AMARGÎ – Vegera Dayîka Azadiyê

Bangawaziya 8‘ê Adarê

Azadî ne tiştekî hesane, azadî neyê dayîn! Di her welatekî de, her milletekî de, her olekî de – tunekirin û perçiqandina jinê jiyan bûye. Ya ku jiyan afirand, civakbûyîn çêkir, mirovahî ji taritiyê ber bi ronahiyê ve derxist, bi awayeke giştî bi xebatên civakê rabû, ya ku ziman, huner û zanist pêşxist jin e.

Lê îro ya ku bê ziman, bê zanist, bê huner û bê dîrok maye, dîsa jî jin e. Ji bo azadiya xwe ji nû ve destgirtinê em bizivirînin cewhera xwe, cihê ku me nirxên xwe wenda kiriye, em ê ji nû ve vegerin wir. Vegerandin an jî bi navê din – Amargî – têkoşînê dixwaze. Peyva ‚Amargî‘ ji zimanê Sumerî tê. Cara yekemîn bi vê peyvê lêgera azadiyê, ya ku hatiye jidestdayîn, destnîşan bûye. Mirov bi hesreta vegera wekheviya civaka dayîknavendî mane. Ji ber vê, Amargî tê wateya vegerandina dema dayîkê. Bi Amargî têkoşîna jinê destpêkir – û bi Amargî re berdewam dike.

Hevala me ya Amargî Çiya di mîraseya navê xwe de şerekî giran ji bo destgirtina azadiyê da meşandin. Keça axa Efrînê bû. Di cepheyên xaka xwe de, ku di roja me ya îro de berxwedana serdemê ji bo parastina nirxên jinê û mirovahiyê dide, di asta herî bilind de ye cihê xwe girt. Yek ji wan jinên tekoşer û qehreman bû. Yên ku weki Barîn Kobane û Avesta Xabûr ji bo şoreşa jinê û parastina gelê xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin hevala Amargî Çiya jî yek ji wan bû. Da ku dîroka desthilatdarî bizivirin dîroka jinê, dîroka gelên ku hatine bindestkirin, dîroka mirovahiya ku xwe ji zincîrên xwe xilas dike. Hevala Amargî bi hezkirina xwe ya bêdawî ya jiyana azad daxwaz kir û ji bo ev jiyan vegere Amargiyê şehîd ket.

Hevala me ya leheng bûye yek ji Stêrkên berxwedanê yên ku navên xwe di dîrokê de nivîsandin û bandora wan bêdawî bûye. Ew riya têkoşînê ronî dikin.

Stêrkên berxwedanê ji destpêka mirovahiyê ve li ser ezmana azadiyê dibiriqin. Heta roja me ya îro ronahiya wan berdewam dike. Bi vî rengî roniya berxwedanê di zeman û mekan de derbas dibe û bi dîrokê tê dagirtin.

Yek ji wan bûyêran jî 8‘ê Adara 1857‘an e. Li bajarê New Yorkê ya Emerîkayê 123 jinên karker li hemberî kedxwariya kargehên tekstîlê rabûn ser piyan. Di êrîşa hovane ya desthilatdaran de bi zindî di kargehê de hatin şewitandin. Ji bo berdewamkirina tekoşîna wan jinan, di sala 1910’an de bi pêşniyara jina sosyalîst Clara Zetkîn’ê roja salvegera komkujiya jinên têkoşer û kedkar wekê ‚Roja Jinên Kedkarên Cîhanê‘ hatiye ragihandin.

Di berdewamiya vê de têkoşîna jinên cîhanê belav bûye, xwe bi rexistin kiriye û xwe gihandiye asteke nû; Jin daxwazên xwe ji bo mafên xwe yên siyasî û civakî, yên aborî û perwerde, yên tendirustî û xwebûnê birojev kirine û bûne hêzeke pêşeng di şoreşên cîhanê de.

