe rêbazekî dewlemend. Bi heman hestan em jî dixwazin bi armancên mezintir berbi gavekî wiha de biçin. Li gor vê me xwe birêxistin kir, plansaziya xwe amade kir û koma xwe ya xebatê saz kir. Bi damezrandina koma amadekar ya înşaya gundê jin me navê gundê xwe jî diyar kir. Navê gundê azad ya jinan wê JINWAR be. Bi înşakirina gundê xwe em armanc dikin ku hemû qadên jiyanê veguherînin warê jinan.

Ji ber ku em ji berê de dizanin, zanatiya me bi çandiniyê, bi avdanê derbasî zîreetê bû, ji darekê derbasî daristanan bû, ji kulubayekê berbi bajaran ve herikî û hat heya roja me ya îro. Bajarê me yên yekem URUK bi IRAQA roja îro. KARTACA ya me ya berê bû TUNUS a roja îro. Heywanên me kedî kirin li hemberî me hatin bikaranîn û bûn xerabî. Zanatiya me, watedariya me, şîfageriya me, xwezayîya me wek paşketîbûn, kevneperestî hat dîtin û bi zanista pozîtîf li dijberî me hat bikaranîn. Ev cehaleta zanistên civakî yên roja îro ne. Em dibêjin êdî bi avakirina cîh û warê xwe divê em dawî li vê cehaletê bînin.

Em li hemberî cehaleta sedsalan 21. Gundê azad yê jinan JINWAR ava dikin. Di van xakan de bi destên jinan, zanatî û keda jinan gelek cih, mekan û dever hatine avakirin. Li ser van xakan berhevên çanda me hertim zindî mane. Li ser vê zindîbûnê em gundê xwe ava dikin lê ev ne mînaka cara yekem e. Di rastiya dîroka me û civaka me de gelek mînakên din jî hene ku heya niha bi nav û çanda xwe jiyan dibin. Li kêleka her rê yê, li serê her girî, li ser her wêneyê, li ser her nivîsa kevnare ev çand ji me re sirrê xwe dibêje, xwe tîne bîra me. Ked û navê jinan ji her derê bangî me dikin. Ev şopên zindî banga avakirina gundê azad yê jina dikin. Ji ber ku heya niha gelek gund û şûn-warên bi navê jinan hene. yên weke Girêselma, Dayikabiharê, Gundê Melekê, Xirbê Benat, Gundê Heyatê û her wiha. Ev navê hem di wateya navê jinê hem jî yê jiyanê de ne. Em bi kelecana vê dîrokê ketin rê û bi ked, hezkirin, fedakariya hevalên xwe berdewam dikin. Di vê wateyê de em çand û kevneşopiya xwe ya berê berdewam dikin.

Di rojhilata navîn de bi taybet di Rojava de behsa înşakirina qadan kirin ne kar û kêrhateya her kesî ye. Di devereke ku her der tên hilweşandinê de behsa înşayê kirin, dibe derbeya herî mezin ji vê zîhniyeta hilweşîner re. Em bi çavê jin li serdemê û li herêmê mêze dikin. Di çerçeveya nêrîn û dîtina xwe de em behsa înşayê dikin. Tam di vê demê de înşaya jiyana civakî di Rojava de layiqî dîroka çanda rojhilata navîn ya dewlemende. Layiqî dîroka jina Rojava ye. Ji ber mal û dîwarên dîrokî yên hatine înşakirin bi hemû zinditiya xwe li ser piya ne. Emê vê zinditiyê di nava dilê şoreşa jinê, li ser xakên Rojava berdewam bikin. Ev xebata înşayê girêdanên me bi dîroka me re, bêrîkirina me ya pêşerojên azad di teyîsîne.