Bi mîrasa dîrokî û ya 8’ê Adarê ve ji sala 2012‘an û pê ve li Bakûrê Sûriyê şoreşa jinê pêk tê. Projeya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya jin li ser vê axê şênber dibe. Gelê azadîxwaz dest bi zemanê xwe kiriye. Ew bi xwe rojevên xwe diyar dikin, vîna xwe derdixin û jiyaneke komînal li ser riya azadiyê ava dikin. Kok û xurtbûna vê şoreşê ev hêz û çanda jinê ye.

Li hemberî vê projeyê êrîşên hovane hatine pêşxistin. DAÎŞ‘a faşîst û hov, ku encama zihniyeta desthilatdar a baviksalar e, pir bi zanabûn cihên ku çand û dîroka jinê tê de veşartiye kirin hedefên xwe. Li hemberî vê li Bakûrê Sûriyê xweparastina jin û gelan, bi berxwedaneke bêhempa destûr nedaye ku DAÎŞ‘ê û çeteyên faşist yên Tirk vê axê dagir bikin. Her êrîşek hîn zêde tinebûna zîhniyeta desthilat û dagirker tîne.

Dema ku binketina wan êdî xuya bûye, dewleta Tirk a faşîst li şûna ku tenê piştgiriya DAÎŞ‘ê bike, xwe bi xwe ketiye tevgerê; Di roja 20‘ê Çilê 2018‘an de şereke dijwar li ser axa Efrînê destpêkir. Dewleta Tirk bi hevkarên xwe ya DAIŞ û El-Qaîde‘yê bi armancên dagirkerî û komkujiya gelên azadîxwaz êrîş dikin. Ew dixwazin projeya xwişk û biratiya gelan û şînbûna azadiyê biperçiqînin.

Ji ber ku Efrîn dergûşa civakîbûna mirovan e. Bingeha şaristaniya demokratîk di axa wê ya sor û bibereket de veşartî ye. Efrîn perestgeha çand û dîroka jinê ye.

Wekî jinên cîhanê yên ku em di riya azadiyê de dimeşin, em ê tu caran nehêlin ku vîna me ji bo jiyaneke azad – Amargiya me – were kuştin. Em ruhê berxwedanê anha û ji bo gihandina pêşerojê di fikir, ziman û çalakiyên xwe de zindî bikin.

Ev şerê ku ji bo nirxên mirovatiyê û xwerêveberina civaka azadîxwaz tê meşandin, şerê me hemûyan e. Pêşeroja Efrînê pêşeroja me hemûyan e. Yek herêma ku cewhera jin avabûye û pêş ketiye Efrîn e. Ji ber vê bi her awayî li ser vê herêmê êrîş berdewam dikin. Bi vê zanebûnê em bangî hemû gelên herêma Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku em bihevre li Efrîn ê xwedî derbikevin û berxwedanê bilind bikin. Em ne li dû berxwedanê bin û tenê piştgiriyê bikin em li kêleka berxwedanê bin û bihevre biser bikevin.

Di roja 8‘ê Adara 2018‘an de em ê cîhana desthilatdaran bihejînin. Em ê bi pir rengî û yekdengî hesreta xwe ji bo AMARGÎ bi çalakiyên xwe şênber bikin!

Di 5 ê Adara 2018 an de em jinên Federasyona Bakûrê Sûrî xwe dikin rêwiyên warê berxwedanê. Em ê 8 ê adara xwe bi xwişkên xwe yên Efrînê re pîroz bikin.

Em Bangawaziya Hemû Jinên Cihanê Dikin Ku Xwe Tevlî Meşê Bikin!

Werin, Pêşeroja Xwe Jî Biparêzin!

Di Hemû Derên Cihanê De Bi Awayekî Xuliqkar Têkoşîna Jinê Bilind Bikin!

Hûn Li Ku Derê Bin, Rabin Ser Piyan!

Jin, Rabin Ser Piyan Ji Bo Efrînê!

 

Akademiya Jineolojî

02/03/2018

Schreibe einen Kommentar