Dibe ku derveyî me jî gelek kesan li ser qad û gundê jinên azad fikirîbin, ferqa wan destnîşan kiribin. Dibe ku pirtûk û roman hatibin nivîsîn. Jiyanên cuda hatibin fikirîn. Hetta em dizanin ku gelek lêkolînên jiyana alternatif wek xeyal û lihevanîn heya roja me ya îro hatine. Wek pirtûka Thomasso Campanella ya Welatê Rojê, wek pirtûka Charlotte Gîlman ya bi navê Welatê Jinan. Dibe ku ji bo qadên azad gelek ramanên dewlemend jî pêşketibin. Lê em baş dizanin ku ev xeyal û ramanên jiyana azad çawa bi qetliyaman û zilmê re rû bi rû hatine. Cardin em baş dizanin ku ev fikrên azad, utopyayên jiyanê di şexsê jinan de, di rastiya jiyana azad de çawa hatine çewtkirin, ji rê hatine derxistin, bi derewan bi xapandinan sêwî û yetîm mane. Di vê wateyê de dema em behsa gundê ekolojik-azad yên jinan dikin em tenê bi xeyal û utopyayan re sînordar namînin. Em xwedî hêz û çalekiya înşakirina xeyalên xwe ne. Ew xeyal û utopyayên me li ser van xakan şîn bûne û ji bo nûvejînê cardin li benda me ne. Bang dikin. Emê ferqa xwe bi zanatiya xwe, bi etîk-estetîka xwe her wiha bi xweşikiya ramanên xwe, bi bawerî, zanîna dîrok, tekoşîna jinan, bi lêgera wateya jiyana azad daynin holê. Em wek jinên ku xeyalên xwe bijiyanî dikin beramberî vê îddîaya xwe ya xurt emê li hemberî hemû nêzîkatiyên paşvero, kevneperest, bêbawer, êrîşkar û fikrên dijber jî heya dawiyê têbikoşin. Yek ji armanca me ya herî bingehîn jî eve.

Jinên JINWAR wê di warên xwe yên azad de, zanebûna xwe ya dîrokî birojev bike û di akademiyên xwe de vê zindîbûnê berdewam bike. Zanebûna xwe ya şîfayî di qada xwe ya tendurustiyê de bikar bîne û şênîyên xwe ji hemû derdxwbelayan rizgar bike. Zarokên xwe li dibistana xwe perwerde û zane bike. Wê erka xwe ya jinên zana, jinên zanyar di mekanên xwe yên azad de pêk bîne. Bi zanista xwe ya jin JINEOLOJÎ perwerdeya xwe, hunera xwe, hilberîn-întaca xwe, ekoloji û aboriya xwe, pirsgirêkên xwe yên demografî, tendurustiya xwe, dîroka xwe, etîk-estetîka xwe bi zanebûna xweparatinê her ku kûr bike wê bi rêbazên xwe pirsgirêkên civakî jî rast bike û derbas bike. Li hemberî şêweyên jiyana roja îro wek alternatif gundê ekolojik û azad gundê jin JINWAR bi vê zanebûnê were înşakirin û bi vê hîssiyatê wê jin berê xwe bidin civakê.

Ji ber ku tê zanîn di roja me de her der bûne qadên şer û qirkirinê. Aqilê şer li hemberî hemû rengan, hemû civakên azadî û wekhevîxwaz, li hemberî hemû hêzên alîgirên çaresriyê yên azadîxwaz li ser piya ye. Ev aqilê şer herî zêde li hemberî jinan, zarokan, civaka bêparastin tê bikaranîn. Derfetên jiyana azad tê zuhakirin. Li hemberî van qadên jiyanê ku tên zuhakirin pêşxistina înşaya JINWAR û jin, zarokên mexdurên şer di vir de bicih kirin dibe erka roja me ya îro ya herî pîroz. Tevî jin û zarokên ku hatin behskirin jinên ku bi hêza xwe beşdarî vê xebatê bibin bi xeyalên herêmên jinên azad hemû derfet û kêrhateyên xwe jî pêşkêş bikin, utopyayên xwe yên azad pêk bînin wê di gundê JINWAR de cih bigirin. Jinên ku bi perwerdeya civaka xwe rabin wê endamê vê şêniyê bin. Dayikên me yên ku wek perçeyek dîroka zindî, wek abîdeyan li ser piyane bi ezmûn û zanatiyên xwe di JINWAR de cih bigirin. Wê bi rêbazên xwe çandiniyê, bi şînahiya daran, bi berhema bênderan, bi zanîna lawirvaniyê, şîr bikin mast û penêr. Wê jiyana vir bi zanîna dîrokî haveyn bikin.

Derîyê me ji kesên ku bi projeyên xwe yên taybet bixwazin aqedemîyan ava bikin, navenda bijîşkîya xwezayî saz bikin,  perqên zarokan bipêş bixin, metodên enerjîya tîrêja rojê pêş ve bibin, mezrehên heywanan saz bikin û ên ku xeyala atolyayên dirûnê, navendên hunerê, navendên pêşaniyê hebin û dixwazin wan ava bikin re vekiriye.

Em di roja îro de dibinin ku pileya modernbûnê û pêşketinê, bûne zigguratên ji betonan û pêşengên wan avahîyan. Lê em pêwîstiya derbaskirina van dibînin û hewil didin ku bi çanda xwe qadên jiyana xwe ava bikin. Li ser vê bingehê  xanîyên Jinwar a ku wê li vir hevdîtina jin pêş bikeve wê ekolojik bin. Her wiha wê ji û pûş-qayê be. Yanî wê ji kerpîçan be. Mercên jiyana ekolojik a rast û bikêrhatî bi xaniyên kerpîçan tên pêşxistin. Em li her cihê Rojavayê rastî van mercên jiyanê tên. Em e hawira van xaniyên kerpîçan a bikêrhatî, xweşguzarî û bi qasî dile me germ li vê qadê saz bikin. Dibe ku avakirina qadeke ji avahiyên kerpîçan ji bo her kesî cuda û bi kelecan neyê dîtin, lê li deverên ku şer di qewimin de di nava güle-qurşûn,xwîn-xwêdanê de, di nava toz û barûdê de, ku perçeyên laş di nav de tên komkirinê de avakirina qadên kerpîçan di aliye têgihîna jiyanê, felsefe û nêrînê vê xebatê de cuda ye. Em di armanca avakirina qadeke wiha de ne ku jin û zarok bikaribin bi dilekî aram tê de bicih bibin, biaxifin, xwe germ bikin, xwe bîşon, di sifra xwe de dost û nasên xwe bi ezimînin. Dibe ku ji bo gelek insan, civak-pergalan ev ava kirin cuda neyê dîtin û sedem kêm werin dîtin. Lê di Rojavaya Rojhilatanavîn de ev rewş lezgîn û jiyanî ye. Rizgar kirina jiyana jin û zarokan wê bi avakirina qadên nû ên jiyanê biqewet bibe. Em yeqînê vê yekê dikin û li gel her bêderfetbûn û astengiyê em ê hewl bidin ku armanca xwe pêş bixin. Em yeqîn dikin lewra pêwistiyên me û şewqa şopa jinan, demara jinên berxwedêr di qada me de bihêz in. Em dibêjin ku ev dem dema hêşinkirina van demarên berxwedêr e. Her kaos di nava xwe de nûjêniyan dihewîne. Em wiha yeqîn dikin ku ev kaosa Rojavayê wê bi pêşengiya jinan bê çareser kirin û wê bi jiyaneke demokratîk, azadîxwaz bê veguherandin. Li ser vî bngehî ava kirina JINWAR têne ne ava kirina gundekî, cihekî îskanê ye. Avakirina jiyanekê ye. Bi pêkhatina şoreşa jinan ya li Rojavayê, çêkirina qadên azad bi destê jinan û bi çêkirina gundekî pêşengbûna vê yekê û belavbûna li hemû bakûrê Surîyeyê ji bo me armanceke sereke ye. Bi gundekî, hemû pirsgirekên ekolojik, jiyanî û sosyolojik nayên çareser kirin. Lê zêdekirina van qadan wê fersenda jiyînê bide her kesî  û ji bo ku em bikaribin Şoreşa Rojavayê bigihînin asta herî bilind, divê em jiyanê ava bikin. Ev xebat li Bakûrê Surîyê dikare bibe yek ji pêwistiyên herî mezin a xebatên avakirinê. Xebatên qada avakirina jiyanê a Jinwar dikare bibe keda dest û ronîya çavên her kesî. Ev xebat ji her şêweya alîkarî û piştgiriyê re vekiriye. Daxwazên alîkarî û piştgiriyên maddî û manewî wê rihên ku di Rojhilatanavîn de dijîn bihêztir bike  û biyanîbûna hest û kesera jinan wê biherikîne JINWAR ê. Bi hêvîya ku em li gundê xwe yê jinên azad; JINWAR hevdû bibinin.